Arzella Bektaş jineke sînemager û wênekêş e û ji Amedê ye. Ew bi salane ku carinan wênekêşa wê di
destê wê de ye li kolanên Amedê ye. Carinan jî di nav setên filman de berê xwe dide Başûrê Kurdistanê jî.
Bektaş yek ji endamên Federasyona Hunera Wênekêşiyê ya Navneteweyî (AFIAP) ye jî.
Ew ji zaroktiya xwe ve bi wênekêşa bavê xwe dest bi girtina wêne û dîmenan kiriye. Dema mezin dibe bi pereyên qezenckirî wênekêşa xwe ya yekem dikire. Piştre hewld dide di nav sektora sînemayê de jî cih bigre. Li ser vê yekê jî di rêzefilmên bi navê “Ax û Jiyan” ê de cih girtiye ku di sala 2010an de li Amedê ji aliyê derhêner Haşîm Aydemîr ve hatî girtin. Her wiha ji asîstaniya qamerayê heta asîstaniya kostûman gelek karên din jî di kar û barên sînemayê de kiriye û hê jî dike.
Arzella Bektaş ev demeke bi rengekî awayekî profesyoneli karê wenegirtinê dike. Di sala 2018an de pêşengehek vekir ku bal dikişand li ser komkujiya jinan. Herî dawî di navbera 9-11 Kanûna Pêşiyê de li Hemama Devayê ya dîrokî, bi navê “Sifritî (Qelaycîtî): Karsaziyeke li ber tunebûnê” belgefilmê xwe nîşan da û pêşengeh vekir. Pêşengeha wê 3 rojan berdewam kir. Wêne û dîmenên wê, bal dikşandin li ser zor û zahmetiyên sifritiyê.
Têkildarî kar û xebatên xwe yên hûnerî û pêşengeha xwe ya bi navê “Qelaycîtî: Karsaziya li ber tunebûnê” wênekêş Arzella Bektaş bi bianet kurdî re axivî. (WT/FD)