8Ê ADARÊ ROJA JİNAN A CÎHANÎ
8ê Adarê li Amedê: Peyama Abdullah Ocalan hat xwendin

Jinên Amedê li ser banga TJA û Tora Têkoşîna Li Dijî Tundkariyê ya Amedê (DAKAP) li Qada Îstasyonê kom bûn.
Jin danê sibehê li ber AZC Plazaya Taxa Ofîsê hatin cem hev û bi cil û bergên rengîn û pankartan derbasî qadê bûn.
Jinan pankartên ku li ser nivîsen weke “Ji bo civakek azad bi jinên azad re. Jin, jiyan, azadî”, “Li hemberê qirqirina jinê em ê serî rakin”, “Em ê azadiyê ava bikin” "Faşîzm ji têkoşîna jinên ciwan ditirse", "Gelek gotinên me hene, em ê serî netewînin" û "Gulistan Doku li ku ye?" nivîsandî hilgirtin.
Mîtîngê bi xulekek rêzgirtina ji bo jinên di têkoşîna azadiyê de mirine dest pê kir.
Piştre jinên DEM Partiyî, hevşaredarên jin ên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û navçeyên wê derketin ser dikê.
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucakê destnîşan kir ku bi banga Rêberê PKKê Abdullah Ocalan avakirina aştiyê pêkan e.
Bucakê destnîşan kir û got, "Em jin ji bo vê bangê veguherînin aştiyeke mayînde û bi rûmet, bi hev re vê biharê pêşwazî bikin, li vir in. Em ê bi hev re pêşwaziyê li vê banga aştiyê bikin. Em ê li dijî şer aştiyeke bi rûmet biparêzin, em ê ti carî dest ji vê bernedin."
“Banga Birêz Ocalan ji bo me hemûyan e”
Siyasetmedara Kurd Gultan Kişanakê jî di axaftina xwe de wiha got:
"Piştî 8 salan ez careke din li vê qadê bi we re me. 8 salan em weke dilgirtiyên siyasî di girtîgehê de girtin. Ji ber ku xwestin vîna jinan bişkînin. Lê hûn nesekinîn, we serî netewand, we kolan û qad neterikand û we li ber xwe da. Hesreta jinan a ji bo azadiyê û têkoşîna azadiyê di dilê wan de ye. Tu çar dîwar jî nikarin wî dilî zîndanî bike. Heta ku em bi hev re bin, wê ew deriyên hesinî yek bi yek bên vekirin û hevalên me azad bibin. Li vê meydanê em ê bi hev re govenda azadiyê bigerînin.”
"Li Îmraliyê Birêz Ocalan li dijî polîtîkayên şer ên ferzkirî her roj, her çirke li ser aştî û çareseriyê difikirî. Bangek li me kir. Em li Amedê banga wî ya 'Aştî û Civaka Demokratîk' silav dikin. Gelo em amade ne ku ji Amedê heta Enqereyê, Îmraliyê û li çar aliyê Tirkiyeyê pirên aştiyê ava bikin? Divê kes bi şaşitî nêzî vê bangê nebe. Bangek e ji bo dewletê, desthilatdariyê, siyaseta demokratîk, gelên Rojhilata Navîn, jinan û ji bo me hemûyan e. Tişta ku dikeve ser milê me hemuyan divê em bikin. Tenê bi bendemayînê, xwestinê nabe.”
Ocalan: “Distûra min a bingehîn, jiyana bi we re ya efsûnî ye”
Di dema axaftina Gulten Kişanakê de bê navber dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin û piştre peyama Abdullah Ocalan a 8ê Adarê hate xwendin.
🟣Peyama Abdullah Ocalan ya ji bo 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî li Amedê hat xwendin
— bianet Kurdî (@bianet_kurdi) March 8, 2025
📹: @_evrimdnz pic.twitter.com/xI0ICIZToN
Peyama Ocalan wiha ye:
Ez di ferqa vê yekê de me ku, li ser xaka xwebûnê hûn rastiya miroviyê bi her awayî dijîn. Min tu caran dev ji jiyana bi we jinên xwedî nirxên efsûnî re berneda. Ev jiyana, bû rista bingehîn ku min li ser piyan digire. Lê, rastiya ku cara yekem ewqas bi heybet û azad e, dê bi qasî pêşînên din ên Mezopotamyayê bi heybet be, hetta bûye jî.
Meseleya azadiya jinan hê jî girîngiya xwe diparêze. Pêvajoya komunalîst a demokratîk rewşa nûjen a civakîbûna jinên pêşeng e. Bidestxistina rastiya civakî jî encax bi vê rêbazê mumkun e. Heya ku çanda tecawizê/destdirêjiya zayendî têk neçe, di qadên zanistî, estetîk û olî de heqîqeta civakî jî dernakeve holê. Heta ku serdema nû çanda serdestiya mêrperest a di kûrahiya civakê de hatiye veşartin ji holê raneke, wekî Marksîzm jî îspat dike, serkeftina sosyalîzmê ne mumkun e. Sosyalîzm bi azadiya jinan pêk tê. Bêyî azadiya jinan kes nikare bibe sosyalîst. Sosyalîzm pêk nayê. Sosyalîzm bêyî demokrasiyê pêk nayê. Azmûna min a yekem a bi sosyalîzmê re şêwaza axaftina bi jinekê re bû. Mirov nizanibe bê ka dê bi jinekê re çawa biaxive mirov nikare bibe sosyalîst. Sosyalîzma mêrekî girêdayî têkiliya wî ya bi jinekê re ye.
