Nexweşiyên fizîkî piraniya caran îşaret û hişyariya beden û ruh in. Zengil in, defa hewarê ne. Dibêjin bes e. Niha ez a ku di nav lepên wan zengil û defên hewarê de me ji we re dinivîsînim. An jî nanivîsînim. Yeka nexweş, li ber nîvê şevek bi mij û xemdar dikare çi binvîse gelo? An jî dikare çi nenivîse?
Gelek caran wiha dibe; beden û ruh, min li ser sûc digire û nexweş dikevim. Encam û sedem xwe wek tizbiyên heciyên berê dirêj dikin. Ji wan jî aciz dibim, ji xwe û ji bûyînê jî. Bûyîna ku hepsê nav vê bedena fanî, nazik û bê per bûye. Bûyîn bi xwe tiştek belatewş e lo. Tu welê hatî çêkirin ku tim di xizmeta vê mekînê de bî. Çimkî bênavber tî dibe, birçî dibe, tije dibe, vala dibe, radizê radibe. Nasekine mekîne, hewar e. Tew îja hesûdî û fesadî dike. Jixwe bêbaskbûn bi tena serê xwe derd e. Her tişt difire, ji bilî mirov. Mesela, Kûsî jî Dikarin Bifirin…newisa Qobadî?
Di ser van rêzikan de gelek bahoz derbas bûn, gelek serêş, gelek pirtûk, xwendevan û nivîskar, gelek kêliyên mijdar. Û niha li vê nîvşeva tenha, li keviya her tiştî sekinîme û li benda xeberek xweş im. Bila bê, bila zû bê ew xebera xêrê. Lê wek ku seetê pêlavên hesinî li piyên xwe kiribe, her salîse di hişê min ê bendewar de dike teqereq. Teq…req.. Dîsa û dîsa teq û req. Belkî jî seet zengilê şeytên be û rîtima wê jî lêdana dilê me be. Belkî seet, ne seet…be. Îlluzyon, an jî xapînokek be.
Niha dengê trêna şevê tê. Zingezinga vagonan berê bîranînan şiyar dike. Dû re hemû hêviyên siberojên azad li vagonên xwe bar dike û diçe. Ne dikarim bêjim neçe. Ne jî dixwazim bêjim here. Lê bila siberojên pêlavsor zû werin, zû werin!
Min çawa got siberojên pêlavsor, fîstansorên kilamên me derketin meydanê. Fîstansorên kezîzer tevlê şevê bûn, tevlê vê şeva girîng. Kumsorên porreş jî xwe dan kêleka wan. Her kêliya şevê dîsa yeman, her nefes an rizgarî an jî ferman e.
Tew pêşangeha ku bo min bû xwedî bîranîna şîn û nexweşiyê jî hat û derbas bû! Na. Ne fîstansor ne jî kumsor bû. Na. Ne sedî sed… kurdî bû. Na. Ne li gor dilan bû. Lê jixwe bi gulek bahar, bi pêşangehek newroza ziman nayê. Newroza ziman! Çi gotinek xweş. Me newroz divê. Me ji bo her tiştî newroz divê. Me newroza her tiştî divê. Me Kawayên ji kesayet, enerjî û xwîna xwe divê. Me yeko yeko vê divê. An na têr nake tu tişt, qet bes nîne.
Jixwe beden û ruhê me yê heyî jî qîma xwe bi me nayne û carê carkî me nexweş dixîne. Dermanên tewşomewşo wek xewnereşkan bi pey me dikevin û ji şîfayê zêdetir jehriyê bera nav rehên me didin. Nexweş in em way dîsa. Mukur neyên, bi heft awî înkar bikin jî, nexweş in em. Merezdarî û bindest. Bê yekîtî û tifaq. Derdê me em bi xwe ne. Kêra me em bi xwe. Nexweş in em. Zer û zerhimî û bi kuxtekuxt! Em di dorpêçê da bûne tim, lê di nêv dorpêçê de jî me tim bi hev re şer kiriye. Di dorpêçê de ne dîsa em, li di dorpêçê de jî şerê hev dikin, li qusûrên hev digerin. Dorpêç didome. Lê kanên dest û dil û kul û gulên yekbûyî? Ha, lê di meseleyek de yekîtî! heye. Ew jî ev e: Her kes yên din sûcdar dike! Tenê di vê meselê de her kes dibe yek û bênavber şûr dihejîne.Yekîtiyek çi mezin ne? Kes nabêje, ew çi dike ez jî eynî tiştî dikim… Ew şaş be ez jî şaş im, ew berepaş be ez jî berepaş im. Ji ber ku ez jî li qulpan digerim gihayê hewşê tehltir dikim.
Em nexweş in doxtor beg. Destên me bi felcek wilo ketine ku nabin yek. Em nexweş in doxtore xanim, xelk dijminê me, em dijminê hev in. Di rojên man û nemanê de jî nabin yek. Xelk ji yekbûna me ditirse, em ji hêza hev.
Zivistanek ecêb û xedar e. Zarok dicemidin. Zivistanek koçber e jî dîsa bo me. Hêvî tenê dimînin, dinya di ser mirina me re derbas dibe û wilo haziriya sersalê dike. Lê em nexweş bin jî dizanin, dê baharê bîne ev zivistan. Baharê, baharê. Em ê bera nexweşiyan û dermanên wan û doxtorên wan bidin. Bi fîstansor û kumsoran re li tembûrê bixin. Em ê bi pêlavên sor û kurdî li ser spîtahiya berfê bimeşin. Ji berfê heta newrozê bimeşin. Newroza xwe ji nû va geş kin. Dê ji ber meşa pêlavên sor û kurdî zemher û seqem bireve, agirê wê bigihîje asîman.
(MR/AY)