Tuncay Ozel, Şanoger (Ji bo mezinkirinê wêneyan bitikînin, Wêne: Murat Bayram/bianet)
Ti lîstikê ez ew qasî nêzîkî êşê nekiribûm. Êşeke ku ne di dilê xwe de, heta ku di termazka pişta xwe de his dikî. Êşeke ku pêwîst nîne mirov zanibe ji kîjan demê maye yan ji kîjan ‘esaban dizê. Êşa ku yekî dî dikişîne. Êşa ku em, ji qîma dilê xwe bi wî didin kişandin. Êşa ku, em her çiqas di şadî û bextewariyên xwe de ji hev cuda bibin jî, ew di ti çax û cur û cinsan de ji hev cuda nabe û bi genetîkeke manend me hemûyan mohr dike. Û êdî em neçar in wê êşê nas bikin, fahm bikin û weke a xwe be his bikin.
Tehdeyiya ku me li xizmekî xwe yê dûr kiriye û têkoşana wî ya li jiyanê-manê û xelasiyê, Franz Kafka nivîsî, Roşeng Rojbîr wergerand kurdî û Tuncay Özel vejand.
Li quncikekî biçûk ê Şa Performansê, pêlên vê çîroka tund yekî bi dubendiya hovîtî û rihmê re rû bi rû dihêle. Tarîtî û jana vê çîrokê eger berê hestên me bide ciyekî, bila ew cî diyarê hurmeta ji jiyanê û jîndaran re be. Bi min, gelekî pêdiviya me bi vê heye. Nemaze, di vê demê de. Her çiqas em ji alî temendirêjî, tenduristiyê de ji berê baştir bûbin, ji berê zengîntir bûbin, ihtîmala me ya mirina di şer û cengan de ji berê kêmtir bûbe û halê me xweştir bûbe jî, divê em tiştên ku ji rûyê me de xerab û ziyan dibin jî ji bîr nekin.
Nizanim gelo em di serdemeke wek a Kafka bi teşqele de dijîn yan na, lê wek hawê em êdî ne li şêmûga serdemeke nû, bes li şêmûga terzekî nû ê jiyanê ne: bablîsokên populîzmê, otokrasiyên wek şewbê belav dibin, teknolojiyên bilind ên ku kar û maneya gelek tiştan diguherin û bi ewrên xem û fikaran ezmanê pêşerojê dadigirin, qîlên germahiya gerdûnî ên ku hino hino di xara şînik a cîhana me de diherin…
Gava ku her tişt bi lez û şêweyeke bêpayan diguhere, meyldariyên bo paşerojê, hesret û nostaljiyên ji çêyî û xirabiyên berê re nakokiyên kûr dixin navenda jiyana me. Îcar hinga ku bi xema van tiştan serê me dibe wek tara bêjingê, dilê me bêpertav dimîne, pêşniyara min ev e ku hûn li vê lîstika şanoyê temaşe bikin. Kêliyekê dengê xwe nekin û, ji hemû desthilatî û serdestiyên xwe mehrûm, tenê his bikin.
Derseke baştir naye bîra min ji wê yekê ku ji bo ku em xwe nas bikin em pêşî ê dî nas bikin –ê ku xwedêgiravî qet naşibe me.
Çîroka me baştir naye gotin, bi qasî dema ji devê ‘ên ne wek me’ bête gotin. Çîrok çîrokeke kevn e, dirêj e, û didome; û meseleyên me yên bingehîn hê jî di wir de asê ne.
(CK/MB)