Yakûza jî ditirsin lawo, gava bi tenê dimînin, gava li ber sikratê ne, gava bi nexweşiyeke xedar dikevin, gava li xwe vedigerin, li kêm û qelsiyên xwe û gava rûyê xwe ji rastiya xwe ba didin. Hevalên wan dibin kelemek di pişta wan de, ji tehm û lezeta dinyayê dikevin. Xwezî nekevin, kêra xwe li bênamûsan daweşînin, jehrê di bêbextiyê de danin. Çîrok ya ketiyan e.
Yakûza jî dimirin lawo, mirina wan ya herî rezîlî ye, ya herî bextreşane, ya herî terkedilî, devjixweberdayî, dûrketî ji malê dinyayê, di xwe de herbilî. Matsunaga, mêrê çapik û çeleng, xelkê li ber temene bûyî, heyran û heşmetkar mayî, ketiye nav lingan, hildaye kêra xwe, dide ser Okada, lê vedireşe, xwîn e ya ji devê wî tê, pê re Japonya jî vedireşe, xwîn jê diherike, dikeve, dîrokek pê re diçe ser sergo, di nav qutiyeke boyaxê de şerê man û nemanê dikin, Matsunaga dişemite, pê re Japonya jî dişemite, li ber xwe dide Matsunaga, lê birîndar e Japonya, kêrek li ser dilê wî dikeve, Japonya têk diçe.
Yakûza herî dawî bi ya xwe dikin lawo, qisûrên xwe vedişêrin, birînên xwe dipêçin, şaşiyên xwe bincilik dikin, lawaziya xwe li devê derî dihêlin, bêhêziyê di taqê re diavêjin, di xwe de dihelin. Doktor Sanada li hemberî xwe ciwaniya xwe dibîne, ew neynikek e, ew Matsunaga.
Matsunaga heger hemû nexweşiyên xwe qebûl bike dê baş bibe. Însan têk diçe gava qebûl nake, gava qebûl nake bêhtir nexweş dikeve. Direve Matsunaga, ji her tiştê xwe. Gava direve cardî dialiqe însan, cardî xwe dibîne gava ji xwe direve.
Yakûza jî vedixwin lawo, wekî keran, wekî dewaran, wekî wehşan, wekî ku heft salan dilopek bi devê wan nebûbe, dadiqurtînin hemû pêşeroja xwe ya ku dixwazin ji bîr bikin, dialêsin hemû serhatiyên xwe yên ku tê de nasitirin. Matsunaga gava vedixwe bi lawaziya xwe dihese, ji qam û qawet dikeve gava bêhtir vedixwe. Doktor Sanada wî dibîne bi halê wî yê herî pirûpak, ji malzaroka dêya xwe ketiye. Lê dide mandelan benîadem, zû ji bîr dike ji kû hatiye û dê li kû vegere. Tenê dimîne herî dawî, tenêtiya herî miqedes ya bext li meriv dike text.
Yakûza jî direqisin lawo, dans dikin, govend digirin, çepikan li hev didin, qumarê dilîzin, bi ser nakevin. Matsunaga bêhtir ji jazzê hez dike, bêhtir ji bluesê, lê dilê wî jî bi qasî seleba Japonyayê kufikî bûye, reş bûye mîna qetranê, destê wî ji dab û nerîtê nabe. Ew mirovek e, maye di nav di dutîretiyê de, di nav reş û spî de, ne dikare xwe bike mirovekî dêrê ne jî yê mizgeftê. Ji her duyan jî tê qewirandin ya soxî, rebeno. Dişewite, xweliya wî li pey dimîne bi hêstirkên hezkiriyeke wî ya li dawiyê mayî. Ew hêstirkên Japonyayê ne bi ser têkçûna wan ya di şerê mezin de dibarin.
Yakûza jî ji bîr diçin lawo, Keinosuke li ber wan dikeve, di kûrahiya dilê wan de li însaniyeteke veşartî digere, bi wan diêşe, Kurosawa li ber wan nakeve, bi ya wî be ew heq dikin, hemû însanên zererker heq dikin. Muzîkeke pir xweş lê dide, Kurosawa piştî mirina dêya xwe vê muzîkê heta kûrahiya dil û mejiyê xwe dibihîse, Matsunaga piştî hînbûna nexweşiya xwe ya weremê guh dide vê muzîkê. Valsa Pepûkê. Muzîkên Hayasaka Fumio cara ewil bi Yoidore Tenshi xêrhatinê li me dike, ez cara ewil bi mezinahiya fîlmekî Kurosawa dihesim, Kurosawa cara ewil bi vî fîlmî ji zext û pêkutiyên derve dûr dikeve, lê tu cara ewil bi çi tiştê vî fîlmî kêfxweş bûyî?
(IE/MB)