YSKyê destûr daye ku hilbijêrên ji çavên xwe ve kêmendam şablonekê bi kar bînin

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Lijneya Bilind a Hilbijartinan(YSK) ji bo hilbijêrên ji çavên xwe ve kêmendam bikarin dengê xwe bidin destûra bikaranîna şablona dengdanê daye lê ji bo vê projeyê bûtçe cida nekiriye.
Serokê Komeleya Jiyana Bêasteng Engin Yılmazî diyar kir ku YSKyê karê xwe nekiriye ji bo komeleyê hiştiye.
Li Tirkiyeyê ew kesên ji bo dîtinê xwediyê pêdivîyên taybet in, mecbûr in bi xizm, nas an jî hilbijêrekê ji rêzê re dengê xwe bidin. Ew nikarin bi serê xwe dengê xwe bidin lê bi alîkariya şablonê ew ê bikarin bi serê xwe dengên xwe bidin.
Komeleya Jiyana Bêasteng û Laboratuvara Teknolojiyên Ji Bo Wan Kesên Ji Çavê Xwe Ve Kêmendam a Zanîngeha Bozîçîyê bi hev re şablonek çêkiriye. Şablon qasî kaxeza dengdanê mezin e. Dema kesek wê şablonê dane ser kaxeza dengdanê dê bikare bi alfabeya bi destan cihê denngdanê bibîne.
(NV/ÇT/MB)
Endazyaran Heskîf kontrol kir: Zerer li şkeftan bûye

RAPORA TOHADê
Tundkariya zayendî û ya bedenî li ser kêmendaman zêde dibe

Kovara Girgirê hat girtin

Peseporta Celal Başlangiç û Ayşe Yildirimê hatin betalkirin

Rojnameger Cemal, Guç, Mater û Eryilmaz îfade dan
