Bi Biryarnameya Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê(AKP) û Serokomar cihê 624 amirên îdarî yên milkî hatine guhertin.
Di encama guhertinan de cihê 11 qeyûman jî hatiye guhertin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, piraniya wan amirên milkî yên ku hatine guhertin, qeymeqam in.
Cihê 11 qeymeqamên ku wek qeyûm tayînî şaredariyên HDPê hatibûn kirin jî guheriye.
Cihên ku qeyûmên wan hatine guhertin ev in:
Qeyûmên navçeyên Qereyaziya Erzîromê, Giyadîna Agiriyê, Gimgima Mûşê, Şemrexa Mêrdînê, navçeyên Licê, Bismil, Erxenî, Hezro yên Amedê, navçeyên Rêya Armûşê û Qelqelî yên Wanê û Gevera Colemêrgê hatine guhertin.(AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê