Bernameya cenazeya endamê Lijneya Rûmetê yê berê yê Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGC), derhênerê damezrîner ê Artî TV û Artî Gerçekê û xwediyê Karta Çapemeniyê ya Domdar Celal Başlangiç hat eşkere kirin.
Li gorî daxuyaniya TGCê, merasîma cenazeya Celal Başlangiç wê di 10ê Gulana 202'an roja Înê saet 10.00an de li bajarê Kolna Elmanyayê li Trauer Halle ya Nordfriedhofê (Pollenberger Str, 50737) bê kirin. Cenazeyê Başlangiç wê piştî merasîmê li heman goristanê bê definkirin.
Rojnameger Celal Başlangiç koça dawî kir
3 Gulan 2024
Rojnameger Başlangiç demek bû li Almanyayê dijiya û ji ber nexweşiya pençeşêrê dihat dermankirin. Başlangiç di roja Înê 3ê Gulana 2024an de koça dawî kir.
(VC/AY)