Wêne: AA/Arşîv
Qesra Sipî bi ragihandiye ku divê hikûmeta Îraqê tundûtûjîya dijî xwepêşandaneran rawestîne, di sîstema hilbijartinê de guherînan bike û hilbijartina pêşwext çêke.
Li gor nûçeyeka Dengê Amerîkayê, di daxuyanîyê de hatiye gotin ku êrîşên li dijî xwepêşandaneran, aktîvîstên sîvîl û medya û sînordarkirina înternetê fikarên kûr çêdikin.
Herwiha, di daxuyanîyê de hat dîyar kirin ku rejîma Îranê bo ‘’protestoyên aştîyane’’ rawestîne komên çekdar bikar tîne.
Qesra Sipî daye zanîn ku tevî zext û kuştinan jî gelê Îraqê dikare dengê xwe bide bihîstin.
Komîsyona Mafên Mirovan ya Parlamana Îraqê dîyar kiribû ku ji 1’ê Cotmehê vir ve 319 kes di protestoyan de hatine kuştin û bi qasî 15,000 kes birîndar bûne.
(MB)
*Çavkanî: VOA Kurdish(Dengê Amerîkayê)