Careke din êrişî avahiya Bêrecûkê ya DEM Partiyê kirin
Di êrîşa duyemîn a li dijî avahiya Rêxistina Navçeya Bêrecûkê ya DEM Partiyê de camên avahiya partiyê hatin şikandin.

Duh (8ê Gulanê) bi çekan êrişî avahiya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) a navçeya Bêrecûk a Rihayê kiribûn. Îşev careke din li dijî avahiyê êrişa duyem pêk hat.
Li gorî nûçeya Rojnameya Yenî Yaşamê vê carê camên avahiya navçeyê ya li ser Şeqama Abdulkadîr Erdil a Taxa Meydanê ye hatiye şikandin.

Li Rihayê bi çekan êrişî avahiya DEM Partiyê kirin
8 Gulan 2024
Heta niha nasnameya êrîşkar an jî êrîşkaran nehatiye diyarkirin. Duh piştî êrişê Halîl Begît, birayê Mehmet Begîtê ku piştî hilbijartinê ji DEM Partiyê îstifa kiribû, hatibû desteserkirin.
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.