Heyat di kîjan erebê de ye em zanin? Li pêşîya wê çi heye? Dê her car bighîje menzîlê an na? Ereba heyatê bi ku va diçe? Çi bi xwe re dibe, çi dihêle? Ên ku lê suwar dibin, dê kengê û li ku peya bibin? An jî dibe ku em bawerî bi ereba heyatê bînin?
Demek dirêj e ku erebeyên dilsoj bala me dikşînin, erebên şewitî, teqîyayî. Erebên ku rêwîyên xwe ji bo cara dawîn suwar kirine. Erebên ku dê rêwîyên wan nema karibin li ereban suwar û ji ereban peya bin. Erebeyên ku êdî ne erebe ne û nema dihêlin rêwîyên wan peya bibin. Erebeyên ku rêwîyên wan nema rêwî ne! Em ê çi bikin ji van erebeyan?
Li erdnîgarîya me jîyan tim erebeyek xerabe bûye. Me xwe dîtîye nedîtîye ev erebe tim bi arîze, tim bi qeza û bela ne. Dême ku erdnîgarî ne erdnîgarî be, erebeya ku heyat tê de ye jî ne tu erebe ye. Ka kî ji me dikare ji bo kîjan dema jîyana xwe behsa rêwîngîyek dilxweş û bi ewle, behsa gihîştinek bê qeza û bela bike?
Bes carna êdî tîr davêje kezebê û mirov dixwaze erş û ezman bi vê pirsê bihejîne, çima heyat, çima?
Herhal dê heyat bêje ji dîrok û wexteroja xwe bipirse, çima ji min dipirsî?
Em hemû bi wê risteya Cegerxwîn, xewherimî bûne!
Xelk li ser teyara ye em hêj li keran suwar in
Kurdo rabe ev çi hal e…
Bes hin xelk, li ser pişta kerê ketin rê û bûn serwerên dîrokê…Hin xelk, bi keran gihîştin heyvê jî.. Wek ku mesele ne ker in ne jî suwarîya li wan… Ê rebena çi bikirana piştî ku xwedîyên wan wiha deredîrok, derezanîn û xafil, yanî em…bûn?
Îja em hemî bi navê wê pirtûkê û hesta ku çê dike jî dizanin: Dinyayê biseknînin, ez ê peya bibim, an jî: Dinyayê biseknînin, ên ku dê peya bibin hene! Wek ku dinya ji bo hinekan erebe ye ne? An jî dinya welê erebeya wan e ku dixwazin jê peya bibin? Yanî hem gihîştine armanca xwe, hem jî jê têr bûne! Bes em hêj li binê tekelê vê dinyayê yanî vê erebeyê…bicîh nebûne. Em hêj ne xwedîyê rê, ne xwedîyê erebeyê ne jî xwedîyê rêwîtîyê ne.
Jixwe heyat jî heyatek rehet û şareza, yanî erebeyek biewle û ji pola, nade yên ku ji heqê heyatê dernakevin. Jixwe hewcê dîrokê jî nake, ka em li xwe binhêrin. Hema niha her yek ji me li ku ye, çi dike û çi nake, memnûn e ji halê xwe an na? Ku memnûn nebe sûc dike stûyê kê? Ji bilî sûcdarê dîrokî behsa kê û çi dike û ya herî girîng, ji bo çareserîyên makro û mîkro çi dike? Çimkî piştî demên wiha dirêj, mirov dibe nexweş û muptelayê tekrar û gilî û gazinan jî..Û nikare heyatek bi her tiştê xwe serwext bifikire û xeyal jî bike.
Erebe diçe. Em li pêş an li paş suwar in? Erebe diçe. Em rê û rêwîtîyê baş dizanin? Erebe diçe, erebe diçe! Xwedî û rêbirên rê, kî ne em dizanin?
Erebe ber bi mayînan ve diçe, dê çi bê serê me, em dizanin? Ev erebe ji ku derket, em kengê û li ku lê suwar bûn?
Em kengê ketin vê rêyê, ev rê me dibe ku derê, em dizanin? Ku em nizanibin qe nebe em bikarin xwe jê bavêjin ne? Ha…hûn dibêjin em nikarin xwe bavêjin jî, çimkî em nizanin li wir jî çi heye!
Nezanîn çi zor e wey lêê! Dê ev erebe çi bîne serê me? An jî dê ev erebe, êdî çi bîne serê me?
Her deqeyek me rojek esaretê ya li vê erebeyê ye. Her rojek me mehek e. Ma ne bes e, berî ku yên ji me çêtir na, ji me neçêtir…me bi vê erebê tune bikin, em çareyek nebînin? Ji ber ku ne erebe erebe…ye, ne em em in, ne jî rê, rê ye! Û bi rastî jî êdî me ne can maye, ne sebr û aram.
Me rê, rêwingî,erebe(wesayîd) û qederek baş divê lêê. Divê em bi saxî û selametî bighîjin armanca xwe.