HILBIJARTINA HERÊMÎ - 2019
Bajar bi bajar namzetên partiyan

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
19ê Adarê roja dawiyê ya diyarkirin û teslîmkirina lîsteyên namzetên hilbijartina herêmî ya 31ê Adarê bû. Partiyên siyasî lîsteyên xwe radestî lijneyên hilbijartinê yên bajar û navçeyan kirine. Lîsteyên misoger wê 3yê Adarê roja yekşemê ji hêla heman lijneyan ve werin ragihandin.
Li gorî lîsteyên ku radestî Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) hatiye kirin, Rêkeftina Komarê (Cumhur İttifakı) ya ku Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) û Partiya Tevgera Neteweperwer (MHP) ava kiriye wê li 51 bajaran bi lîsteyên hevbeş bikevin hilbijartinê. Rêkeftina Gel (Millet İttifakı) ya ku Partiya Gel a Komarî (CHP) û İYİ Partiyê ava kiriye wê li 50 bajaran bi lîsteyên hevbeş bikevin hilbijartinê. Lîsteyên misoger ên HDPyê hîna nehatine aşkerekirin û Partiya Saadetê ji bo 81 bajaran namzetên xwe diyar kiriye.
AKP û MHPyê Rêkeftina Komarê ava kirine
Di navbera AKP û MHPyê de li ser 51 bajaran rêkeftinek çêbûye. Ji bilî vê li Îdir, Qers, Kirklarelî, Osmaniye, Mêrsîn, Edene û Manîsayê namzetên MHPyê bikevin hilbijartinê. MHPyê 16 namzetên xwe yên berê aşkere kiribû, bi paş de kişandiye.
Li Bolû, Bîlecîk, Agirî, Artvîn, Bedlîs, Bûrdûr, Çanakkale, Edîrne, Gîresûn, Colemêrg, Mûş, Rîze, Sêrt, Sînop, Şirnex, Ardahan û Yalovayê namzetên AKPyê wê bikevin hilbijartinê.
Li 30 bajarên mezin ên ku AKP û MHPyê rêkeftin çêkirine, li 27an namzetên AKPyê, li 3 bajaran jî yên MHPyê bikevin hilbijartinê.
Rêkeftina Gel a CHP û İYİ Partiyê
CHP û İYİ Partiyê ji bo 23 bajarên mezin û 27 bajaran rêkeftinek çêkirine ku navê wê Rêkeftina Gel e.
Li gorî vê rêkeftinê li 13 bajarên mezin wê namzetên CHPyê û li 10an jî namzetên İYİ Partiyê bikevin hilbijartinê.
Li Stenbol, Enqere, Îzmîr, Edene, Antalya, Aydin, Bûrsa, Eskîşehîr, Hatay, Mereş, Meletî, Mûgla û Tekîrdagê namzetên CHPyê, li Balikesîr, Denîzlî, Gazîantep, Kayserî, Kocaelî, Konya, Manîsa, Sakarya, Samsûnû Trabzonê jî namzetên İYİ Partiyê bikevin hilbijartinê.
HDP li gelek bajaran namzet nîşan nedane
HDPyê beriya niha diyar kiribû ku ew ê li bajarên weke Stenbol, Îzmîr û Enqereyê û hinên din namzetan nîşan nedin û li hemberî rêkeftina AKP-MHPyê wê piştgiriyê bidin namzetên partiyên muxalif.
HDPyê tenê li 15 bajarên mezin, bi giştî li 33 bajaran namzet nîşan daye.
(Ji bo ku partiyên din bikaribin bibinin rûpelê ber bi rast û çepê ve bibin û bînin, ji bo lêgerînê jî cihê ku “search” dinivîse, bi kar bînin)
(HA/FD)
Hrant Dînk hat bibîranîn

Di îfadeya emniyetê de ji edîtora bianetê Tugçe Yilmazê xebatên wê yên rojnamegeriyê hat pirsîn

'Berdêla rastiyê': Rojnamegerên Filistînî yên ku Îsraîlê li Xezayê kuştine

Doza edîtora bianetê Evrîm Kepenekê hat taloqkirin

Îdianameya 1ê Gulanê: Dozger ji bo 42 kesan heta 567 salan ceza xwest
