Weşanxaneyên kurdî bi daxuyaniyeke hevpar bertek nîşanî biryara tayînkirina qeyûm dan.
Daxuyaniya weşanxaneyên kurdî weha ye:
“Di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê de, li Colemêrgê, wekî hevşaredar li ser navê DEM Partiyê Mehmet Siddik Akiş û Viyan Tekçeyê qezenc kirin. Di 3ê Hezîrana 2024an da bi hinceta lêpirsînekê birêz Mehmet Sidik Akiş hat desteserkirin û dewletê, walîyê Colemêrgê kir qayûm û şand ser şaredarîyê.”
“Em wekî Yekîtiya Weşangerên Kurd vê helwesta şaş ya ku vîna gel, hiqûq û edaletê binpê dike qebûl nakin. Divê dewlet vê biryara şaş demlidest bi paş ve vekişîne û li ser navê culemêrgiyan hevserokên ku wan hilbijartiye, birêz Mehmet Siddik Akiş û Viyan Tekçe vegerin ser karê xwe û wan temsîl bikin. Îradeya gel di ser her tiştî ra ye.”
Weşanxaneyên ku îmzeya wan li bin daxuyanîyê ne ev in:
Weşanên Ar
Weşanên Aramê
Weşanên Aryen
Weşanên Avayê
Weşanên Avestayê
Weşanên Belkîyê
Weşanên Darayê
Weşanên Dengê
Weşanên Doyê
Weşanên Dozê
Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
Weşanên J&Jyê
Weşanên Kurdistanê
Weşanên Lîsê
Weşanên Ma Muzîkê
Weşanên Morî
Weşanên Nayê
Weşanên Nûbiharê
Weşanên Pallê
Weşanên Payîzê
Weşanên Peywendê
Weşanên Ronyayê
Weşanên Roşnayê
Weşanên Rûpelê
Weşanên Sarê
Weşanên Sîdarê
Weşanên Sîtavê
Weşanên Sorê
Weşanên Tevnê
Weşanên Wardozê
Weşanên Weqfa Mezopotamyayê
Weşanên Zîlan Akademî
Weşanên Zîzê
Weşanxaneya Azad
Weşanxaneya Lûvîyê
Weşanxaneya Ronî
Weşanxaneyê Vateyî
Çi bûbû?
Wezareta Karên Navxweyî di 3ê Hezîranê de bi daxuyanîyeke nivîskî ragihandibû ku wan ji bo Şaredariya Colemêrgê qeyûm wezîfedar kiriye.
Bi şev polîsan Şaredarîya Colemêrgê dorpêç kiribû, serê sibehê jî bi ser şaredarîyê de girtibû û her weha Hevşaredar Mehmet Siddik Akiş jî li Wanê desteserkirin.
Bi biryara Wezareta Navxweyî li şûna Akiş, waliyê Colemêrgê Alî Çelîk weke qeyûm hat erkdarkirin.