Ku Helbestvan Bixwaze ya Selam Çinarî di Çirîya Paşîn a 2019an de çap bûye. Ji 96 rûpelan pêk tê. Berhema yekem a çapbûyî ya helbestvanî ye, ev pirtûk.Temamê pirtûkê bi yek helbesteka dirêj dagirtîye.
Navê 26 pinpinîkên li berga zer nexşandî di helbestê de he ne. Her 26 nav jî li dû hev rêz kirîye Çinarî, û di rûpeleka xwe ya din de jî gotîye “ku helbestvan bixwaze dikare bibêje werkonkî, wanîko, wergîna, usa, husa,halo”…”werrê”…
Em komek caran vê hevokê ji hev dibîhîzîn: “ka li cem we ji filan tiştî re çi tê gotin?” Rast e, peyvên wekî “pinpinîk” û “wiha” yê biber zehf in, di zimanê me de. Piştî em bi peyva nûya devoka alîyekî welêt hesîyan, em ê çi bi wê peyvê bikin? Em ê li cem xwe qeyd bikin? Ya em ê qûna devoka xwe bernedin û her li ser ya xwe bin? Em ê hemû peyvên di Kurdî de he ne û li rasta mane bidin hev di gewre-ferhengekê de, rojekê ne dûr? Yek peyvek bo nasandina yek rewşekê, tiştekê, hestekê ne bes e ma? Pirsên ku li serê Çinarî bûne bela belkî jî ev bûn, û loma wî rabû 26 caran navê hew zindîyekê kir, di vê pirtûka xwe ya pêşîn de. Helbestvan van peyvan teva li ber hev nivîsîye û gotîye: erê, dibe me zimaneke dewlemend he be, dibe û dilîze jî!
Bi dû vê gotina“ku bixwaze”ya wî ketim hebekî. Çimkî ne carekî ne dido, bi dehan caran tê û bi meriv dizeliqe ev şert:” ku bixwaze, dibe.” Ecêba, çi ye a ku vê hevokê bi helbestvanî daye dubare û sêcare kirin? Ne ew kesê ku li peyvan heyirî bimîne ye, ev nivîskar. Şoxilê ferhengokekê jî dike berhema wî çimkî. Naxwe çima “ku bixwaze, dibe?”
Gelo em baş naxwazin? Em dixwazin, lê em xwe tev nadin? Me xwe tev daye, lê em li nêvîyê rê alîqîne? Em li hêvîya çi ne?
Helbestvan bi xwe ji bendemayîna belasebeb û gazincên li nava civaka xwe zivêr bûye, û gotîye; erê, avakirin pêkan e yetter hûn bixwazin û xwe pê bikin. Weku bibêje: nebî nebî hûn behsa hezkirina zimanî bikin, ger nexweşîya bişaftinê malikê li we wêran kiribe.
Selam Çinarê Amedhez meriv bi bajareke tijje peyker, dar, çîya,darzeytûn,qozeqer,kanî û avzêmk dihesîne. Ameda wî jinhez, xwezahez û kurd e. Her çar çira li hev hewandine û mizgîna welatê xwe yê azad û têr-peyv dide xwîneran!
Her çiqa ji du rûpelan carekî em ê bi ser temayeke nû vebibin jî, di vê berhemê de, navê helbestê bixwe van meseleyan bi hev ve pîne dike û bajarê sereke yê pê ev rêze-rist dane nivîsîn, wekî mehfûreke rengo rengo li ber xwînêr raxistîye. Çavlêketina vê mehfûra ji erda warê me bêhna me fireh dike; bi derbekê re xwendina vê yek-helbestê, hestên werrê li ba meriv çê dike. Lê ku her pîne libo libo neyê dîtin û seh kirin, dê xwendin temam nebe tu carî. Her pîne(rûpel) kengî hat ber hev, a wê çaxê dê cilika helbestvan bê dîtin. Paqijî û sadebûna peyvên di vê nivîsê de dihêle her kes bi rihetî piştî xwendina du caran gelek ristan ji ber bike edetî. Pêwendîdanîna wiha xurt a bi xwîneran re ne karekî sivik e îro ro bo helbestvanên nûjen. Me dîtîye, gelek berhem tenê ji bo komeka biçûk a xwîneran hatîne nivîsin. Ev berhema zer a Çinarî ji her kesa/ê kurd re ye.
Paqijî û sade bûn çima berbiçav in û xalin sereke ne di vê berhemê de?
Tema ji berxwedan, xebat, pêşketin û bedewkirina, vejîna welêt pê ve ne tu tişt be jî, helbestvên a dilê xwe, derd û dilxweşîya xwe bi hevokên xwe yên ne-sloganane gotîye. Kurdistan bi xwe ye, mala nivîskarî, lê bi xêra afirînerî û cîhana hişî ya berfireh, tê bêjî qey ez çûm cihekî kesnedî di nava ristan de û ku te rûpela dawîn xwend vedigerî malika xwe esse, çi fîzîkî çi hişî…Ku meriv ji vê helbesta dûv-dirêj baş fêm bike, ne pêkan e “ji warê xwe hez neke”û “nexwaze li wî warî vegere”.
Axir bi vê rêze-helbesta hevok-kin a Selam Çinarî qul bi qul li bajarê xwedî xweşxane digere xwîner û her çiqa li pirbûna navên quncikên qesasîyê heyr bimîne jî; kurmê lotikan tên meriv kengî helbest nêvî dibe,helbestvan wilo dixwaze. Sîya mêtîngerîyê çi ye li wir nemaye, hût û mût tev hatîne qewirandin ji teref hebhinar, şengê û pengêyan..
Di dawîya helbestê te ristikên ku behsa xwarbûna gerdûnê dikin he ne. Gerdûn çima li me xwar bûye? Hey ez vê jî nabêjim:)! Dê helbestvan ji we re bibêje, ku bixwaze:)!
(MA/FD)