Şeva borî li navçeya Bêrecûk a Rihayê li dijî avahiya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) êrîşa çekdarî hat kirin.
Li gorî nûçeya Rojnameya Yenî Yaşamê, bi şev saet di 03.30an de bi çekan êrişî avahiya navçeyê ya li ser Şeqama Abdulkadîr Erdila Kolana Meydanê kirine.
Heta niha nasnameya êrîşkar an jî êrîşkaran diyar nebûye û di avahiya navçeyê de ziyana madî çêbûye.
(TY/AY)