Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Berdevkê Sekreteriya Giştî yê Konseya Ewropayê Daniel Holtgen, bi bîr xistiye ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) Tirkiyê eleqedar dike.
Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî ji bo biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derbarê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de gotibû “Me eleqedar nake”. Dadgehê duh biryar dabû ku divê Selahattîn Demîrtaş demildest bê berdan.
Bixwîne - DMME: Divê Tirkiye biryarê pêk bîne, Erdogan: Me eleqedar nake
Bixwîne - Parêzeran ji bo tehliyeya Demîrtaşî serî li dadgehê dane
Holtgen di hesabê xwe yê Twîterê de nivîsiye, "Li gor xala 46ê ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê hemû welat girêdayî biryarên dadgehênin". DMMEyê biryara xwe li gor xala 46\1 ya Peymana Mafên Mirovan ya Ewropayê daye û destnişankiriye ger rewşa girtîbûna Selahattîn Demîrtaş berdewam bike, ev tê wê wateyê ku Tirkiye li gor xala 46\ 1 Peymana Mafên Mirovan ya Ewropayê berpirsiyaretî û girêdana bi biryarên DMMEyê binpê dike.
Bixwîne - Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê: Bila Demîrtaş bê berdan
Li gor xala 40ê ya PMMEyê ya ku Tirkiye jî îmze avêtiye binê peymanê;
1) Aliyên Bilind ên Peymanê misoger dikin ku di dozên wan eleqedar dikin de ew ê biryarên Dadgehê pêk bînin.
2) Biryara pesendkirî ya Dadgehê ji bo şopandina bicîanîna biryarê ji Komîteya Wezîran re tê şandin.
Li gor heman xalê, Komîteya Wezîran dikare giliyê wî welatê ku biryara DMMEyê bi cî neaniye li gel DMMEyê bike û bihêle fişara siyasî li ser çêbibe. Ji bo vê biryara komîteyê divê her ji sê endamên komîteyê du endam dengên erê bide.
Li gor nûçeya beşê tirkî yê Deutsche Welleyê, Komîteya Wezîran di mehên borî de li dijî Azerbeycanê ketibû nava hewldaneke bi vî awayî û piştî vê hewldanê, dadgehên Azeriyan neçar mabûn Ilgar Mammadov, mafparêzê mixalif, berdin. (AS/AY/FD)
* Abdulselam Yildirimî ev nûçe ji tirkî wergerandiye