Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
122 rêxistinên sivîl, komele, platform û partiyên siyasî bertek nîşanî wan nûçeyan dane ku Ayhan Bîlgen û Şevîn Alaca, Hevşaredarên Qersê dikin hedef. Di daxuyaniyê de gotine, ew ê li dijî wî tiştê bêdeng namînin ku gefa qeyûman li rêveberiyên herêmî yên mixalif dixwin.
Daxuyanî bi gotina “Rêveberiyên herêmî yên gelî ne! Destên xwe nedin Qersê” dest pê kiriye û bi kurtasî wiha hatiye gotin:
“Nabe em bêdeng bimînin ku rêveberiyên herêmî di pêvajoya têkoşîna li dijî şewbê de bêbandor bihêlin, tayînkirina qeyûman li ser rêveberiyên herêmî yên gelî wan hilbijartiye weke gefê bê bikaranîn.
“Piştî şaredariyên Stenbol, Edene, Mêrsînê niha jî êrîşî Şaredariya Qersê dikin. Hemû kesên alîgirê demokrasiyê divê li Şaredaiya Qersê xwedî derkevin. Divê li dijî van êrîşan bêdeng nemînin û bibin xwedî helwest.
“Bajarê Qersê bajarekî ku kurd, tirk, terekeme, laz, ezerî, xwecihî, malakan û gelek civakên din bi hevre di nava hevde lê dijîn . HDPê di hilbijartina 31ê Adara 2019an de Şaredariya Qersê tevî deynê 400 Milyon TL wergirt. Meclisa şaredariyê ji endamên HDP, AKP, MHP, CHP û DSPyê pêk tên. Piştî şewbê dest pê kir, Şaredariya Qersê li gel rêveberiyên herêmî dest bi piştevanî û şewirmendiyê kir. Piştî vê gavê desthilatdariyê şaredarî kir hedefa xwe.
“Em bang li hemû kesî û li hemû saziyên alîgirê demokrasiye ne dikin ku ji bo êrîşên li ser Şaredariya Qersê bêdeng nemînin û bibin xwedî helwest.”
Navê saziyên îmzekirin avêtine bine metne ev in
"Platforma Komeleyên Semsûrê, Federasyona Komeleyên Agiriyê, Akkay-Der, Komekeya Hevnasîna Çanda Elewiyên Bektaşî, Şanoya Bajêr a Amedê, Komeleya Çand û Lêkolîna Anatoliyê, Kooperatîfa Xerat a Jiyana Anatoliyê, Hewldanan Azadiya Ramanê ya Enqerê, Misilmanên Dijkapitalîst, Meclîsa Gel a Atakentê, Tevna Piştevaniya Ataşehîrê, ANYAKAY-DER, Federasyona Hoçvan a Ardahan, Komeleya Mûxalîfên Leşkerên Darbeya Leşkerî (ADAM-DER), Partiya Azadî, Partiya-Bakur a Kurdistana Demokratîk (PDK), Tevna Piştevaniyê ya Bahçelîevlerê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, MEBYA-DER Êlih, Federasyona Komeleyên Bedlîsê, Înîsiyatîfa 2017'an a Hemwelatiyên Bodrûm, Koma Parêzesrên Hemdem, Komeleya Hiqûqnasên Hemdem, Komeleya Piştevaniya Çekmekoy, Komeleya Çanda Kedê ya Darica, Platforma Demokratîk a Datça, Yekitiya Ji bo Demokrasiyê, Hiqûqnasên Ji bo Demokrasiyê, Komeleya Elewiyên Demokratîk, Kongeraya Îslama Demokratîk (KÎD), Kongereya Civaka Demokratîk (KCD), Baroya Dersimê, Federasyona Komeleyên Dersimê (DEDEF), Kaxitxaneya Dersimiyan, Eyup, Komeleya Alîkarî û Çanda Gokturk, DDKD, Komeleya Çand û Dostantiyên Şoreşger, Partiya Şoreşger, Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle, Komeleya Çand a Divrîgî, Koma Diyalogê, MEBYA-DER Amed, DBP, Platforma Komeleyên Başûrêrojhilat û Rojhilat, Mala Cemê ya Duzgun Baba, Komeleya Ekolojiyê, Federasyona Komeleyên Êlihê, Komeleya Hêza Kedê, Partiya Emek (EMEP), Platforma Komeleyên Erzurum, Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Piştevaniya Fatîh, Platforma Maf û Edaletê, Malên Gel, HDK, HDP, Uskudar Haydar, Platforma Komeleyên Bajêr a Idirê, Partiya Mirov û Azadiyê, AMED-FED, Komeleya Gimgiyên Stenbolê, Kaldiraç, Federasyona Komeleyên Depê, Komeleya Çanda Digor Qersê, Komeleya Beykoz Ardaxan Idîr Qersê, Xebatkarên Huner, Tevna Piştevaniya Kartal, Komeleya Hiqûqnasên Kartalê, Parazvanên Beşdaran (KAV), Komeleya Sosyalîstên Şer. KAYYA-DER, Piştevaniya Stenbol a Çiyayên Kazê, Komeleya Çanda Koçgirî, Kollektîfa Kostebek, PDK-T, KKP, Komeleya Edaletê ya Ji bo Mexdûran, Forum Maltepe, Federasyona Komeley^ne Mêrdînê, MED TUHAD-FED, MED-DER, Şanoya Mencel, Tevgera Ekolojîk a Mezopotamya, MKM, Platfroma Derdorê ya Mugla, Navenda Giştî ya Yekitiya Mulkiyevanan, Federasyona Komeleyên Mûşê, Tevna Piştevaniya Nurtepe-Guzeltepe, Komeleya Akademîk a Sînemaya Rojhilata Navîn, Parezerên Demokratîk ên Azadîxwaz, Komeleya Pîr Sûltan Abdal, Rojnameya Polîtîka, Meclîsa Demokratîk a Herêmî ya Sancaktepe, Federasyona Komeleya Şêrwan, Tevna Piştevaniya Şîşlî, Meclîsa Demokratîk a Şîşlî, Înîsiyastîfa Xwendekarêbn Ewropa SKYP, Komeleya Gel a Sosyal, SODAP, Partiya Avakirina Ji Nû de Sosyalîst, Mala Cemê ya Azîz Baba ya Sûltanbeylî, Platforma Sûr, Federasyona Komeleyên Suryanî, Komeleya Jinên Suryanî, Piştevaniya Tarlabaşi, Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Tora Ziman, Komeleya Çand û Piştevaniyê ya Hemû Tokatiyan, UNIVDER, Platforma Komeleyên Wanê, Federasyona Komeleyên Gimgimê, Koordînasyona Yan Kanal Yan Stenbolê , Hewldana 78'an, Partiya Çep a Keskan û Hewldana Hemwelatiyan."
(EMK/FD)