Fotograf: Pixabay
Di hevoka xwe ya ewil de ez dixwazim bêjim ku her gotina bi awayekî gelemperî tê gotin di xwe de neheqî û nerastîyan dihewîne. Di vê nivîsê de ezê jî hin gotinên gelemperî bikim loma ewê di vê nivîsê de hin tiştên zêde fişargo û hin tiştên rastîyê kêm nişan didin hebin. Belkî jî ev nivîs awayekî karîkaturezekirinê be bi şiklê/forma nivîsandinê.
Dinya ji ber vîrusa bi navê Corona 19 ne di tu halî de ye. Ev vîrus bi xezebekê belav dibe loma li her alîyê dinyê ji bo belavbûna wê hêdî bikin tedbîr têne stendin. Di serê tedbîrên tên stendin de jî ji malê derneketin tê. Ji ber vê yekê jî niha gelek kar sekinî ne û gelek kes ji malên xwe dernakevin. Mana li malê jî ewilî bi mirovan re hestek wa çêkir ku tiştên berê dilê wan hebû û ji ber dem tunebû nikarîbûn bikirana ewê êdî karibin bikin.
Bi piranî dema ji kesan tê pirsîn hun çima pirtûkan naxwînin bersiva sereke tunebûna demê ye. Lê va ye demek vala li ber me gişan hatiye raxistin û ji me tê xwestin em wê bi tiştinan dagirin. Ez dibêm ev dema vala ewê dîsa herkes bi mijûliyên xwe yên berê dagirin. Berîya vîrusê kê dema xwe bi çi dadigirt ewê dîsa bi wê dagire. Yên li telewîzyonê temaşe dikirin ewê dîsa lê temaşe bikin, ên pirtûk dixwendin ewê dîsa wan bixwînin, ên wêne xêz dikirin ewê dîsa wêneyan xwe xêz bikin. Lê dîsa jî derîyê guhertinê hertim vekirî ye. Kî bixwaze xwe biguhere ji vê firsendê baştir nabîne. Rewşa hanê şertên nû li ser me ferz kirin û vê ferzkirinê qadek ji bo derfetên nû jî ava kiriye.
Weşanên zindî yên li ber pirtûkxaneyan
Di vê pêvajoyê de gelek kesan ji malên xwe dest bi weşanên zindî kirin. Herekê li ser kar û xebatên xwe an jî li ser qada pisporîya xwe dest bi weşanê kir. Hinan bi weşanên zindî stranên xwe gotin hinan jî li ser edebîyatê an jî polîtîkayê fikrên xwe vegotin. Di van weşanan de tiştek derket pêş ku gelek weşan li ber pirtûkxaneyan hatin kirin. Li ser medya civakî ev mesela bû cihê gengeşî, nîqaş û henekan. Hinan gotin ma hûn bi pirtûkên xwe forsa xwe didin, hinan gotin we ew pirtûk giş xwendine hinan jî dilê xwe bijandin û gotin çi pirtûkxaneyek xweşik. Dema mesele tê û li ser pirtûkxaneyek bi pirtûkan dagirtî disekine di serê mirovan de bi carekê re ew pirsa meşhûr xwe dide der: Weew, çiqas pirtûk hene law, ma te ev pirtûk giş xwendine? Ji bo her kesekî hilbet ewê bersiv cuda be. Bi ya min mirov ew pirtûk xwendibe an ne xwendibe ya girîng hebûna wan î li wir e. Ji ber ku hebûna wan beyana niyetekê ye, ew niyet dibe ku ji ber hin sedeman bi ser neketibe lê hebûna wan potensîyala biserketinê di xwe de dihewîne.
Roja îro her tişt di nava lez û bezekê de ye. Ji ber vê lez û bezê mirov gelek caran nabîne çi dike, ji çi dimîne, çi ji zevtê diçe. Carinan pê nahise ku xwestekên xwe taloq dike û dawîya van taloqkirinan nayê. Tiştên jê kêyfê distîne taloq dike, tiştên dixwaze bike taloq dike. Xwendina pirtûkan jî yek ji wan e ku mirov taloq dikin. Ji ber ku xwendin wextê dixwaze, xwendin sebrê dixwaze, xwendin seknê dixwaze gelek mirov nekarin li gor dilê xwe bixwînin. Carinan bixwînin jî têrî wan nake, tîna wan naşkîne. Lê li dor wan ewqas tiştên bala wan ji ser pirtûkan dibe hene ku nekarin pirtûkekê di wextek maqûl de biqedînin. Ya din ji ber vê lez û bezê mirov li tiştên kurt, weke heban digerin. Li tiştên ku hema bi carekê de karibin wê daqurtînin. Lê dinyaya xwendinê deryayek bê dawî ye.
