Xeyd bi mezinan re jî çêbe rewşek zarokane ye. Belkî jî ji lîstikên heyama zaroktiyê maye. Xeyd carna mafdar be jî sabotor(saboteker) e, xirabker û acizker e. Pirsan jî bi pey xwe dixe. Xeyd carna bêdawî ye, carna jî bidawî.
Piştî hin tiştan tu hew dibînî ku way êdî xeyd nîne. Lê gelek caran heta sedem ji holê ranebin û neyên gotin xeyd didome. Bes xeyda wê çi bû, çilo bû? Ji ber kîjan sedeman bû û çima bidawî bû kes nizane. Ji ber ku dema Perwîn xeyîdî jî bêdengiyek hebû, dema ku xeyda xwe bidawî kir û li ziman vegeriya jî.. Ji bo ez zêde nikarim û naxwazim dinya dîjîtal bişopînim, serwextiyek min a geş tine, lê dîsa jî min dît ku xeyda wê wek ya zarokek bû. Zarokek ku dixwaze balê bikşîne ser rewşek neheq an jî îhmalek… Jixwe piraniya xeydê jî boykot e, helwestek şiyarker e. Lê ji bo ku mesele zimanê me bû, ew xeyd dişibiya xencerek jî, xencerek ku gere li zimanê xwe nehata kişandin. Lê tam ji ber vê rastiyê bû ku me hew dît ku way ew xencer êdî nîne û ew, wek bilbila bax û zimanê me yê dilşad dixwîne(helbet ev hevok ne xeydnas in ne jî li ser navê kesê/î diaxivin,lê dizanin ku her tişt û keda ku kurdî bilind dikin pîroz e).
Lê ew çi xwendin bû! Me dît ku kurdî çiqas li operayê tê û opera jî li kurdî.. Digel ku operet tev wek “diyaframê” dixwiyên jî ew stêrk bû, stêrkek kurd, jin û kemilandî û her kêlî ji nû ve hilhatî. Her ku çirisî me aşiqê kurdî kir, her ku dilê me bi ava muzîka me av da, me tîtir kir.
Ew çi çirûsk bûn, ew çi deng û awaz, çi şarezayî û serbilindî bû. Bi sedan kesên li salonê, wek kulîlkên ku li ber bayek nerm dihejin mest bubûn û hêdî hêdî dihejiyan. Wek ku dem sekinîbû, kesê nedizanî kengê û ji ku hatiye wir. Şev sekinîbû, dil sekinîbûn, awir sekinîbûn, stêrk sekinîbûn. Her tişt sekinîbû û li stêrkek dinhêrî. Stêrka muzîka kurdî ya operayî. Guh zelal dibûn bi wî dengê kûr û zîz. Kurdî çi xweş, kurdî çi geş bû.
Lo Şivano… Ev strana kevnar bi wî dengê zîz û xweş dibû şivanê wî şevê û her kesî/ê newal bi newal digerand. Her kes dibû şivan û xwe bera nav newal û geliyên kevnar dida.
Dengê wê bû! Dengê wê bû ê ku me hemûyan bera nav şivantî, newal, dîrok û stranê dida. Dengê wê, bûbû hespê bûyînê û me bi çar aliyan va dibir. Çar demsal bûn dengê wê, bi çar heyaman me radipêça.
Kengê û çawa nizanim, bes em hemû bubûn kevok. Baskên ecêb derketibûn ji ser milên me. Baskên reş, spî, şîn… Kevoka mezin ew bû û bi wê reqsa kevokane me jî bi dû xwe xistibû. Min cara ewil kevokek wiha bêdawî didît. Kevokek xwediya deng, giyan û bedenek bêdawî. Kevokek ji asîman hatî, kevokek ji kûrahiya axa welat hatî, kevokek ji deng çêbûyî..
Digot: Ez kevok im lê lêêêê… Her tişt dibû kevok. Lê kevoka ewil û axirê zeman ew bû, kurdî bû. Jixwe ku kurdî nebûya û bi kurdî negota, zazakî û kurmancî bi hev re li asîmanê muzîkê nenexşanda, dê tu car ewqas xweş nebûya, ewqas bêdawî, ewqas xemilandî. Dema ku got, em heqê xwe dixwazin jî, notayan bask li hevdû xist.
“Dayê delala min î, hela bêje çawa yî…”Dayêya ku niştiman bi xwe ye, dayê ya ku her kes jê sêwî maye, dayêya ku kes nikar e xwe bighînê, dayêya ku her kes her diçe bêhtir bi agirê hesreta wê dikeve… û stranên din…
Destên wê bubûn bask. Her tiliyek çivîkek bû. Milên wê, milên govenda bagerek bûn.. Porê wê hêlîna kilam û stêrk û peyam û hêvî û xeman bû. Porê wê hêlîna notayên serserî û welatî û gerdûnî bû.
Perwîn bû ew. Stêrka operaya kurdî. Serfîraz bû di zeviya wê muzîkê de, em jî bi wê serfîraz bûn. Dil çi kêfxweş, aqilê welatperwer çi serbilind bû bi wê kurdê û wî dengî.
Beden û ruh, newa û gotin, muzîk û zeman, ax û eman, jehrî û derman, şans û ferman, mirin û fîncan, bêdengî û olan.. Her tişt li wir, her tişt ne li wir bû. Her tişt yekbeden, her tişt perçe perçe bû.
Yekîtiya beden û ruh, yekbûna muzîk û bedenê, dûrketina ji tevayî sînoran bû ew. Li wir bû. Li ser dikê, li nêz her kesî/ê, li şeva Amedê. Lê dûr bû, dûr bû di pêlên deryaya dengê xwe yî bêdawî de. Dilek ji muzîkê bû ew kurdî û serkeftî. Periyek ji asîmanê welat hatî…Her tişt bubû bask, her tişt difiriya, her tişt dibû awaza kurdî, her tişt dibû bêdawîtiyek li ser kevirê keviran nexşandî.
Ey kevoka bêdawî û baskek ji baskê dengê welatê me yî asîmanî, bi xêr hatî!
(MR/AY)