Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Danişîna 7emîn a doza Hevserokê berê yê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, bi îdaya ku “heqaret li karmendê peywirdar kiriye” hatibû vekirin li Dadgeha Eslî ya Cezayê ya Wêranşara Rihayê berdewam kir.
Bixwîne - Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê: Bila Demîrtaş bê berdan
Demirtaş, bi rêya sîstema deng û wêneyî SEGBÎSê beşdarî li danişînê kir û diyar kir; Pergala SEGBÎSê li dijî Peymanamê ya Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) û destûra bingehîne. Demîrtaş, daxwaz kir ku li gorî prensîba rû bi rûbûnê wî bibin Wêranşarê û dê li wir parastina xwe bike.
Demîrtaş, biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya di derheqê wî de hatibû dayîn bibîrxist û got “Ev dosyê û dosyên din siyasî ne. Biryara DMMEyê ev pesend kiriye.” DMMEyê roja Sêşemiya 20ê Çiriya Paşiyê (Mijdar-Sermawez) de biryar girtibû û gotibû “bila Selahattîn Demîrtaş bê berdan”.
Bixwîne - Parêzeran ji bo tehliyeya Demîrtaşî serî li dadgehê dane
“Di derheqê min de bi sedan doz hene û hemû siyasî ne”
“Di derheqê min de bi sedan doz hene û hemû jî siyasî ne. Rêxistina FETO ya li Wêranşarê di berê de diyarbû. Ez dixwazim li wir bûma û ji dadgehê re behsa van tiştan bikim. Di derheqê vê mijarê de delîlên min hene û dixwazim pêşkeşî dadgehê bikim.”
“5 sale lêpirsîna dosyayeke didome û li piştî 2 salan ji bo dosyeyê li delîlan tên gerîn. Ev dosye û yên din siyasî ne. DMMEê ev pesend kiriye.”
Heyeta dadgehê daxwaza Demîrtaş red kir. Li ser vê yeke Demîrtaş silav li her kesî kir û wî bi SEGBÎSê parastina xwe nekir û ji wir çû.
Dadgehê biryar da û daxwaza wan dîmenan ji emniyetê kir ku derbarê axavtina Demîrtaş de bûye. Danişîn taloqî 14ê Sibata 2019an kir. (EKN/AY/FD)
*Abdulselam Yildirim ev nûçe ji zimanê tirkî wergerandiye.