Wêne: Murat Bayram / bianet
Di van rojên dawîn de her kes dibêje bi navê konkordatoyê dewleta Tirkiyeyê dixwaze îflasa şirketên xwe veşêre lewma vê yekê bi navekê 'asortîk' bi nav dike ku gel fêm neke. Konkordato ne tiştekî bi vî rengî ye. Ez li ser rê û rêbazên tirkan erênî yan jî neyînî naaxivim lê belê pêwîst e behsa vê pergalê bikim ku mijar zelaltir bibe.
Konkordato pergaleke dostê şirketan e û dixwaze wan biparêze. Bi tenê şirketan naparêze. Di heman demê de deyndarên wê şirketê jî diparêze. Jixwe dema şirketek îflas dike nikare deynên xwe jî bide. Hem ew zirar dibîne û hem jî şirketên ku deyndêrên wê ne zirar dibînin. Bi rêya pergala konkordato jî şirket fersendeke din bi dest dixe û hewl dide ku hem xwe ji îflasê xilas bike û hem jî deynên xwe bide. Lewma ev pergal pergaleke baş e.
Di van demên dawî de pirî pargîdaniyan konkordato îlan kirin û lewma êdî ev mijar bala her kesî dikşîne û mirov vê mijarê gelekî mereq dikin. Ez ê jî bi kurtasî qala vê mijarê bikim.
Em ê bi vê nivîsê bi kurtasî bizanibin ka konkordato çi ye.
Konkordato çi ye? Kêrî çi tê?
Konkordato pergaleke dost e. Yanê ev pergal şirket û kooperatîfên bê suc(ji aliyê dana bacê ve) , ji deynên xwe re rast lê ji aliyê aboriyê ve rewşa wan xirab bûyî diparêze û wan ji tengasiya ku ketinê xilas dike.
Çawa dike?
Deyndar û deyndêr bi rêya pergala konkordato peymaneke îmze dikin û deyndar di nav dema ku hatiye diyarkirî de deynê xwe dide. Di pergala nû de biryara îflasa şirketê deyndêrê ku herî zêde pereyên wî li ser şirketê be dide. Belê nexwe konkordato çi ye?
Peyva konkordato ji zimanê îtalyanî ye û ji 'concordato' tê. Şirketên îflas dikin û deyndêrên wan li hev tên û di nav şertên ku bikaribin dewama bazirganiya(ticareta) xwe bikin û deynên xwe bidin de peymana îflasê yanê konkordato çêdikin.
Damezraka konkordato bi kanûna http://î.î.Kyê ya bi hejmara 2004an û bi bendên 285-309an hatiye ve saz kirin.
Armanca vê pergalê alikariya şirketên ji aliyê bacê ve bê suc û ji deynên xwe re rast e. Bi vê rêbazê îflasa şirketê paş dikeve û şirket fersend dibîne ku dewama bazirganiyê bike û deynên xwe bê îflas bide. Jixwe şirket îflasa xwe bide dê deyndêrên wê jî pê re zirar bibînin. Lewra ji bo her du aliyan jî pergaleke baş e. Di vir de pêdivî bi daxwaziya deyndar heye. Heya şirketa ku ji ber deynên xwe hatiye ber îflasê daxwazî neke nikarin peymaneke wisa îmze bikin. Bi daxwaziya deyndar jî pergala konkordato dest pê dike.
Damezraka konkordato bi vê pergalê dixwaze bikeve pêşiya îflasa şirketan û fersenda xebata bide wan ku hem berdewama karên xwe bikin û hem jî bikaribin deynên xwe bidin.
Damezraka konkordato ji çar beşan pêk tê.
Ew jî ev in:
1) Konkordatoya adî( ya ji rêzê),
2) Konkordatoya piştî îflasê,
3) Konkordatoya ku bi destjêberdana hebûna sermiyanan,
4) Bi rêya li hevhatina şirketên sermiyan û kooperatîfan ve sazkirina şirketê,
(ŞZF/MB)