Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Parlementerê HDPê Alî Atalan nasnameya xwe ya meclisê ku li ser beşa dînê de ‘Îslam’ hatibû nivîsandin guherand û kir Êzidî.
Atalan di axavtina xwe ya meclisê de diyar kiribû ku di nasnameya wî ya nifûsê de beşa dînê vala hatiye hiştin û di nasnameya wî ya meclisê de jî di beşa dînê de ‘Îslam’ hatiye nivîsandin.
Li gorî nûçeya ji Hurriyetê Nuray Babacanê li ser talîmata Cîgirê Koma CHPê Akif Hamzaçelebi ve nasnameyeke nû ji bo Atalan hat derxistin û di wê nasnameyê de beşa dînê weke ‘Êzidî’ hat nivîsandin.
Li Tirkiyeyê di beşa olê ya nasnameyan de tenê navên Xirîstiyan, Îslam, Cihû, Hindûîzm, Teoîzm, Zerduşt, Konfuçyanizm, Teoîzm û Budîzm dikare wer nivîsandin.
Di Sibata 2010an de DMMEyê ji Tirkiyeyê gotibû ku li ser nasnameyê nivîsandina navê olê li dijî rêziknameya DMMEyê ye û ji ber ku bi wê yekê azadbûna ol û wicdanê pê dê binpêkirin, divê were rakirin.
‘Divê li ser nasnameyan Êzidî were nivîsandin’
Parlamenterê HDPê yê Mêrdînê Alî Atalan derbarê mijarê de ji bianetê re axivî û got ku her çiqas ku nasnameya meclisê be jî ez gelek şabûm ku cara yeke li ser peyva ‘Êzidî’ hat nivîsandin û lê ji hêla din ver Atalan bi bîr xist ku li hemû nasnameyên êzdiyan beşa dînê hêjî vala hatiye hiştin.
Alî Atalan got: ‘Ji ber qedexeyê em nikarin ser nasnameya xwe peyva ‘Êzidî’ bidin nîvasandin. Li ser hemû nasnameyên welatiyên êzidî de beşa dînê an vala hatiye hiştin an jî ser wê beşê hatiye xêzkirin. Di dîroka komarê de cara yekem e ku di nasnameyekê de peyva ‘Êzdî’ hatiye nivîsandin. Lêbelê eger li ser hemû nasnameyên êzidiyan ew yek pêk were dê wê demê ev pêngav bi wate be. ‘Divê dewlet bi awayekî fermî Êzidiyatiyê weke dîn qebûl bike.’
‘Di esasê xwe de divê dewlet qeydên dînê negire’
Rêvebirê Projeyê ya Komîteya Azadiya Ol-Baweriyê ya Norveç Helsinkiyê Mine Yildirim prensîbeke bîr xist ku divê dewlet qeydên dînê negire û wiha got:
‘DMMEyê di biryara xwe ya bo serlêdana Sînan Işik de gotibû ku prensîbeke sereke ya DMMEyê ye ku qeydên ol-baweriyên welatiyan neyê girtin. Yanê divê ti eleqeyeke dewletê bi yekê ve nebe.’
Di nav nasnameyên nû de jî pirsgirêk heye
Yildirim bi bîr xist ku di nasnameyên nû de jî beşa dînê cih digre lê ku yên bixwazin dikarin wê beşê jê rabikin û wiha got:
‘Di pêkhatineke wiha de jî dê welatî dê rastî ferqmeyiliyê werin. Li zanîngeh, kargeh, girtîgeh û nexweşxaneyan wê di vê warî de pirsgirêk çêbe û binpêkirinên mafan dîsa pêk werin.’
Li dinyayê pêkhatina vê yekê çawa ye?
Li dewletên Yekîtiya Ewropayê de nasnameyên ku tê bikaranîn qasê kartên krediyê mezintir e. Li aliyê cepê nasnameyê de wêneyê wî/wê kesê heyê. Agahiyên li ser nasnameyê jî wiha ne: Nimareya nasnameyê, nav, paşnav, zayend, dîroka jidayîkbûnê, nijad, bejn û dema rewacdar a nasnameyê.
Agahiyên dinê li welatên Endonezya, Misir, Malezya, Sri Lanka û Burmayê di nasnameyan de cih digire.
Hukimeta Pakistanê di sala 1992an de xwestiye ku dînê kesan jî di nasnameyê de cih bigire lê nerazîbûnên mezin hatine nîşandan û yek nehatiye kirin.
(NV/YO)