16 namzetên ku peymana mafên LGBTI+yan soz dabûn hatine hilbijartin

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
16 namzetên ku îmze avêtibûn binê Peymana Mafên LGBTI+yan di hilbijartinê de hatine hilbijartin û bûne parlamenter. Peyman ji hêla Komeleya LGBTI+yên Ciwan ve hatiye amadekirin.
Ji CHP û HDPyê bi giştî 50 parlamenteran Peymana Mafên LGBTI+yan îmze kiribûn.
Bariş Azarê ji Komeleyê got ku ew ê him bi 16 namzetên ku bûne parlamenter û him jî bi siyasetmedarên din ên ku îmze avêtine bin peymanê re karê xwe berdewam bikin.
16 namzetên ku îmze avêtine binê peymanê
HDP Îzmîr: Serp3il Kemalbay, Mûrat Çepnî
CHP Îzmîr: Tûncay Ozkan, Selîn Sayek Boke, Kanî Beko, Tacettîn Bayer, Ozcan Pûrçû
HDP Stenbol: Ahmet Şik, Erkan Baş, Pervîn Bûldan, Oya Ersoy, Zuleyha Gulum
CHP Stenbol: Sezgîn Tanrikûlû
HDP Enqere: Fîlîz Kerestecîoglû
HDP Edene: Tulay Hatîmogûllari, Kemal Pekoz
Di hilbijartina 2015ê de 22 namzetan îmze kiribû
Peymana Mafên LGBTIyan a ku Komeleya Xebatên Nasnameya Zayendê û Meylên Zayendî ya Polîtîkayên Civakî (SPoD LGBTI) di çarçoveya kampanyaya LGBTIyên li Parlamentoyê de amade kiribûn beriya Hilbijartina 7ê Hezîranê ya 2015ê de ji hêla 61 namzetên HDP û CHPyê ve hatibû îmzekirin.
21 ji wan bûbûn parlamenter, namzetek jî piştî bûbû parlamenter ev peyman îmze kiribû. (ÇT/FD)
Mêran di meha Îlonê de 23 jin kuştine

Mêran di meha Tebaxê de 20 jin kuştine

Biryara tehliyeyê ji bo Taner Kiliç, rêveberê Rêxistina Efûyê derketiye

Mêran di meha Tîrmehê de 20 jin kuştine

Cîranên wî êrîşa homofobîk birine ser edîtorê malpera Pembe Hayatê
