Fotograf: Twitter
"Edebiyat ji edebiyatê diafire." Ev hevokeke ku di nava derdorên edebî de belav bûye û li ser zimanê nivîskaran tê dubarekirin.
Leila Slimani nivîskareke fasî ye û bi zimanê frensî dinivîsine. Romana xwe ya bi navê “Chanson Douce” (Strana Aramiyê) ji ber bûyereke rast nivîsandiye. Ev bûyerek wiha ye ku mirov di nava jiyana rojane de dikare pêrgî wê were û dikare di rojnameyan de bixwîne. Lê wê şakareke ewqas edebî derxistiye holê ku mirov dibêje hindik maye karakter ji rûpelan derkevin û bi mirovan re biaxivin.
Nivîskarê qala çîroka xanimeke bî dike. Navê wî Louise e ku bi lênêrîna du zarokan hatiye wezîfedarkirin. Navên wan Mila û Adem e. Leila Slimaniyê lîstika tiyatroyê ya Jean Genet a bi navê “Les Bonnes” (Navmalî) anî bîra min. Ku wî jî şanoya xwe ji ber bûyerên rastîn girtiye. Her du berhem jî dişibin hev. Her du jî ji ber xwebatên lêkolînî derketine. Ev lêkolîn li ser jiyana mirovan û nakokiyên rojane de ne. Lewra lehengên sereke di van her du berheman de jî ji yên din gelekî xurtir in.
Lehengên wê yên sereke navmalî ne
Lehengenên sereke navmalî ne. Karakterên din ên dewlemend di her duyan de jî bêreng û marjînal in. Di her du çîrokan de bûyer li du xaniyan diqewime. Her tiştên ku di dekora her du xaniyan de tên xuyakirin ji xwendevanan re behsa çînên civakî dikin. Di lîstika “Navmali”yan de mala xanimê bi mobilyayên luks xemilî ne. Lê odeya her du navmaliyan bêmiriz û nelihevhatî ye. Em di romana Leila Slimaniyê de jî dibînin ku mala xanimê ya bi navê Meral û hevjînê wê Paulî ji xaniyê Louise lê dijî cida ye. Ku ew li taxeke belangaz a Parîsê di xaniyekî yek ode de dijî. Ew gelekî deyndar bû. Nikarî bû kiriya xwe bida. Ji bo xwediyê vê odeyê wê nebîne û kiriya odeyê jê nexwaze, tenê ji tariyê heta tariyê diçû li wir radiza.
Lê wekheviya xurt a di navbera her du çîrokan de ev e: Her du xanim di her du çîrokan de bi awayekî nerm li beramberî navmaliyan tevdigerin. Di “Strana Aramiyê” de Paul, hevjînê Meralê tîne bîra wê ku ew xwediya malê ye ye Louise. Ji ber ku wan herduyan baweriya xwe bi Louise-ê anî bû û her tiştên xwe spartibûn wê.
Nivîskar afirîner in
Lê em ê vegerin da ku em pirseke girîng ji xwe bipirsin: Çawa xizaniya Louise-ê bala Meral û Paulî nekişandibû? Tev ku ev her du kes, di bin bandora fikrên çepgir de bûn.
Gustave Flaubert dibêje, “Nivîskar di xebata xwe ya edebî de divê mîna xwedayekî gerdûnî be. Li her derê be, lê li ti deveran neyê dîtin.” Heke em qebûl bikin ku nivîskar jî Xweda ye, Jean Genet wexta behsa jiyana navmaliyan dike, di rastiyê de behsa jan û hejariya jiyana xwe dike.
"Ez nivîskareke feminîst im"
Di bernameyeke Youtube-ê de ji Leila Slimaniyê hatiye pirsîn ku nivîskarê/a wê yê/ya bijartî kî ye? Wê gelek nav ji wan re jimart in. Yek ji wan Tolstoy bû ku romana Anna Karaninayê bandoreke mezin li wê kiriye. Yeke din jî ku jê hez dike Madame Bovary-yê. Leila Slimanî xwe weke nivîskareke feminîst dibîne û ji ber wê ye ku bêhtir romanên karakterên wan ên sereke jin in bandor lê dikin. Wê wiha nêrîna xwe derbarê romana feminîst de aniye ziman: “Min her gav ji xwe re digot, çima van jinên ku ji xwe zêdetir tiştan dixwazin, çima ew tên cezakirin, bi mirinê, bi xwekuştinê, bi zindanîkirinê?”
Kovara Elle-ê hevpevyînek bi Slimaniyê re kiriye. Li ser pirsa ku “Ma tu feminîst î?” wê wiha bersiv daye: “Ez feminîst im. Û îdia vî tiştî dikim. Ez tim û tim difikirim ku Simone de Beauvoirê digot, ‘şaş e em bibêjin şerê mezin me li du xwe hişt’.”
Ji rojnamegeriyê ber bi nivîskariyê ve
Ev Leila Slminaiya ku em niha behsa wê dikin, di 3yê Çiriya Pêşiyê ya 1981an de li Rabata Fasê jidayik bûye. Ew malbateke wisa de mezin bûye ku azadîxwaz ango lîberal bûne. Weke rojnameger di kovara Jeune Afrique-yê de kar kiriye. Di sala 2011an de Leila Slimanî dema “Şoreşa Tûnisê” dişopand, hatiye girtin. Wê biryar da ku karê xwe weke rojnamegereke serbixwe bidomîne û ji wê kovarê derket.
“Dans le jardin de l'ogre” (Di bexçeyê tebayî de) yek ji romanên wê yên girîng e. Wê bi vê romanê Xelata Mamounia-yê li Fasê wergirtiye. Ew yekem jin e ku li Fasê ev xelat dane wê. Di 2016an de wê di heman salê de romana xwe ya “Strana Aramiyê” derxist û xelata “Prix Goncourt” wergirtiye. Slimanî bûye nivîskara sêyem a ereb ku ev xelat wergirtiye ku yek ji wan Amin Maalouf e. Romana wê zêdetirî 35 zimanan hatiye wergerandin. Di sala 2016an de romana “Le Diable est dans les détails” (Şeytan di hûrgiliyan de veşartiye) nivîsandiye. Di 2017an de wê pirtûkek bi navê “Sexe et mensonges” (Zayendî û derew) derxistiye. Di vê pirtûkê de ew behsa jiyana zayendî ya li Fasê dike ku pirtûkeke realîst e. Nivîskarê ji bo vê pirtûkê hevpeyvîn bi jinên Fasî re kirine û weşandiye.
Leila Slimanî hêzeke wê ya gelekî xurt heye ku dikare bi riya van destpêkên tirs û xof xwendekaran bi xwe ve girê bide.
Hêjayî gotinê ye ku em bibêjin, nivîskara me pirtûka xwe ya “Strana Aramiyê” bi hevokeke dramatîk daye destpêkirin û gotiye: “Pitik mir.” Wê jî da ser şopa Albert Camus-yî, ku wî di romana xwe ya “Biyanî” de wiha destpêkiribû: “Duh diya min mir.” (MD/FD)