Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Digel ku giraniya werzîşa me li ser fûtbolê(topa pêyan) ye jî piraniya serkeftinên me ji beşên dî yên werzîşê ne. Ev serkeftin jî bi xêra jinan bûye.
Lê dîsa jî “di meydanê de” li medyaya werzîşê ji bo wê yekê wek pêwîst e, “qîmet” nîne. Jin rastî kiriyarên ne di rê de yên mêran an jî tûndkariya mêran têne ji xwe mijara vê rêzenivîsê jî ew e.
Ka em ê ji destpêka şikestina fûtbolê nimûneyekê bidin. Hingê minaqeşe hebûye gelo divê jin jî fûtbolê bilîzîn an no... Rojnameya Akşamê 28ê Gulana 1929ê karîkatûrek weşandiye. Jin û mêrek fûtbolê dilîzin û axiftina wan ev e:
Fûtbollîzê mêr: Xanima nazenîn heke destûra te hebe ez ê topekê ji cenabê te re biavêjim...
Fûtbollîza jin: Ka deqîqeyekê bisekine! Ka ez ê xwe bi dermanan bixemilînim paêşê ez ê pêyê xwe li topê bidim.
Ka em li salên 50yê binêrin. Em li beşeka nivîsa Tugrul Eryilmazî ya “rêzenivîsa tûndkariya mêran” binêrin.
“Piştî em çûyîn Lîseya Karşiyakayê jî ew tevgerên em dikarin bibêjin taciz e neguherîn. Neguherîn û bi ser re zêdetir bûn. Hin xwendekar miskîn bûn. Ji xwe re wek miskînan digeriyan û fûtbol nedilîstin. Hin nasnav(leqeb) li wan hatibû kirin: “Ehmedê keç, Mistefayê nermik... Hingê ti kesan ji min re negotibû ku divê beşdarî tîmên fûtbolê bibim û ti bala min jî li ser fûtbolê nebû. Ji ber ku ez tirsiyam ew nasnav li min bêne kirin min xwe kir qelevan. Min xwe bi wî awayî xelas kir, ya rastî min got qey min xwe bi wî awayî xelas kir.
Vêca ez ê behsa şahidiyeka salên 90ê bikim. Rojekê xebatkarên beşa werzîşê yên rojnameyeka mezin li ser dîmenekê diaxivîn. Dîmenê lîstikvanên Tîma Voleybolê ya Jinan a Eczacibaşiyê bû, lîstikvanan li ber behrê ji xwe re dilîstin.
Ew kesê dîzayna rûperê rojnameyê dikir bi dengekê bilind got gelo ez li bin vî wêneyî çi binivîsim. Dema wî li ser wê yekê difikirî. Civatê dest bi yarî û henekan kirin.
“Ez çibinivîsim, ma binivîsim Or..pî xwe didin tavê” paşê li rûperî jî welê nivîsîye. Rojname bi wê hevokê çap bûye. Hatiye ferqkirin û guhertin lê heta hatiye ferqkirin çend hezar rojname hatine çapkirin. Paşê ew rojname hatine belavkirin jî.
Civata fûtbolê wan salan bala xwe dide ser malbata fûtbollîzan. Wêneyên jina wan an jî zarokên wan nîşan didin û dijûnan dikirin.
Dema em li sala 2000ê binêrin. Di Tirkiyeyê bi salan ti serkeftin bi dest nexistibû. Elvan Abeylegesse di atletîzmê de bi ser ket.
Werzîşvana jin li Atletizmde Golden League rekora dinyayê bi dest xistibû. Bi alaya Tirkiyeyê tûr diavêt. Yek ji birêvebirên rojnameyekê dixwaze ew wêne bibe wêneyê sereke yê rûperê destpêkê yê rojnameyê. Sernûser destpêkê qebûl dike paşê difikire ku ew jin ne ew qasê delal e ku wêneyê wê yê mezin bê weşandin. Wêneyekê wê yê biçûk tê weşandin.
Rewşa Tirkiyeyê ev e lê rewşa dinyayê jî jê ne gelek çêtir e.
Nimûneyek heye ku nîşan dide ka jin li meydanên lîstina fûtbolê çawa têne dîtin. Derhênerekê Amerîkî ji ber dîmenên têne hilbijartin avê “honey shot(dîmenê hingivîn)” li lîteraturê zêde kiriye. Ev tê vê wateyê dema fûtbol tê lîstin dîmenê jinên delal têne nîşandan. Ji sala 1970yê heta niho jî ev tevger dewam dike.
Ew şîroveyên zayendperest jî heta niho tê kirin lê bi xêra medyaya civakî civak dikare nerazîbûna xwe li ser vê yekê nîşan bidin.
Zehmet e ku em bibêjin ev tevger kêm bûye.
Çapemeniya werzîşê ji empatiyê dûr e, piraniya şopînerên wê mêr in, li ser mijara zayenda civakî herî kêm çapemeniya werzîşê hêjayî rêzlêgirtinê ye. Gelek rojname jî bi wî zimanê nêrane yê medyakarên li ser werzîşê dinivîsin rûperên xwe tejî dikin.
Pirsa me ev e, erê ev rewşa ev qasê xerab çima naguhere.
Dema em li rêjeya jin û mêrên xebatkarên medyaya li ser werzîşê dinêrin, piraniya xebatkaran mêr in. Çima jin hebin. Ji ber çi ji amadekaran heta nûçegihanên diçin meydanên lîstina fûtbolê rêjeya medyakarên jin kêm dibe?
Dîsa di rêzenivîsa tûndkariya mêran de em li gotinên Tanil Bora û Bagiş Ertenî binêrin.
