Çayxaneya Esnafan 33 sal in weke qehwexaneya kişikê tê zanîn ku li Rezana Amedê ye. Di çayxaneyê de bi gelemperî kesên teqawitbûyî dema xwe bi kişikê derbas dikin.
Çayxane kesên li herêma Amedê di pêşbirkên kişikê de bûne şampiyon ango kesên ji pêşbirkan bi madalyonan vegeriyane, dihewîne. Ev qehwexaneya ku kişik lê tê lîstin ne wek kevneşopiya qehwexaneyên din e.
Dersdêr, akademîsyen, xwendekarên zanîngehê, doktor û mela û ji her beşên civakê kes serdana Çayxaneya Esnafan dikin.
Xwediyê Çayxaneya Esnafan Yunus Baytok û Ramazan Ertekîn û Suleyman Arikê teqawitbûyî ku bi berdewamî li çayxaneyê ne têkildarî çayxaneyê bi bianet kurdiyê re axivîn.