Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Bulent Tezcan Berdevkê Partiya Gel a Komarî (CHP) ew belge bi raya giştî re par ve kir ku Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdarogûyî aşkere kiribû û derbarê şandina pareyan a xizmên Serokomar Tayyîp Erdoganî ji bo Girava Manê de bûn. Belgeyên navborî li çapemeniyê hatin belavkirin.
Tezcanî pêşiyê dekontên derbarê şandina pareyan de yek bi yek nîşanî kamerayan da û paşê jî mesajên swift ên derbarê şandina pareyan de nîşanî kamerayan da û wiha got:
“Em ê belgeyan bidin dozgeriyê”
“Qiyamet rakirin, geremolê dikin. Gotin ku sexte ne. Ez bang li wan kesan dikim ku dibêjin sexte ne; em sexteyê nizanin. Lê kesên dizanin li giravên offshore karan bikin, karê sexte gelekî baş dizanin.
“Dozgeriyê xwestiye, em ê bidin wan jî.
“Em spasiyên xwe pêşkêşî Erdoganî dikin”
“Em spasiyên xwe pêşkêşî Erdoganî dikin, fersend da me ku em van pirsên xwe bikin. Me nizanîbû ku şîrketek hatiye firotin, em bi xêra Erdoganî fêr bûn.
“Yek jî meseleya bazirganiyê heye. Ev bazirganiyek çawa ye? Şîrketeke ku xwedî yek sterlîn e, 15 milyon dolaran dide. Ev bazgiraniyeke çawa ye?
“Qutiyên nû wê werin, qutiyên nû wê bên vekirin”
“Niha ez ji hemwelatiyan dipirsin; ez ji wan hemwelatiyên ku xwedî wicdan in dipirsim, ji bo vê ne hewceye ku mirov hesab bizanibe. Hemû pareyê vê şîrketê 5 lîre ye, ev şîrket 15 milyon dolaran dide, di nava 20 rojan de dide. Ev der bihuştên offshore in.” (EKN/FD)