Ji bo nûçeya tirkî / İngilîzî bitikîne
William Golding di romana xwe ya bi navê “Xwedayên Mêşan” de behsa komeke zarokan dike ku li graveke bimircan dimînin. Di roman de nivîskar behsa veguharîna van zarokan dike. Veguharîna wan a ber bi civakeke dirinde. Piştî ku li ser serê wan mezin an jî qaîdeyên civakî ên hevsarê wan bixe destê xwe namîne, di nava zarokên xort de şer û pevçûna bidestxistina hêzê û desthilatdariyê dest pê dike.
Em hostatiya Goldîngî ya ku çawa mijareke ji rêzê karibe bike berhemeke herî mezin a ji wêjeya cîhanê dînin li hêlekê. Sedema bingehîn a hezkirin û ecibandina vî tiştê ku behs dike ew e ku hemû mêr ne xerîbê wê ne.
Ne hewce ye ku we balixbûna xwe li dibistaneke şevborîn a tijî zarokên xort borandibe. Di hevalên we yên lîstikê de, di tîmê de, di koma mêran a biçûk a dibistanê de, li her derê ew şerê bidestxistina hêzê ango tundkariya vekirî zû bi zû xwe diyar dike.
Ev tişt, hinekî însiyakî ye û dibe bêhtir jî ji hînbûnê tê. Di dema pêşbirka rêbertî û rikberiyê de kesên lawaz tên diyarkirin û tundkariya ‘xwezayî’ ber bi wir ve diherike.
Bila ti kes behsa xwezaya mirovan neke, em weke navê xwe dizanin ku çîrok ji pêkanîna tevgera bêsînor a hatiye hînbûn pêk tê.
Belê, em li xwe mikur bên, hemû jî dikarin di nava wî tiştî de kom bibin ku em jê re dibêjin “mêrbûn”. Tundkariya ku mêr li mêran dikin, gelek caran tundkariya herî bêmerhemet û ya herî bênavber e. Lê ew ihtimala ku mexdûr bibe zorba, dibe sedem ku em vî tiştî asayî bibînin. Em dizanin, di tundkariyê de rewş ew rewş e ku ‘kî bi kê bikari be’.
Ew ê di nava keriya mêran de dibe lawaz e dibe ‘çûkeke boyaxkirî’. Herkes jî bi wî dikare. Dibe ku tê bîra yekî ji wan ku wê wiha nebe, wê wiha nedome. Lê wê gavê, yên balixbûyî wê ne weke balixan lê weke zarokan tevbigerin û ew bêgunehî ya biqiymet ya kêmpeyda dikeve şûna zilmê.
Ew însiyak her gav ji bo ber bi ya lawaztir ve biherike amade ye ku nehatiye perwerdekirin û wisa hatiye hînkirin ku her gav ji bo tehrîkirinê li ser piyan disekine. Ji ber vê ye aramiya wê jinê ne domdar e ku li malê him ji hêla madî û him jî ji hêla manewî ve bi mêr ve hatiye girêdan û ew aramiya wê jî li bendeyî însafa wî mêrî hatiye hiştin. Kesa/kesê ku ji me lawaztir her carê vedigure muxataba xwezayî ya wê tundkariyê. Evîndarên me, jinên me, dayikên me, li kar hevalên me yên jin gelek caran dibin hedefên daimî yên hêrsa di dilê me de dikele û lêgerîna bidestxistina hêzê.
Gelo laneta herî mezin a mêrbûnê ne ji ber wî tiştî ye ku çortî, tundî û her cure hovîtî bi “mêrokî” tê binavkirin?Bi qasî tundkariya ku mêr li mêran dikin, tundkariya jin li jinan dikin, jin li mêran dikin jî encama tevgerên hînkirî û nîşandana hêzê ye.
Em weke navê xwe dizanin ku nîşandana vê hêzê ne tenê ji tudkariya fizîkî pêk tê. Gelek rêyên çewisandina, êşandina mirovan hene. Herçiqas ku rê û rêbazên civakî soza hinekî aştî û aramiyê bide mirovan jî, rêya wê zilmê dîsa jî tê dîtin. Li her cihê ku lêgerîna hêzê hebe jî wê xwe nîşan bide.
Jin jî dibin weke mêran, paşê jî pesnê wan tê dayin. Dibin “jina weke mêran”. Em dizanin ku wê gavê jinên hevrik car caran ji mêrên şerker xerabtir dibin…
Li her devera ku mirov weke civak lê dijîn navê hêzê mêrbûn e. Divê em destê xwe deynin ser wicdanê xwe û biaxivin, me bi hev re ev tişt ava kir û me xwedî kiriye û mezin kiriye.
Dayik in ên ku van zarokên xort xwedî û mezin dikin. Dayikên dibin maxdûrên mezin ên rewşa vê mêraniyê. Keç dixwazin bibin weke birayên xwe û hewl didin li ser lingan bimînin. Rêya herî hêsan a rizgariyê ye ku ne “weke keçan” lê “weke mêran” erebeyê bajo, alkolê vexwe û li kargehê, li kolanê, li nava mirovan bijî.
Heke israr bikin weke jinan bimînin, wê gavê dibin hedefa xwezayî ya mêran. Nikarin xwe ji wî tiştî rizgar bikin ku ne weke kesayetiyeke wekhev û berdar a civakê lê weke amûreke zayok û pasîf bê dîtin.
Ya zehmet ew e ku li derveyî van rolan bimîne. Jinan gelekî hewl dane ku him weke jinan bên xuyakirin, weke jinan tevbigerin, him jî têkiliya xwe ya bi jiyanê re xurt bikin û daxwaza her tiştî bikin û bibin xwediya wan. Di vê dema dirêj de hinek tişt bi dest xistine. Bi milyonên jinên ku ji vê re dibêjin na, bûne jehrbira mêraniya me jî. Em dikarin çi bibêjin, baş e ku ew hene… (CE/ŞA/APA/FD)
Wêne: Kemal Gokhan Gurses