Dema hindek peyv ji devê mirovan derdikeve, mirov wan bi şiklê wan ên di hişê mirovan de ne, tîne zimên. Weke mînak; kevir.
Bi qasî agir nikare xwe bigîhînê hişk e, bi qasî mirov bixwaze wî bike berhem qaîm û bi qasî bimîne piştî sedsalan jî berxwedêr e. Ezmûna mirovan a pêşîn a bi kevir, ji ber vê ye. Ji ber vê ye kevir; şkeft e, çeka bi bandor e û rûpela pêşîn e. Hin caran ji bo çêkirina xwarinan, hin caran ji bo fêrkirinê, hin caran ji bo li ser nivîsînê û hin caran jî ji bo çêkirina fîguran hatiye bikaranîn. Bapîrê min digot: “ Bingehê mirovan ax e, yê gerdûnê jî kevir e.’’ Kevir, bingehê kelehan, bircan, milkan, sûran, çîyayan û qesran e…
Bingehê dewletên baviksalarî jî, kevir e û çeka herî kevn a hilweşandina heman dewletan jî kevir e. Lêbelê kevir, hîn jî bi hemû giraniya xwe disekine, serhildêrê li dij barûdê ye.
Kevir hiş e. Di gelek gotinên pêşiyan û stranên gelan de cih girtî ye. Hin caran di gotineke pêşiyan de şîretan dike, hin caran jî di stranan de dilhişkbûna yarê nîşan daye.
Di nav jîyana me Kurdan de jî, cihekî taybet girtî ye. Di navbera hiş û dil û di navbera hişmendî û lorînan de cih girtî ye. Ma ne ji ber vê bû ku Kurdan, di bin xaniyên xwe de stargehên ji keviran çêkiribûn. Sal 1988, cih bajarê Helebçe, tevgera Enfal û bajarên her wekî din. Li wan deran pozê zarokan diketin ser sêvan, sitûyê wan jî diketin ser keviran. Li hember çekên pêşketî û balefirên şer jî xwe sipartibûn şkeft û stargeh û çiyayên ji keviran. Êdî sêv, li wan deran, peykereke ji kevir e.
Îro dîsa hunermendên Kurdistanê, gotinên nixumî li ser wan kevirên bapîrên wan ketîne, nivîsîn e. Wêneyên xwe ne li ser kaxizan, kartonan û qûmaşan, li ser diwarên ji kevir çêdikin. Li wir kevir, tişta di hişê wan de maye destnîşan dike.
Piştre dayika Taybet, dikeve ser dilê kevirekî. Li wir bi rojan radikeve. Zarokên wê di şibakeyê de lê dinêrin, lê nikarin biçin cem wê. Kevirek dikeve ser dilê tevan. Li wir kevir, ji tevan re goristan e.
Di heman rojan de, li sînorên bêwate yên Kurdistanê de, diwarên ji kevir tên lêkirin. Tê xwestin ku Kurd, hev nebînin. Li wir kevir, alava ji hevveqetandinê ye.
Peyre xanî, sûr, çarşî, dêr û minare yên dîrokî, yên ji keviran, di nav şer de dimîne. Lewra kevir saxlem e, lê ku qaîm bimîne, ew ê ji dijmin re bibe metirsî. Di neqeba çekdaran û kevirên bi hiş û serxwe de, şer destpê dike. Dîrok, hewş, kuçeyên teng û serê wan digihêje hev, qesr û xan di navbera herdu aliyan de dimîne. Mirovên ji axê çêbûyî, di navbera wan de dimîne. Kesek ji wan mirovan, dikeve bin kevirê çarling. Tahirê ku dixwaze hişê kevir biparêz e, dikeve bin lingên kevirekî. Li wir kevir, tişta dikeve ser dil e.
Li rojhilatê Kurdan jî şer û xisimtiya kevir a bi Kurdan re xilas nabe. Li wir jî kevir, hem Kurdan diparêze hem jî wan dipelixîne û dieciqîne. Ji hêlekê ve xaniyên ji kevir hildiweşe ser serê wan û ji hêla din ve ji zilm, sinorên xwe yê ji kevir li wan digire. Ne dixwaze alîkarî ji wan re were û ne jî ew bi xwe bi hawara wan ve diçe û alîkarîyê ji wan re dibe. Li wir kevir erdhej e, nahêle hiş têkeve xew.
Pişt re serdestên sînorên ji kevir, bi heman gotinan tên cem hev. Dixwazin cihê keviran neyê guhertin. Keviran didin ber derfet û hêviya sedsalan. Disa gefxwarin, bi sinorên ji kevir, tên lêkirin. Gef li Kurdan tê xwarin bi birçîbûnê, xizaniyê û bi şer. Li wir kevir kevirê sabrê ye, divê ev tişt baş bê zanîn. Kevirê sebrê ji kevirê din bi hêztir e, lê dibe ku biderize!
Narîn Yukler | |
Di sala 1988an de li navçeya Wêranşarê ya girêdayî bajarê Rihayê hatiye dinê. Li bajarê Dîlokê di zanîngeha "Gaziantep Üniversitesi" de beşa Geştûgûzarî û Rêveberiya Otêlan xwendiye. Rêveberiya otêlekê kiriye. Di sala 2014'an de ji ber sedemên polîtîk neçar ma ku ji welêt (bakur) derkeve. Helbest û nivîsên wê û hevpeyvînên ku bi çend kesayetiyan re kiriye, di kovar û rojnameyên weke "Evrensel Kültür, Akatalpa, Eliz, Yeni e, Rojnameya Ewro, Rojnameya Hich, Kelên, Peyv" de hatiye weşandin. Çend helbestên wê di kovar û antolojiyê li London, Çîn, Hîndîstan, Pakîstan û Sirbîstanê de weşanê dike de hatiye wergerandin û weşandin. |
(NY/MB)