Foto: David Del Campo / Madrîd
9ê Adara borî li Barcelonayê salvegera îlankirina rewşa awarte bû. Salek saloqat e bajarvanî adapteyî jiyana nû dibin. Yên kar û bar ji malên xwe berdewam dikin, yên vegerîyan gundên xwe û yên dest bi karekî nû yê online kirin gelek in. Yên adaptenebûyî jî hene li vî bajarî. Xerîb ji xwe re xerîb/bîyanî ketin vê carê. Kengî Katalon vegerîyan gundê xwe, xerîb man li ortê!
Xerîb ne karîbûn vegerin welatê xwe, ne jî karîbûn bi gelê xwe re li hev bicivin û bi devoka xwe xeber bidin mehê carek be jî. Xerîbên ku ji welatê wekî Înglatera, Fransa, Holandayê ku bi dilê xwe hatibûn Barcelonayê, lewra ev bajar germtir û rengîntir e, li nigê nig terka vira kirin û vegerîyan welatên xwe yên sartir û gewrtir. Xerîbên ji Amerîka Latînan û welatên 3yem ji mecbûrî hatî, ev ên ku li vir asî mayî ne. A van xerîbana yên adapte-nebûyî ne. Ji xerîban re ku civakîbûneka fîzîkî mehê carek be jî nîn be ew ê aqil berdin. Îstatîstîkên beşa derûnnasîya Katalonyayê vê li ser programên radyoyê aşkere dike, lewra salek di ser rewşa awarte re derbas bû û pêkan e ew behsa hejmara kesên ketî bikin.
Xerîb di vê salekê de li xerîbbûna xwe hayil bûn û mijara aîdîyetê ew di sikakên vî bajarê rengîn de guvaşt û tengijandin. Bilêtên giran ne bes bûn, mesrefê testên PCRyê jî li wan zêde bû û divê ji bêrîka wan karkeran derbikevin ev mesrefûn nû. Li Spanyayê buhayê van testan di navbera 60-120€yî de ye. Ku em li maeşên xerîbên ku pirranî di “hosteleria”(tûrîzmê) de dixebitin binêrin, em ê fêm bikin çima bi hezaran kes dê êdî bikaribin 4-5 salan carekê serî bidin dê û bavên xwe yên li welêt-mayî...Mesela ferzkirina testa PCRyê bandora herî mezin li xerîbên ku ji welatên dûr in û li vir di sektora tûrîzmê de dixebitin kir. Serdana welêt ji bo wan êdî mûcîzeyek, luksek e...
Aborîya xerab ji milekî ve mirovan bê ewlehî dihêle û xerîbîya xeddar ji milekî din ve. Kes ên ku xwe ewle hîs nekin li welatên bîyanî, dê çilo bi ser bikevin di şertên awarte de. Qels dimînin xerîb ji alîyê sosyal, hestiyarî û aborî ve. Li Katalonya û temamê Spanyayê herî li pêş rewşa aborî ya van xerîban e. Tûrîzmê derbeke giran xwar; çû ji hemû karkeran de, sînor hatin girtin çû ji xerîban de, testa PCRyê ferz bû, dîsa çû ji xerîban de. Civîn û aktîvîteyên sosyal gelekî kêm bûn, çû ji hestên xerîban de...
4ê Gulanê li Madrîdê hilbijartinên awarte hene. Divê seroka/ê wê herêmê bê aşkere kirin. Partîya nû-hatîya faşîst VOX herî bêtir êrîşî mafên xerîb û penaberan dike û dibêje; çima mesref li wan dere, ev pere ji bêrîka Qralîyeta Spanyayê derdikeve, maeşê malnişînên me nake nêvîyê mesrefê ku li penaberan xerc dibe. Wekî xerîbeka karker dibêjim vê partîya faşîst û seroka berê ya Madrîdê Isabel Diaz Ayusoyê (li gorî nûçeyeka ajansa ABC Madrîdê, berî ev jin bibe serokê herêma Madrîdê, ew berpirsîyara hesabê twîtirê ya kûçikê bi navê Pecas bû.) :
Hêvîya me ji serokeka ku dikare hem mafê xerîban hem jî mafê ajalan biparêze heye, bêyî ku ajalan deforme bike elbet! Ji betalî û bitirîyê wêdatir çi ne ev pêkanînên Isabel Diaz Ayusêyê? Divê ew namzetîya xwe vekişîne; şerm e bo vî welatî.
Xerîb ji alîyê sosyal û derûnî ve jî lazim e bên xurt kirin. Bê ewlehîya hestîyarî, ew ê her kor bibin... Çi cure qrîz derbikeve berê wê li kesên welatên 3yem û Latînoyan e! Komên ku herî zêde ji pandemîyê derb xwarine; çi ji alîyê aborî çi jî ji alîyê hestîyarî ve ev in û divê bên baş kirin/xurt kirin da ku li xwe vegerin; kesayeta xwe, malbata xwe û pê re Spanyayê pêş bixînin bi karên ku bê sekin(havîn, zivistanan) dikin. Sûdeya herkesê di polîtîkayên sosyal de heye, ne tenê ya xerîb û penaberan. Metirsin!
(MA/FD)