Lê dînbûna bajaran, ew ê çawa bê gotin,çimkî tenê tê jiyîn, nayê gotin.
Mesela asîman hatibû jêr, her kes bûbû stêrk û bi kolanan ketibû. Asîman çawa hatibû jêr, her kes çawa bûbû yeka/ê din, her kes çawa kurd bû, jin bû, mirov bû, zarok,mêr, pîr û ciwan bû?
Bajar welê şiyar bûn ku şevê wan dîn kir û malê tebatî neda wan. Her kes dipekiya, gavên wan welê egît bûn ku heta ba şervanên Zelaniyan ên jin û mêr diçûn.
Bajar dîn bûbûn û desmala herî xweşik ya Wanê bû. Li singa her kesî gul vekiribû. Qey ji ber vê bû ku Kurdan tim li ser desmalan kilam gotibû.
“Desmalê, desmalê desmalê lê lê, lê lê desmalê…” Desmala fîraziyê bû ev, ya gula li dil û guleya li aqil bû.
Bajarên maqûl û şareza,bajarên Newrozê çawa dîn bûbûn? Welle dîn bûbûn û di wê dînîtiya ku diçû heta ba Mehabada Sêdarê(erê,salveger jî bû…) zanatiyek ecêb hebû. Çav di tarîtiyê da diçirîsîn mesela, bûbûn çira. Her kesî/ê hev nas dikir. Her kes bûbû cêwî û Dem sekinîbû. Dem tam li wan kolanên şeyda û dijkoledar sekinîbû. Belkî sed, belkî sê sed sal derbas bû di şeva din de. Dem pêş ve çû, paş ve çû, reqisî, desmala Wanê hejand, xwe ji binê xirbeyan berhev kir. Dilê xwe wek bizotek li singa xwe bicîh kir, carek din hiş û mêjî ji Dehaqê xwînvexwar û hevkarên wî rizgar kir.
Herçî Batmana Kurdan bû, Çetîn û Cengizan(Abayay, Altun) silav kir. Yên ku hew mabû xwe tiştek bihesibînin li nêva erdê xist. Ew ên ku digotin qey dê karibin bixapînin û bi DNAya bajar û welat bilîzin, postê berxikan li gor û çeqelan bikin…Destmêja xwe ya necis a ku bi xwîna welatperweran hatiye girtin wek ya Mela, Xanî, Kurdî û Şêx Seîd nîşan bidin… Yên ku digotin qey kes nizane ku ew hew bi kujer û dagirkeran re hene. Yên ku digotin qey dê karibin koletiya jinê û jiyanê ji nûve saz bikin. Yên ku digotin qey…Bila li vir jî vala bimîne. Me kengê û çilo xwest em hingê dagrin.
Lê ev xwebûyîn û ronîdariya ku şeva din xwe gîhand çerxa felekê didome. Şeva din Dem bi giyan û bedenên Kurdewar ji nû ve hat eyarkirin, saet, salîse, saniye û deqe, bi dest û zanîna her Kurdê/î ji nû ve hatin bicîhkirin. Dê ev dem bidome. Her kes berpirs, serbilind û serwerê/a wê ye.
Û niştiman şahid e ku niha ya girîng ne hejmar, lê berzbûna vê giyanê birûmet e, ku neyê sabotekirin, dê tu qeyd û bend nas neke û heta pêkhatina ya di dil da here. Bila here, oxir be jê re.
Û helbet sed caran, Wan Xweş, Wan Geş Be!
(MR/AY)