Dehê meha havînê ye dîsa, payîz destên xwe dihejîne û dibe du sal ku derî vebûne boy te. Deriyê goya azadiyê, deriyê hebûn û bextiyariyê. Lê pisîkên payîzê çima direqsin û pirtûkên te yên ku te wexteyek, wan bi çi kul û halkî şandibû derva, çima pelan diweşînin…
Te heft pirtûk hebûn li derva, li cîhana azad. Sisê ji wan helbest, yek çîrok, sisê jî roman…Ku bubûya te yê aniha hemûyan tune bihesibanda…Lê bi sedan gotarên te yên ronî û baskşikestî…Te yê wan li ku tune bikira…
Wek xeyalatên mirina baharekê derdikevin pêşberî te. Yek bi milê te digre, ya din di guhên te de dike pistepist..Yek porê te kaş dike, ya din qelema xwe wek xencerek digihîjîne dilê te. Yek baranê li mijangên te dike, ya din rojên ji agir bi ser serê te de dibarîne. Herçî gotarên te ne, gulleyên ji kaxiz in, derba wan qet baş nabe.
Qey nedibû ku te xwe ker û lal bikira li wê kambaxê, xwendinê jibîr bikira, nivîsandinê bi jêbirek reş ji bîra xwe bibira. Qey nedibû te sîh salên girtî di qawanozek zindaniya hesinî de, bê gotin û wate, bê hevok û çîrok, bê îsyan û helbest derbas bikira…Qey nedibû te xwe di nav heykelek kevirîn de veşarta, sîh sal.. Bê deng û hes. Bê kenîn û rondik, bê hêvî û hêvîşikestin…Bê nivîs, bê helbest, bê çîrok…
Qey nedibû te ewqas behsa mirinê nekira… Bi xwîna xwe nenivîsanda, bi mirina xwe nenexşanda, bi mirina ku bi fizîkî nebû para te nekemilanda…Qey nedibû te xwe bi bîjiyên hespê mirinê va daneleqanda û helbest û çîrok û romanên li ser mirina kurdan nenivîsanda! Li ser mirina kurd û perperok û dar û xezal û demsalên ku tu jî yek ji wan bûy…Qey te pir xwest bi pey çîroka pepûkê bikevî û hema binvîsî û binvîsî!
Pepûk pepûk
Kê kuşt
Min kuşt
Kê şûşt
Min şûşt
Kê xwar
Min xwar!
Çima ne çîroka pepûkê dev ji te û welatê te berda ne jî te û welatê xwe dev jê berda. Jixwe hûn û ew(çîrok)ji goşt û hestî jî nêzîktir bûn ji hev re. Yek bê ya din nebû. Herdûyan xwe bi hev re honan, bi hev re kuştin, bi hev re şûştin û bi hev re xwarin. Di destê tu kesî da tiştek nema. Ne pepûk gihîşt miradê xwe ne welat ne jî pepûknûs. Pepûknûs ne? Heqet ew kî ne? Çawa karîn xwe bi nivîsandinê re hîştin û ji her tiştî xelaskirin?
Xezela pisîkên payîzê ye ev. Zivistanek xedar dikişkişîne li pey xwe. Di wê zivistana xedar da pirtûkên te yên ku bi destê dîlek xerîb û biyan hatine nivîsandin, kuliyên berfê ne, xebera bagerên reş tînin. Tu bi ber wan jî dikevî. Hemû xemgîn û bi qusûr û li pey bêqusûriyek nemumkun...Tu yek ji wan bi dilê te nînin. Hew karîne canê xwe xelas bikin ji wê çolsehreya zindanê ya kurdxur û mirovxur…Xwe xelas kirine lê li her derê wan şopa kurdxurî û mirovxuriyê jî heye. Loma jî tu ji wan ew ji te şerm dikin. Bes kes vê şermê nabîne, nikare bibîne û hewce nake ku bibîne jî…
Pisîkên payîzê bi ber bayê dikevin. Ne tu disekinî ne jî ew û pirtûkên te. Êdî her tişt berba ye. Du sal derbas bû. Tabût şikest, lê mirin didome, kavil xwe li her derê derdixin pêşiya te. Tabût şikest, lê bindestî didome, tirkîbûyîn li her derî gulleyan bera te dide. Tabût şikest, lê gardiyanên her tiştî heyatê hem li xwe hem jî li her tiştî heram dikin. Bes serê ku carek netewiya êdî qet natewe û tu û bagera hebûnê dev ji hev bernadin. Ji ber ku ên pê li tirsa ji mirinê kirine û wê wek dûpişkek di pin paniya pêlavek azadîhez de peçixandine,êdî kesên din in.Kes wan fêm neke û wilo nebîne jî wilo ne ew êdî. Loma jî te di nivîsa xwe ya ewil de bo wan(bo xwe)got, xerîbên ebedî, xerîbên heta bi hetayê xerîb…
Bes niha dibêjî,
Lê mirinderbasê
Xweş li ba be
Digel pisîkên payîzê…
Rondikên ji behrê
Veşêre bi kenînek ji jehrê
Lê mirinbetalê
Xweş bijî li bin
Vî asîmanê xêrnedîtî
Bi rondikên gulê bigrî
Bi spîtahiya berfê
Ji nû ve bijî
An na dê pepûk
Bikuje her tiştê
Vî erd û ax û zemanî
Lê bagerhezê
Dusalî yî êdî
Xweş razê li bin asîmanê
Vî welatê nemir nejîyê
Pisîkên payîzê ji te dihesidin
Tu ji wan hînê jînek ne li erd
Ne jî li asîman dibî
Lê xerîba ebedî û dosta nenasiyê
Xweş bimeşe li nav vê wêranxaneya
Ku ji bilî xweteselîkirinê tu tişt nehiştîyê…n