Dema hin tişt dibûn, dapîra min digot:
Reva pisîkê heta kadînê ye! Min hingê fêm nedikir lê niha dibînim ku zanyariyek gelek kûr heye di vê gotinê de… Çimkî dizane ku ên li hember çiqas bilind bifrin jî bi sînor in û sînor jî heta kadînê ye. Yanî xetere jî diyar e, xisara ku dibe were serê me jî. Ji ber ku em dizanin pisîk kî ye, çawa ye û kadîn çî ye, li ku ye. Bes ev zanebûn nayê wata bêxemî û bêfikariyê. Ji dîtin û gihîştinê tê. Dême me dîtiye, loma em zanin ku rev, heta kadînê ye. Belkî bela jî hatine serê me ji rûyê kadînê da, lê axirê em hîn bûne ku ji kadînê wê da rev, ji kadînê wêdetir cîh nîne. Û me li gor wê haziriya xwe kiriye.
Li aliyê din wê rojê vê gotina wiha bê minet û zana, ji nîşkava hate bîra min. Dostek dilsoz ji ber rewşa heyî ji min re got divê tu baldar bî.. Bê yî ku li ser bifikirim ev gotin hat ser zimanê min:
Rast e, dizanim, lê ez nikarim bitirsim û hesab û kîtaban bikim lew ku wisa bijîm, ez ê êdî ne ez bim û ez… bi zorê bûme ez… Nikarim û naxwazim bibim tiştek din!
Halla halla! Çi gotinên balkêş ne? Carna bi rastî jî mirov dike bawer bike ku hin kesên din hene di hinavê mirov de û ji bo mirov bersîvan amade dikin. Ji ber ku ez qet li ser vê mesele jî li ser vê bersîvê jî nefikirîbûm.
Ez nikarim bitirsim… Kîjan navnîşan e ev? Tu xwe digihînî wê derê û êdî nikarî bitirsî, bixwazî jî nikarî… Êdî nikarî xwe veşêrî. Di mesûmiyeta berxikekî de cîhê xwe nîşanê gur didî. Teva ku dizanî ejderha li wir hazir e jî, dibêjî ez li vir im. Ev çi hebûn û çi ezbûyîn e?
Ya ecêb ev e ku piştî min ev gotin got, paşê li ser fikirîm. Berê gotin, paşê fikirîn… Piranî jî di dema diyalogê de wiha li me tê ne? Ez jî di demên wiha de ne bi ezberan lê bi yên li milkê dil û aqil diaxivim, çimkî bi wan bawer im. Heta niha me şermende û mehcûb nekirine. Çi be ew e. Wê kêliyê çi hat ristandin, çi li tenûra dil û zanînê hat pijandin,ew…
Lê ku tirsa mirov ji her tiştî şikestibe, mirov êdî nabe cûreyek ji cûreyên din, ji mirovên din?
Welatê mirovên ku nema karin bitirsin li ku ye gelo? Dê li ku xwe li mala xwe bibînin? Çimkî diyar e ku ev welat, ne yê wan e êdî… Em ê bi ku da herin gidî? Jixwe wê nivîskara ku gotibû, ev welat ne yê me ye, ev welat ê yên ku dixwazin me bikujin e, jî nîne êdî. Îja tirs çima û çawa dişkê? Dema dişkê bi ku va diçe?
Her kes û tirs an jî netirsiya xwe, lê ya min ji dema zaroktiyê dest pê kir û şikestin li pey şikestinê gihîşt îro… Ji bo ku gelek sal di nav bêewlehî û tehlîkeyên canbexş de derbas bûn, bêyî ku pê bihesim min dît ku way êdî tu eleqeya min û tirsê bi hev nemaye. Lê belkî ku wê dosta hêja bi tirs û fikara wilo dostane wisa negota, dê ew gotin ji devê min dernekata û min jî nedîta ku êdî gihîştime erdek hem gelek xweş, hem jî mayînkirî. Ji ber ku zêde li ser tirs û cesaretê jî nefikirîbûm. Çimkî piştî ku mirov ji zeviyên tirsa ji mirinê derbas dibe, êdî her der dibe eynî, sînorê bêsînoriyê xwe li meriv dipêçe û çav êdî naşkên. Çima bişkên. Wek ku min di helbestek xwe de jî gotiye:
Ji mirinê re jî noş
Hebû û tunebû her tişt..
Jixwe herçî mirin e, piştî ku tirsa mirov a jê dişkê, dibe kulîlkek hişk û bi heft rengan tim yaxa mirov dixemlîne. Erê, piştî ku tirsa jê dişkê, mirin dibe xemlek li umir û bejna mirov. Hem heye, hem nîne. Hew xemlek e lê… xemlek e, kulîlkek hişk e li paşila me.
Û helbet êdî tu tim şiyar û amade yî jî. Dizanî ku were dê ji kîjan alî va were, ku neyê dê li ku mabe.
Erê, em nema karin bitirsin lo! Bila çavên dostan bi hêsiran neçirsin. Ku me behsa îhtîmalên jiyanbir û jiyanbirr kir jî, bila axînan nekişînin. Em û mirin zû da li hev hatine, zû da ji hev derbas bûne, zû da ji hev dûrketine. Ku rojek em xwe li hev wer kin jî, dê hogir û heval tenê wiha bêjin:
Ew zû da gihîştibûn hev,ew zû da ji hev derbas bûbûn. Ên me zû da wê kiribûn gulek hişk a bi yaxa xwe ve, hew gulek hişk..
Lê way pisîk direve û dapîra min dîsa dibêje:
Netirsin, xeman nexwin…Reva pisîkê heta kadînê ye, nikare dûr here.