Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi parlamenterên Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) re li Enqereyê civînek çêkir. Erdogan di vê civînê de derbarê doza li DYAyê berdewam dike de axivî ku Mehmet Hakan Atîlla Alîkarê Midûrê Giştî yê Berê yê Halkbankê tê dadgehkirin û Reza Zarrab şahid e. Herwiha nirxandin li ser belgeyên Girava Manê jî kir ku Kemal Kiliçdaoglû Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) bi raya giştî re par ve kiribû.
Erdogan derbarê doza ku li DYAyê berdewam dike de wiha axivî:
“Têkiliyên me yên bazirganî û enerjiyê bi Îranê re heye. Me ambargo ne şikandiye. Ji dozê çi encam derdikeve bila dernekeve tiştên ku me kirine rast bûn.
“Me misogeriyeke bi vî awayî nedaye DYAyê. Cîhan ne tenê DYA ye. Têkiliyên me yên bazirganî û enerjiyê bi Îranê re heye.”
Erdoganî ji bo belgeyên Kiliçdaroglûyî bi raya giştî re par ve kirine jî nirxandin kir ku Kiliçdaroglû îdia kiribû ji malbata Erdoganî hin kes ji bo li Tirkiyeyê bacê nedin pare şandine Girava Manê. Erdogan got ku, “Ew ê bedela vê gavê bide.”
Serdozgeriyê belge ji Kiliçdarogûyî xwestin
Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê lepirsîn derbarê wan belgeyan de vekir û daxwaz kir ki hemû belge ji bo Serdozgeriya Komarî werin şandin.
(EKN/FD)