Fotograf: Youtube
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Mehmet Atliyî demeke berê bi navê “Morî Mircan” albumek derxist. Atli di vê albumê de bi şêweyê xwe yê xweser stran stra ne.
Weke albumên wî yên berê di vê albumê de jî Mehmet Atliyî muzîka kurdî ya klasîk û besteyên xwe têkel kirine.
Atliyî herî dawî di sala 2014an de albumek bi navê “Birîn” derxistibû û gelekî ji strana “Pêşiya Malê” hatibû hezkirin. Weke strana “Dengê Dilê min” a di albuma “Jahr”ê û ya “Ya Erê Ya Na” ya di albuma “Wenda”yê de.
Her albumeke Mehmet Atliyî weke dewama albumên wî yên berê ne. Lê her weha Atli di her albumeke xwe de tiştên nû diceribîne. Em vî tiştî di albuma Morî Mircanê de jî dibînin. Li hêlekê Mehmet Atliyî stranên klasîk yên kurdî bi şêweyê xwe stra ye li hêlekê jî besteyên xwe bi tahma stranên klasîk xwendiye.
Em dikarin bibêjin ku di muzîka Mehmet Atliyî de klasîk û modern du tiştên bi hev girêdayî ne.
Morî Mircan jî berhema dawî ya vî şêweyî ya Mehmet Atliyî ye. Em dikarin albumê li ser du beşan dabeş bikin. Beşa yekem ji besteyên Mehmet Atliyî pêk hatiye û di ya duyem de stranên klasîk ên bi şîroveya Mehmet Atliyî hene.
Mehmet Atliyî pirsên me yên derbarê albuma xwe ya nû û rewşa wî ya di rojên koronayê de bersivand:
Di van rojên ku korona bandor li hemû cîhanê kiriye Mehmet Atli rojên xwe çawa bihurand? Bi qasî ku min dît te xebatên xwe li malê berdewam kirin. Weke “Stranên Malê”…
Weke gelek mirovan ez jî neçar mam li malê bim û bi malbata xwe re demê bibuhirînim. Her fersend kete destê me, em ber bi gundê xwe ve, ber bi karê bax û bostanên xwe ve çûn. Dema li malê bûm min li filmên ku lê temaşe nekiribû seyr kir û pirtûkên min nexwendibû xwend. Min tevlî heval û nas û dostên xwe li malê hin vîdeo kişandin û me li ser kanala min a Youtube-ê weşandin. Di vê navberê de amadekariyên albuma min a nû qediya bû û weke dijîtal hate weşandin; ez bi danasîn û hevpeyvînên wê re mijûl im.
Di vê demê de weke te got albuma te ya nû hate weşandin. Koronayê çiqas bandor li amadekirina vê albumê kir?
Me beriya pandemiyê qeydên wê temam kiribûn lê çapkirina wê biderengî ket, em nikarin konseran ji bo wê çêbikin. Lê ez mirovekî xweşbîn ê di ser xwe re me; ez dibêm miroj ji ber şewbê li mal bûn û vê jî hişt ku parvekirinên me yên li ser platformên dijîtal bêhtir werin temaşekirin. Li malê ji bo guhdarkirinê wextê wan çêbû. Divê bandorên neyênî hema hinekî be jî veguhezin rewşeke erênî.
Ez albuma te weke du beşên bi hev girêdayî dinirxînim. Di beşa yekê de beste hene û di ya duyem de jî stranên klasîk. Ev taybetmendî hema di her albumên Mehmet Atliyî de heye.
Tu rast dibêjî. Ji destpêka xebatên min ên muzîkê, ji salên zanîngehê ango ji salên ku ez endamê Koma Dengê Azadî bûm heta niha ev herdu hêl her gav bi hev re bûn. Lêgerînên di çavkaniyên gelêrî de, hînbûna ji wan û şîrovekirina ji nû ve û afirandina berhemên nû her gav bi hev re bûn. Têkiliya van tiştan bi xebatên me yên polîtîk re jî hebû. Ji bo ez zimanê me, muzîka me, edebiyata me baştir hîn bibim û ji bo pratika mûzikeke berfiher ez vî karî berdewam dikim. Dema ez zimanê me hîn dibûm ez nivîsandina stranan jî hîn bûm. Dema ez li ser stranên gelêrî dixebitîm min hewl da ez bestekariya xwe jî derxim holê. Me di albuma nû de repertuareke bi vî awayî kom kir: Helbesta “Gula Dil” a Mazhar Karayî, stranên Mihemed Şêxo û hosteyên weke wî yên gelek tên zanîn, stranên popüler yên weke “Vay Dünya”yê, gotinên stranan ên min nivîsandin û besteyên wan çêkirin, stran û klamên gelî yên bi heman nêrînê hatine şîrovekirin.
