Dema ku Alexandre Dumas li pey keşfegera Garîbaldî ya ji bo Sîcîlyayê bû, ji Behra Spî derbas dibû, li Marsîlyayê bêhna xwe vedabû û şatoya Îfê jî dîtibû. Ev ew şato ye ku lehengê romana wî ya bi navê Kontê Monte Krîsto, Edmond Dantes berî bibe kont, çardeh salan lê mabû…Îja dema li wir e, dibîne ku rêber çawa behsa “ciyê kont”, hucra ku lê maye dikin û turîst çawa bi hestiyarî, bawerî û dilsozî li wan guhdar dikin. Lê eynî kes qet behsa kontê Mîrabeauyê ku bi rastî jî li wir maye nakin. Yanî çi? Yanî lehengên romanê bûne, lehengên rastîn û lehengên rastîn jî bûne yên nerastîn, yên ku ne kes bi wan bawer dike ne jî ji bo wan xeman dixwin! Lê çima wiha dibe? Lehengên romanan çima û çawa ji yên dîrokî û rastîn, rasttir dibin û xwe li vir û li wir, li îro û sibê li ba dikin, digerin?Qey hêz û rastbûna rastiyê, biqasê ya dinya romanan nîne?
Lê bila bersîva A.Dumas pêşiya pirsan bigre: "Hêz û serweriyek romannûsan heye ku dikarin qerekterên ku qerekterên dîrokî bikujin biafirînin. Sedema vê jî ev e; qerekterên ku dîroknûs wan diafirînin, xeyalet in, lê yên ku romannûs wan diafirînin mirovên zipîzindî û bi dil û ceger in!”
Helbet bersîva romannûsê mezin têr û tije ye. Lê em ê Don Kîşotê ku hem bi xwe qerekterek romanê ye û hem jî bi xwendina pirtûkan û jindarkirin û jiyîna lehengên wan dil û aqilê xwe xwariye deynin li ku? Way hê jî dixwîne, hê jî wek jana zirav bi wan re dijî, hê jî dihele û dimilmile! Don Kîşot, ew lehengê romanê yê ku bi lehengên romanan re bi cinan dikeve, ji eyarê xwe direve… Ew cîran û dostê me yê herdemî…
Lê tam di vê derê de em êdî dibin “rastiyek”din, rastiyek ku Umberto Eco wiha pirsiyar kiriye; “Min ev ji xwe dipirsî: Em dibên qey em kî ne? Em ên ku ji dergevanê xwe bêhtir bi Hemlet bawer dikin, em kî ne? Mafê min ê darizandinê heye? Ez ê ku hê jî ji bo bûyerek derkeve li Madam Bovaryya xwe digerim?”
Em ên ku ne bi dergevan, lê bi rastiya…Hemlet bawer in û li Madam Bovaryyên xwe digerin, di behra edebiyatê de çi ne, çiyê lehengan e? Mesela em û Don Kîşotê ku gelek caran bi hev re dîn dibin, çima biqasî pirtûkan bihêz nîn in? Û dema ku ji bo Madam Bovaryya xwekuj, xwe bi girînê dikujin, çawa jibîr dikin ku ew bi xwe jî bi pirtûkan re li ser lehengên pirtûkan giriya bû, ne li ser xwe... Nexwe em hemî Madam Bovary ne, li cîhê ku li ser xwe bigirîn, li ser pirtûkan û lehengên wan digirîn û heta dor tê ser me, êdî em xwekujên bê ruh in! Û loma em carna jî wek ku Eco dibêje, “li Madam Bovaryya xwe digerin!” Lê ku Hemlet jî, Don Kîşot jî û Bovary jî (helbet gelek mînak hene ji edebiyata me jî, lê mijar niha wiha li gor çavkaniyê çû, çavkaniya vê nivîsê: U. Eco, “Genç Bir Romancının Anıları, Kırmızı Kedi Yayınları) em bin (jixwe em in), em ê çi bikin, xwe li ku veşêrin, li ku bavêjin meydanên tije qelebalix?
De ka em “Janên Wertherê Ciwan” jî jibîr nekin, dema ku ew pirtûk derketibû, bablîsokek li pey xwe rakiribû ku ew jî “Tesîra-Bandora Werther “bû, çimkî gelek evîndaran, xwestibûn xwe wek Wî bikujin û kuştibûn jî. Îja em ê wan kesên xwekuştî an nîvkuştî yên ku dabûn pey Werther, deynin li ku? Lewre ew jî li ba xwekujên rastîn, tenê sersaxîxwaz bûn, lê li ba Werther, şopdar bûn. Welê dan ser şopa Wî ku ew bû rêber ji wan re û qet tenê nema. Jixwe em ên xwenekuj jî, ne şopdarên Wî ne?
Her wiha Eco bibîr dixe ku gelek zanist û zanyar jî di nav de, her kes li şano û sînemayên ku berdewama edebiyatê ne welê digirî ku, bi jiyana rastîn re qet nayê muqeyesekirin. Nexwe rondikên ku edebiyat dide barandin, ji yên ku jiyana derveyê edebiyatê dide barandin pirtir in. Û derya ne ji avê, lê ji rondikên xwendevanan ên li ser evîndar û delodînên edebiyatê çêbûne? Ku ne welê bûya, dê hemî rêyên trênan ên hesinî, dilê me nekirana pembo û me ba Anna Karenîna, Arsenîka M.Bovary her tim wiha li bîra me wer nebûya û Werther wiha bi gavên bêdeng her li pey me nebûya...
(MR/FD)