Ev pirs girîng e û ez jî ji xwe dikim, çima? Qey bê parvekirin nabe an jî çi, çima tê parvekirin? Ji bo ku ez ji dema defter, kaxiz, qelem û pênûsan bi dûr ketim, neçar im parve bikim? Neçar im. Ji ber ku dixwazim nîşe û delîlan, sûret û îşaretan li pey jiyanê bihêlim. Û ew wêneyê ku way çar jin, çar kurd, çar mirov; wek çar çîrok,çar rêwî û çar jiyan ji nav wê li min û li we mêze dike jî,şahid û delîl, îşaret û belgeyek bibîrxistinê ye. Yanî eza zemanê kevin dixwazim ku wê sûretê jî wek derfetek bi kar bînim û dema roja wê hat, bêjim: Ha…ev resim, ji filan rojê maye. Ew roj wiha wiha bûbû û bayê me her çaran avêtibû filan derê. Em jî li wir,li ber wî deriyê sekinîbûn û me kenê xwe bi xwe û bi dinyayê kiribû.
Êvar bû ew gav û em bi hêviya sibehek xweş keniyabûn. Em çar kes bûn, lê te digot qey em kesek bûn. Kenînek hem nîvco, hem dereng, hem xerîb, hem nas; me wek rengên boyaxê tevlêhev kiribû û em bûbûn kesek, tenê kesek. Kesek ji kenînek lihevhatî,kesek ji kenînek zûhatî…
Lê belkî jî me xwest em bi vî sûretê ji dinyayê re bêjin; De vay em jî li vir in lêê… Tu me tune bihesibînî û hezar dek û dolabî bigerînî jî way em dikenin, dikarin bikenin.
Tu
Her kes dibêje qey tu, tu yî
Lê nizanin tu kî yî
Ku bibûya
Tu yê biçûyay zaroktiya xwe
Desmalkên ku digrîn aş bikira
Tu... tu bûyay
Te yê ji dudûyan pênc
Ji heftan jî deh derxista
Bi firçeya lêborînê
Cêbên xwe tije kêfxweşî bikira
Her kes dibêje qey tu,tu yî
Lê nizanin tu kî yî
Li bin vî asîmanê sorgevezî
Li çi digerî
Di vê wêneyê de jî tuyek heye ku ji çar tuyan çêbûye. Ezek heye ku ji çar ezan çêbûye. Kêliyek heye ku ji bêdawîtiyê çêbûye. Çîrokek heye ku ji çar çîrokên çar kurdan, çar jin û mirovan çêbûye. Di vê sûretê da jî razek-sirek heye wek ya tevî sûretên we…Û vî sûretê ku nikare bikeve nav albûman, ji we û ji demê re, ji vê pergala dîjîtal re(dîjîtal, ji dîgîtûsa latînî tê û ew jî “tilî” ye) hem spas dike, hem dibê me jibîr nekin, hem jî dizane hûnê wê jî wek hemû tiştên din pir zû jibîr bikin. Lê dê roj were ew jî wek tevî sûretên ne ji bo fors û “şovê”lê ji bo bibîrxistinê, bêje merheba ji we û ji me re. Lewre dema em sûretek datînin albûm an jî quncikek,em dizanin ku ew ê bibe xeber an jî bîranînek..
Loma jî niha bi awirên ku wek qeyîkek dûr dikevin li vî sûretê dinhêrim û dixwazim ku demek paşê wek qasidek derkeve pêşiya me û bibe xwediya vê hevokê; Wey…em vî sûretê jî wek hin sûretan nas dikin, ji albûma zeman derketibû pêşiya me û ji me re gotibû dê diyariyek were li pey min, diyariyek li ser zeman û berxwedanê…
Ka bila wêne tev xwedî çîrokên pêşerojê bin, û li pey wan jî xezîneyek ji bîranîna hebe, xezîneyek ji bêhna gulan û dengê beza hespan jî. Bila wêne jî me tenê nehêlin û ku roj hat, wek sûretên li dîwarên demên berê bi me re biaxivin û nexşên nazbalîfan li ser qumaşê qederê binexşînin. Bila sûretê me û we qet li erdê nekevin û ji hêza dîroka ku bi kevir û avahiyên xwe li pişt wan e qet mehrûm nemînin. Bila ev sûret û hemû sûretên ku dixwazin bibin modik û têjikên jiyanek”jiyan”li pey xwe bînin… Îcar ka sûretê we yê ku ê bibe modik û çûçikên bextewar li pey xwe bîne, em dikarin bibînin..
Û bila ev helbesta min jî wek sûretek li vir be:
Çîroka dilê te
Dilê te yê ku sîh sal berê
Li bin berfê hatibû dîtin
Ne bi hilma me û gulhinaran
Ne jî bi kespik û şînokan neheliya
Dawiyê li bin kîlera pinpinîkê hat ser hemdê xwe
Û bi pinpinîkên berfê re fir da çû
Qey bi berfê tê û bi berfê difire dilê te
Dilê te sîh sal berê
Di sandiqa zîv de hat dîtin
Lê qet nepeyîvî
(MR/AY)