Dema behsa Mehmet Atliyî dibe, weke enstruman gîtar tê hişê mirovan. Di muzîka te de cihekî taybet ê gîtarê heye. Lê di vê albumê de ji gîtarê zêdetir em dengê lavtayê dibihîzin. Lavtayê çi li muzîka te zêde kir?
Hilbijartina enstrumanan şêwe û rihê besteyan û bi giştî dengan diyar dike. Di her albumekê de min bêhtir dem bi enstrumanekê re borand, ez li xweserî û nûbûnan geriyam. Di xebatên min ên komî û albuma Jahrê de li baglama û gîtar, di Wendayê de li gîtar, di Birînê de li lavta û gîtarê didim. Di albuma min a Jahrê de bi taybet kêfa guhdaran ji stranên “Pêşiya Malê” û “Karanfîl Eker misin?” hat ku min li lavtayê dida. Vê hişt ku ez di vê albumê de li lavtayê bidim. Bu ensturameke wiha ye ku him tehma sazên klasîk yên weke ûd û tambûrê hem ya baglamayê hem jî ya gîtarê dide. Sazeke nazik û nazenîn e. Piştî Wendayê min çavê xwe li dengekî din gerand. Demekê min li ûd û lavtayê da. Di Morî Mircanê de ew stran hene ku min bi rengê ûd û baglamayê ew stran e. Ji ber wê me hinekî bi rengên kevneşopiyê ew saz kir, him di gotinan him jî di muzîkan de ev heye. Min û hevalên min me xwest bi hejmareke kêm enstrumanan tiştekî sade çêbikin û ev enstruman deng û saza min xurt bikin. Morî Mircan jî weke navê xwe ji stranên weke moriyên li dû hev hatine rêzkirin hate sazkirin.
Te herî dawî di sala 2014n de albumeke bi navê “Birîn” derxistibû. Ji wê çaxê heta niha te çi kar kir? Te demekê li Zanîngeha Artukluyê ders didan. Lê paşê te dest ji wî karî berda. Te çima di akademiyê de berdewam nekir?
Di vê navberê de ez beşdarî gelek konser û bernameyan bûm. Ez gelek caran çûm Ewropayê û li herêma me geriyam. Bi derketina Birînê re di heman demê de pirtûkeke min jî çap bû. Behsa pirsgirêkên mîmariyê yên li Amedê dike pirtûk. Derbarê pirtûkê de hin gotûbêj û atolyeyên li ser mîmariyê pêk hatin. Ez beşdarî wan bûm. Ez bûm şahide pêkanînên mobbîngê yên li zanîngehê, bi taybet jî bûm şahide zextên ku Ahmet Agirakça, rektorê kevn ê zanîngehê li ser xebatkaran. Li min jî heman tişt hatin kirin. Min dest ji kar berda. Di vê navberê de min doktoraya xwe qedand û niha akademîsyenekî bêkar im. Li Tirkiyeyê azadiya akademîk tê astengkirin, dema karmendan li zanîngeh û saziyan bicih dikin neheqî û bêedaletî çêdibin, nespotîzm berdewam dike. Di nava van şertan de zehmet e ez karê xwe yê akademîk berdewam bikim. Têkoşîna min a hiqûqî ya li dijî rektorê kevin û zanîngehê dewam dike.
Niha ez bêhtir bi muzîka xwe ve daketime lê bi taybet bala min li ser pirsgirêkên mîmarî û yên bajarvanî yên Amedê ye ku ez li vir dijîm.
(Ji berîya vê hevpeyvînê, me li medyaya civakî beşek ji straneke Mehmet Atliyî par ve kir û got ku kî pê derxe bê ev stranbêj kî ye wê mafê pirsekê bi dest bixe. Ozcan Cennetî beriya hemû kesan bersiva rast da û mafê pirsê bi dest xist. Pirsa wî li jêr e)
Di muzîka te de li gel bandora çavkaniyên gerdîşî bandora muzîka rojavayî ya klasîk jî heye. Tu dikarî derbarê van çavkanî û vê bandorê de çi bibêjî?
Li şûna ferq û cewaziyên hişk ên weke rojhilat-rojava ez van weke mîrateyên hevbeş ên mirovatiyê dinirxînim. Di vê serdema ku sermaye, ked, raman, hilberîn û mezaxtin her diçe globalîzetir dibin çand jî divê têkel bibe û ez ji vê ne aciz im. Em xwe digihînin çavkaniyên muzîkal ên cida, em ji wan hîn dibin, em ji wan hez dikin an jî nakin. Hemû hunermend sûdê ji van çavkaniyên pirreng distînin û wan ji nû de ava dikin. Baweriya min bi arîtî û gewherîtiyê nayê û ez xwe weke parçeyek ji cîhana mirovahiya gerdûnî dinirxînim; weke kesekî ku bi kurdî hîn dibe û jê hez dike, dixwaze azad bibe û pêş bikeve. Ji ber wê ye ku di muzîka min de şopên cida ên kevneşopiyên muzîkal hene û deriyê min ji van re vekirî ye. (FD)