Rojnameger Celal Başlangiç li bajarê Kolna Almanyayê li nexweşxaneya ku lê derman dibû koç dawî kir.
Derhênerê weşanê yê damezrîner ê Artî TV û Artî Gerçekê Başlangiç di rojnameya Cumhuriyetê ya ku wê demê lê dixebitî de nûçeya ku leşkeran di sala 1989an de li Gundê Yeşîlyurta navçeya Cizîra Şirnexê pîsî bi gundiyan dabû xwarin, çêkiribû.
Rojnameger Celal Başlangiç beşdarî kampanyaya ‘Derhêneriya Weşanê ya Nobedar’ a ji bo piştevaniya bi rojnameya Ozgur Gundemê re hatibû destpêkirin, bûbû. Başlangiç bi îdiayên ku “Bi eşkere teşwîqî sûc kiriye”, “Pesnê sûc û sûcdar daye” û “Propagandaya rêxistinê kiriye” hat darizandin.
14em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê di sala 2019an de ji ber sûcê 'propagandayê’' salek û 3 meh cezayê girtîgehê li Başlangiç birîbû û her weha dosye li Dadgeha Bilind bû.
Derbarê Celal Başlangiç de
Başlangiç, di sala 1956’an de li Stenbolê ji dayik bû. Di sala 1978an de ji Dibistana Bilind a Rojnamegerî Têkiliyên Gel a Zanîngeha Egeyê mezûn bû. Di sala 1975’an de li rojnameya Ege Ekspresê dest bi rojnamegeriyê kir. Piştre jî li gorî rêzê di rojnameyên Demokrat Îzmîr (1977) û Polîtîkayê de (1979) xebitî. Di navbera salên 1981 - 1984’an de Nûnertiya Herêma Edeneyê, Şeftiya Servîsa Polîtîkaya Hundir û Midûriyeta Karên Nivîsan a rojnameya Cumhuriyetê kir. Bû rêvebirê weşanê yê giştî yê damezirîner ê rojnameya Evrenselê. Yek ji damezirînerên rojnameya Radîkalê bû. Başlangiç, di T24, Gazete Duvar, bianet, Haberdar û hwd. nivîsand.
Gelek xelatên rojnamegeriyê wergirt û pirtûkên wî yên Kanli Bîlmece, Hayatin Rengî Gokkuşagi, Hayata Soylenmîş Şarkilar, Korku Tapinagi, Trilye’den Yusufelî’ne Adatepe’den Derîk’e Hayat Agaciyla Yaşayanlar hene. Başlangiç, bi rojnameger Ayşe Yildirim re zewicî ye.
Başlangiç, di dema qedexeyên derketina kolanan ên di navbera salên 2015-2016’an de ji bo piştevaniya bi xebatkarên Çapemeniya Azad re hate Amedê û nûçe şopand.
Çavkanî: MA, Arti Gerçek, Gazete Duvar
(AS/AY)