Pîrozî aîdî jinan e. Jin gerdûn bi xwe ye, zilam jî gerstêrkeke rêderketî ya li derdora vê gerdûnê ye. Ya ku ziman afirand jin e ji bo cara yekem bang li zarokekî bike. Afirînera çandê jî jin e. Afirînera civakê jî jin e. Pîrozî û Xwedawendî jî ya jinê ye.
Ji bo jinan min bîrdoziya rizgariya jinan a ku ji çar qadan pêk tê, pêş xist. Ev teoriyek e. Çanda jina pêşeng, serdema xwedawendiyê di navbera B.Z. 10 hezar sal û 4 hezar salan de ye. Olên yekxwedayî bi Babîlê dest pê dikin. Destana Babîlê destana kolekirina jinan e. Afirandina destana Babîlê yek ji hîmên bingehîn a mîtolojiya Mezopotamyayê ye. Di nevabera salên B.Z. 4 hezar û 2 hezar salan de ji bo çanda jinan têkçûyîn dest pê kir. Piştî ku çanda jina pêşeng hilweşiya, bi Mîtanîyan re jinên qesrê ava bûn. Nefertîtî jî jineke ji qesrê ye. Jinên qesrê yên wê serdemê di pêvajoya dîrokî de veguherîn jinên malê yên vê serdemê. Wekî ku hûn jî dizanin, çand û kevneşpiya Satî heye. Di çanda Satiyan de jin diavêtin nava êgir û dişewitandin. Di salên 1832an de ev yek pêk dihat. Piştre, Îngilîzan dawî li vê çandê anîn.
Vejîna ji nû ve gelek girîng e. Divê jin ne di warê biyolojîk de, divê di warê çandî, civakî û dîrokî de bên nirxandin. Wekî ku Simone De Beauvoir jî dibêje; jinbûn ne ji zayînê ye, ji hebûnê ye. Ez ne dijberî evîn û zewacê me lê belê her roj li ser navê evînê qetlîamên gelek hov pêk tên. Evîndarek çawa dikare evîna xwe bikuje? Ev ne evîn e. Heya niha gelek jin ji ber têkiliyên bi vî rengî dawî li jiyana xwe anîn.
Her wiha, çanda azad a jinan heye. Niha hûn nêzî vê çandê ne. Jin hewl didin ku derkevin derveyî sînorên dayikbûn û hevjînbûnê. Lê belê hê jî hûn qîma xwe ji sedî 10ê çanda azad a jinan tînin. A esas ew e ku, divê bi zihniyetê re şer bê kirin. Pergala civakî ya mêrperest her tim ji bo jinan pirsgirêkan diafirîne. Tundî heye, mêtîngerî heye, ensestî heye, destdirêjiya zayendî heye, keçik tên kuştin. Sibê dusibe zarok bên kuştin hûn ê çi bikin? Dema ez behsa çanda Satî dikim, ez bal dikşînim ser vê rastiyê. Divê hûn bi vê çand û ferasetê re şer bikin. Di vî warî de kêmasî û nakokiyên we hene, xwe ji van kêmasî û nakokiyan rizgar bikin.
Pirsgirêka jinan ji pirsgirêka Kurd kûrtir e. Ji pirsgirêka Kurd wêdetir pirsgirêka jinan li holê ye. Me di vî warî de hew destpêkeke piçûk ava kir. Çanda şer û pevçûnê herî zêde li dijî jinan dimeşe. Têkbirina vê çandê dînamoya têkoşîna me ye.
Ruhê vê serdemê siyaseta demokratîk e, zimanê vê serdemê jî zimanê aştiyê ye. Banga Aştî û Civaka Demokratîk di heman demê de ji bo jinan jî Ronesansek e. Ez hemû jinên ku guh didin banga min, bawerî bi jiyana hevpar tînin, bi eşqa Mem û Zîn, bi eşqa Derwêşê Evdî ya nûjen silav dikim û 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanî pîroz dikim.
Bi silav û hezkirinên xwe yên domdar
Abdullah Ocalan
(ED/AY)
8Ê ADARÊ ROJA JINAN A CÎHANÊ
Li Amedê çalakiyên ji bo 8ê Adarê bi çoşeke mezin didomin

8Ê ADARÊ ROJA JINAN A CÎHANÊ
Li Amedê çalakiyên ji bo 8ê Adarê dest pê kirin
Hakki Boltan: Desthilatdarî ji tirs û lawaziya xwe zextan li rojnamegeran dike