Tanıl Bora:
“Antropolog û prîkologên veguherînê dibêjin: Dema em komên giyanewerên şîr-jî yên ku jimara mêran zêdetir e dinêrin em dibînin ku tûndkarî û êrîşarî zêde ye. Li koloniyên rojavayê Amerîkayê dema jimara jinan zêde bûyî jimara kuştina mirovan digel wê yekê kêm bûye.
Mêr û mêrbûn we dike çi tê ber hiş û devê we hûn bikin û bibêjin, har bibin. Li nav mêrên ciwan axiftina mêr û mêran şeklekê bêperwabûnê/pîşelênekirinê ye. Wek tola wan demên jin jî heyîn rakin bi çavbirçîtîyê...”
Bagış Erten:
“Wan kesên li seyrgeha meydanên lîstina topa pêyan kom dibin bifikirin. Komek kesên xeber-reş, amade ku hinekan lînç bikin. Ev beşeka mêrbûnê bû ma yê çi be. Ew kesên bi jinan re temas nakin, sosyalbûnê bi rêya sporê dikin, ew kesên bi tenê bi wan kesan re ne ku dişibin wan bi xwe, ji yên dî ûnefret dikin... Ew kesên bi serê xwe nikarin biaxivin lê bi komê re qêrdanê wek beşeka kesayetê dibînin...
Li vê wan gotinên wek “mêrbûn”ê zêde bikin. Wehameta rewşê gelek xerab dibe. Êdî ferq nake ka ji kîjan çîn û nasnameyê ne. Ew kesên xwenda, hûnermend, dersdêr hemî ji nû ve “maçotiyê(zirzopiyê)” ji nû ve diafirînin.”
Midûrê beşê werzîşê yê rojnameya Radikalê, Uğur Vardanî li ser navê rojnameya AMK nivîseka rexneyî ya bi navê “gelo hûn gelek fikirîn ku wî navî dbibînin” nivîsîbû. Rojnameya AMKyê dê wê rojê dest bi weşanê bikira.
[Rojname diyar dike AMK navê kurtkirî yê "Açık Mert Korkusuz" yanî Zelal, Merd, Bêtirs e. Lê di civakê de AMK wek kurtkirîya dijûna “Min ku../niha.. qu.. te” tê bikaranîn...Têbînîya wergêrî:Murat Bayram]
Vardan:
“Li ser xêrê be îro li ser navê sporê(werzîşê) gaxeka baş dê bê avêtin. Rojnameyeja nipûnû dê îro bigihe xwendevanan. Lê navê wê fecaat e: AMK. Ew nav kurtkirîyê "Açık Mert Korkusuz"ê ye. Lê ev nav bi tenê li ser kaxezê ye. Li gor zimanê Twitterê kamûflaja wê dijûnê ye ku hûn dizanin. Tirkiyeyê bi zimanê tûndkariyê, serdestiya mêran, ziamnê şerî gelek deng ji xwe da û li ser vê yekê dewam jî dike.
“Ev wek neynika jiyanê ye ku fûtbola delalîka me jî tê de ye. Ew kesên li fûtbolê temaşe dikin, temaşevan û birêvebir gelek cara hin gotinên ne di rê de bi kar tînin. Carinan jî hemî gotin ne di rê de ne. Gelek caran digel faşîzmê ev yek tê bi kar înan. AMK wê tevgerê ji nûve diafirîne, we dike ew tevgerên ne di rê de bibin tiştên ji rêzê.”
Rojnameyê piştî vê rexneyê doz li nivîskarî vekiriye û ji wî 20 hezar tezmînat xwestiye. Dadgeh vê dozê qebûl nake yanî rexneyê di rê de dibîne.
Di sala 2018ê de rewşa me ev e: Ew rojnameya Ugur Vardan sernivîserê beşa werzîşê bû û ez jî salên 2009-2014ê ji bo wê xebitîm hatiye girtin. Li wê rojnameyê heta ji me dihat em ji tûndkariya mêran dûr diman. Lê êdî ew rojnameya Radikalê nema.
Xebatkarên rojanemeya AMKyê kedeka baş didin lê digel wî navî li ser karê xwe dewam dike. Bêguman em ê li ber xwe bidin lê ji bo vê demê encama ku ez gihamê ev e: Tirkiye ji vî zimanî hez dike. (BK/ŞA/APA/MB)
Wêne: Kemal Gökhan Gürses
[1] Murat Toklucu: Futbol Kadını Bozar Mı? Socrates, Mart 2016
[2] Tuğrul Eryılmaz: Sur Karşıyaka Cebeci Babıali, Bianet: https://bianet.org/bianet/toplumsal-cinsiyet/193580-sur-karsiyaka-cebeci-babiali
[3] Andy Sidaris: The Man Who Invented Sports Television’s Honey Shot: http://www.slate.com/blogs/the_spot/2014/07/07/andy_sidaris_the_man_who_invented_sports_television_s_honey_shot.html
[4] Tanıl Bora: Erkek Erkeğe, Bianet: https://bianet.org/bianet/toplumsal-cinsiyet/198422-erkek-erkege
[5] Bağış Erten: Yatılı, Çukurovalı ve Tribün Çocuğu Olarak Büyümek, Bianet: https://bianet.org/bianet/toplumsal-cinsiyet/197152-yatili-cukurovali-ve-tribun-cocugu-olarak-buyumek
[6] Uğur Vardan: Bu İsmi Çok Mu Aradınız? Radikal, http://www.radikal.com.tr/yazarlar/ugur-vardan/bu-ismi-cok-mu-aradiniz-1090609/
[7] AMK’nın Uğur Vardan’a Açtığı Dava Düştü, Medyatava: https://www.medyatava.com/haber/amk-nin-ugur-vardan-a-actigi-dava-dustu_90369