Tedî hin tiştên zexel hene, hin heywanên bê bext mesela.. Dema mirov li belgefîlman temaşe dike, li benda zexeliya wan dimîne, li benda êrîşa wan a ji paş ve… Li benda hîle-mîleyên wan ên ku gelek li wan tên… Mirov dibê, ha wele way rovî dîsa rovîtiya xwe kir, çeqel dîsa çeqel e û hwd…hwd… Jixwe dema ku tişt û zindiyên xwediyên van xusûsiyetan tiştek nakin mirov dikeve şikê, aqilê mirov dibê Allah Allah, ev li ku man, çima hesa wan nayê?
Mînak, dema ku Telîban a li Efxanîstanê demek dirêj nexwiya jî, me got, xêr e, vana li ku ne, çi dikin? Paşê çi bû? Ji nîşkava derketin meydanê û bi tekbîr û çekan an jî bi çek û tekbîran welat hêsîr girtin. Her wiha dema ku niha Daîş jî li hin deran naxwiyê, em difikirin, li ku ne vana, dê bi kîjan bê bextiyê, li ku derkevin meydanê? Ji ber ku wiha ne. Hêzek reş û tarî û zexel in, wek alên xwe reş û tarî… Dijminê tevî ol û baweriyan, dijminê hemî nîrxên mirovbûnê ne. Eviya ol nîne, na? Ev rûreşî û têkçûna mirovahî û îman û menewîyatê ye. Loma namerd e wiha. Ji nîşkava derdikeve. Wek mirovan na, wek dirindeyan tevdigere. Nikare û nizane wek mirovan bêje, ez wiha wiha me, ji ber vê yekê jî filan tiştî wiha wiha naecibînim, tevlê nabim.
Jixwe ku karibûya wiha bi awayek şareza û mirovane bigota, dê wek her rengî beşdarê tiştên ku nedixwest û nedieciband nebûya û li gor pergala xwe beşdarê derdora xwe bubûya û wilo bê qeza û bela û bê êrîşkarî bijiya û bida jîyîn. Lê heyra vana ne ew cûre ne û ne ew bawermendên xwedî îmana însaniyet û menewiyata bê hempa ne. Na, gere êrîş bikin! Mada ku hûn ewqas bi xwe bawer in wek mirovan tevbigerin, bêyî ku wek nizanim kîjan fîgurek mîtosî êrîşê mirovan bikin, ji tiştên ku hûn ji wan aciz in bi dûr bikevin û dema ku wexta wê hat, îtîraza xwe bêjin, lê nebin êrîşkar!
Her kes êrîşkariya we pir baş dizane ,jibîr jî nake. Tew ji we baştir jî jibîr nake. Çimkî hûn carna kirasên nû li xwe dikin û dixwazin bi xwe û bi me bidin jibîrkirin.Lê ku hûn wiha xwe bidin dest, dê milet çawa bi kirasên we yên nû bawer bike? Hûn hem kiras diguherînin, hem jî eynî dimînin! Mesela êrîşa we ya li wê parka Amedê… Belkî we vê carê çek û satoran an jî şûrê destê ebûhenzele jibîr kir, an jî we nekarî bînin, lê hat bîra her kes û her tiştê. Hat bîra darên parqê jî. Tu meneya wan kirasên we yên nû jî nema! Qey serê we tevlêhev e an zexelî nahêle ku hûn rast û durust bin? Hem kirasên nû, cîlayên nû, hem jî hiş û rêbazên kevin nabin. Kes natirse jî êdî. Xewnên Efxanîstan û nizanim li ku jî nebînin. Dibe ku li wir xewnek xweş be lê li vir dibe xewnereşk û kabûs…
Herçî em ên ku şaşwaz bûn an jî nebûn, herçî yên ku bi vê “şovê”veciniqîn, aciz bûn an jî nebûn, azmûnek mezin li pêş me ye. Divê ev şov bersîvek pratîkî ya welê geş û dijwar bibîne ku carek din xewna daiş û telîban nebîne. Nebîne û nebîne! Ev li ser milê tevî azadîxwaz, demokrat, welatperwer û mirovperweran e. Û divê ji dar û pelên Amedê û stêrk û çînçirk û teyrên wê şevê jî lêborîn bê xwestin. Ew şov qet ne liyaq bû, lazim bû nikaribûya wiha bubûya “şov” jî… Her wiha kes xwe bi peyamên qada dîjîtal nexapîne jî dê baş bibe. Lewre ev rewş bersîvek zindî û jiyanî divê, ne peyamên wek kefa cocacolayê… Jixwe her kes dizane ne?