Lîsteyên pirtûkan
Di vê rewşa de ji ber ku potensîyela xwendinê peyda bûye gelek kesan lîsteyên xwe yên ji bo xwendinê parve kirin. Herekê lîsteya xwe li gor meyla xwe amade kiriye. Bi ya min ji xwe herkes xwedî lîsteyek xwendinê bû. Mesele ne çêkirina lîsteyan lê xwendina pirtûkên di wan lîsteyan de ye. Gelek kes lîsteya xwe ya pirtûkan ji ber sedemên cur be cur nikarin bixwînin û ev yeka jî ji wan re ji xwe aciziyek e. Lê gelek caran jî hin pirtûkên navdar hene û weke ferz be ji herkesî tê hêvî kirin ku wan jî xwendibin. Lê ku mirov nexwendibe û nexwaze li ber fedîyê bikeve ewê çi bike? Dibe ku bi derewan bêje min xwendiye. Li ser vê mijarê di Independentê de nivîsek kurt hatiye weşandin.* Di wir de qala ankêtek Sky Artsê hatiye kirin. Ankêt bi du hezar kesan re çêkirine. Û derketiye holê ku ji nêvî bêtirê beşdaran li ser pirtûkekê bi derewan gotine me ev pirtûk xwendiye.
Hin ji beşdaran jî eşkere kirine ku wan bi pirtûkekê re wêne kişandine û li ser medya civakî parve kirine lê pirtûk nexwendine. Weke sedema çima bêyî ku pirtûk xwendibin xwe weke xwendibin nîşan dane jî dîyar kirine ku xwestine xwe bêtir zane û ronakbîr nîşan bidin an jî ji bo tevlî sohbetek li ser pirtûkekê bibin derew kirine. Dîsa di nivîsê de qala wê tê kirin ku dema bi derewan gotibin me pirtûk xwendiye û li ser detayên pirtûkê ji wan pirs tên kirin ji xwe re hin taktik dîtine. Ev taktik jî weha ne; gotina min pir ji zûda xwendiye û detay nayên bîra min an jî bi kuxukek derewîn guhertina mijarê. Di serê lîsteya pirtûkên bi derewan gotine me xwendine jî Încîl heye, li dû wê Kuştina Teyrikekî(To Kill a Mockingbird) ya Harper Lee tê û di rêza sisêyan de jî Romeo û Juliet a William Shakespeare tê. Di wê lîstê de bîst pirtûk hene yên bixwazin dikarin ji lînka nivîsê lê binerin.
Di kurmanciyê de pirtûkên zêde hatine xwendin
Gelo dema mesele kurmancî be ewê rewşa derewan çawa be? Li gor ku li cihekî weke Brîtanya ku pesnê xwe bi xwendevanîya xwe didin gelek kesan bi derewan gotiye min ev pirtûk xwendîye li cem me jî dibe ku rewş ji ya wan ne çêtir be. Rêjeya xwendevanîya kurmancî ji xwe li ber çav e, derfetên hînbûna xwendin û nivîsandina kurmancî li ber çav in. Bi van derfetan hilbet kes hêvîya xwendevanîya girseyên mezin nake. Lê dîsa jî pir hindik xwendevanên kurmancî hene û hilbet ewê di nav wan de jî kesên bi derewan gotibin min ev pirtûk xwendiye hebin. Sedemên derewê dibe ku bişibin hev lê ez dibêm ji bo xwendevanê kurmancî weke sedem mere kare fedîyê jî li sedeman zêde bike. Belkî jî mirov ji ber xwe fedî dikin ku bêjin min ev pirtûk nexwendîye. Bi texmîna min di Kurmancî de pirtûkên herî pir li ser wan bi derewan “min xwendîye” tê gotin, ewilî Mem û Zîn a Ehmedê Xanî ye, ya duduyan Dîwan a Melayê Cizîrî ye, ya sisêyan jî belkî Şivanê Kurmanca ya Erebê Şemo be.
Weke gotina dawî, hê ne dereng e. Hun dikarin dest bi xwendina pirtûkek ku li benda xwendina we ye bikin. Lê ez bawerim heke hun vê nivîsê dixwînin ji xwe hewcedarîya we bi şîreta kesekî tune ye ji bo xwendina pirtûkekê û bi derewan gotina “min xwendîye”. Belkî ev nivîs bibe sedem, em li ser wê yekê bifikirin çima li ser hin pirûkan derew tê kirin û li ser hinan nayê kirin. Yanî dibe ku sedemek hebe ji bo nexwendina hin pirtûkan? Li gel ku pir pesnê wê tê dayîn lê nayê xwendin. (FÇ/FD)