Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Parlementerê HDPyî, Ertugrul Kurkçu li Meclîsa Parlementeran a Lijneya Ewropayê di heqê Operasyona Li Ser Efrînê de axivî.
Kurkçûyî ji Meclîsa Parlementeran a Lijneya Ewropayê xwest divê ew kesên ji ber ku aştî xwestine li girtîgehên Tirkiyeyê dimînin serbest bibin, ji bo vê yekê divê bang bê kirin. Wî got
“Armanca operasyona berbehs(Operasyona Li Ser Efrînê) ji pêşiya hilbijartina 2019ê bilindkirina hestên nijadperest e.”
Kurkçîyî wek referans Mala Çavdêriya Li Mafên Mirovan a Sûriyeyê nîşan da. Wî got digel ku di daxuyaniyên fermî de nayê diyarkirin, bi berdana topan zarok û mirovên pîr têne kuştin. Xelkê sivîl mecbûr bûne mala xwe bar bikin.
Kurkçûyî Kovara Timesê nîşan da û diyar kir Timesê di sala 2016ê de şervanên YPJyê(Yekîneyên Parastina Jinan) wek kesayetên salê nîşan dane. Enqere wan wek “terorîst” dibîne.
Çi bûbû?
Roja yekem:
- Hêzên Çekdar ên Tirkan, TSKyê bi daxuyaniyekê di 20ê Kanûna Paşiyê ya 2018ê de ragihand ku wan dest bi operasyoneka li ser Efrînê kiriye. Navê operasyonê "çiqilê zeytûnê" ye. TSKyê "ji 108 baregehên PKK/YPGyê(Partiya Karkerên Kurdistanê/Yekîneyên Parastina Gel)" dane.
Roja duyem:
- Di 21ê Kanûna Paşiyê de berdevkê Yekîneyên Parastina Gel, Birûsk Hesekê ji Reutersê re gotiye: "9 kes mirine; 6 ji wan siîl in û 3 şervan in."
- 6 hezar û 400 leşkerên TSKyê beşdarî operasyonên bejayê û hewayî bûne.
- Navenda Çavdêriya Li Mafên Mirovan a Sûriyeyê(SOHR), di 21ê Kanûna Paşiyê de da zanîn ku di operasyonan de 11 sivîl mirine.
Roja sêyem:
- Jîm Mattis Wezîrê Berevaniyê yê DYAyê derbarê operasyona li ser Efrînê axivî û got: “Tirkiye endamê NATOyê ye. Yekane welatê NATOyê ye ku di nava sînorên wê de berxwedaneke çalak heye. Û di mijara ewlehiya wê de metirsiyên Tirkiyeyê yên rewa hene.”
- Rojnameger Sîbel Hurtaş, Hayrî Demîr, Seda Taşkin û Derhêner Fatîn Kanat ku li ser medyaya civakî “Operasyona Efrînê” rexne kirine hatine desteserkirin.
- Serokkomar, Recep Tayyip Erdogan: Em bi dostên xwe yên rûs re axivîn me Amerîka qane nekir.
- Serokwekîlê Koma HDPyê Yildirim: Divê em li hemberî vî şerî derkevin.
Roja çarem:
- Di operasyona li ser Efrînê leşkerek mir.
Roja Pêncem:
- Recep Tayyp Erdogan: “Digel ASAyê 7-8 şehîdên me hene”
Îro roja şeşem e ku operasyon didome.