Helbet niha hewce nake em bînin bîra hev ku govend çiqas girîng e bo kurdan, çiqas kevnar, hestiyar û genetîkî ye. Hema xeml û rewşa wê govenda li ser kevir bes e, çi lazim e ew dibêje. Bes wek ku lazim e mirov li ser me û rewşa govenda me ya heyî çend tiştan bêje. Çiqas girîng, peyamdêr û berxwedêr be jî, tu govend û reqs û sema nikare mirov û civakê ji rewşa heyî ya kambax rizgar bike, jixwe nekiriye û nake jî.
Loma jî kurdîtiya ku mixabin li bakur hepsê nav qalibê govendê, hew govendê!..bûye, hinek xeternak e jî. Ji ber ku me heta niha dîtibe jî nedîtibe jî rastiyek wiha çêbûye: Kurdên ku zûda zimanê xwe yanî xwebûna xwe terikandine, tevlê wî sûcê mirovahiyê yê xedar bûne wisa ji xwe bê xeber, wisa bê cidiyet û dilrehet in ku bi ser wê rewşa BÊ ZIMAN yanî bê nasname de reqs û govendan digerînin...Belkî hinek bêjin, ma ê çi bikirana, di destê wan da tenê govend maye! Mesele tam jî ev e! Çima di destê wan de tenê govend maye? Govenda bê zimanê, bê cewhera çandî û dîrokî…Ne şam dûr e ne jî mişar! Guhên me yên reben, di govendên çalakiyên îsal ên bo cejna ziman de jî bi dehan caran van gotinan bihîstin:
“Ay…Ne gûzel! Kurtlarımızı dökmeye geldik! Keşke sen de gelseydin ya, tam deşarjlık.. Çok rahatladık, bizimkiler uçtu uçtu!”
Û rûyê mirov dibû erd, çimkî komek ji komên Xoresana Kakil bû ya ku distriya. Bi rehên xwe yên dîrokî zûda gihîştibûn stêrkên ji ser hemdê xwe çûnê. Rûyê me çawa nebe erd! Baş bû ku ew deng nediçû wan, baş bû bi tirkî nizanibûn…
Îja…Govenda newrozê cuda ye, bes kurdîtiya ku li dora agirê Kawayê Hesinkar bi reqs û dîlan digere jî, gelek caran wiha ye. Yanî bi kurdî naaxive, nizane, hîn nabe, naxwaze hîn bibe, jixwe tirkî têra wê/î û sed dê û bavê wê/î dike, besê wê/û heft jiyana wê/î ye. Û ya sosret, di dawetên ku zaveyên wan çawîşên pispor in, erê, çawîşên pispor, pir pispor!..jî de govendgerên kurd… bi hewa dikevin. Û paşê…Paşê zava jî dibin kurd û welat û ziman û hebûn digihîje erş û ezman!!
Welhasilê kelam, dema li derek nasnameyek bibe hevkara sûcê dagirkerên xwe her tiştên wê mehsûmiyeta xwe ji dest dide, her tiştên wê! Yanî govenda wê jî! Û çawa ku di wateya bi rûmet û xwebûnî de govend, tenê govend nîne, di wata bişftinê da jî govend, êdî tenê govend nîne…Mirov her roj bi cil û bergên kurdî, xwe li ber heft dahol û zirneyan bikuje jî, ne ziman ê ku di kesayeta mirov de hatiye kuştin zindî dibe, ne sosyolojiya mirov a deformebûyî tê ser hemdê xwe, ne jî her mal dibe Hawara Celadet Bedirxan. Rastî xwedî xencer be jî wiha ye. Em dilê xwe bi menedayîna tiştan a li gor dilê xwe rehet bikin jî, ev rewş naguhere. Govendgerên tirkîaxêv û tirkîtîhez û bê xwebûn, ne xwedî pêşerojên bi rûmet û ronî ne, ne jî dikarin li hember zava û bûkên pir pispor bibin tiştek.
Her wiha lazim e em vê jî jibîr nekin, ne mumkun e ku kurdîtî bi ast û armancek wek govendgerînê were ser hemdê xwe û têkçûnên xwe derman bike, bes serdest bi êrîşên wiha dixwazin eyarê bidin bûyîn û hedef û çalakgeriya mirov jî. Mînak, divê tu her malek xwe bikî dibistan, lê ew êrîşê govenda zarokên te dike û hem rojev, hem jî çalakiya te dibe govend! Halbûkî derman û karê te dibistan e, ne govend. Yanî bertekdayîn çiqas mafdar û di cîh de be jî, ji bo ku yên ji dervî mirov wê eyar dikin ,ne azad û xwebûnî ye.
Jixwe belkî govenda me zûda ji me xeyîdiye jî, lê me hay jê nîne. Çimkî hatiye rût û tûtkirin, bêvînkirin, bêzimankirin. Loma jî wek ya xwebûnî guherbar û afirandkar nîne, hew deşarj dike û zimanê tirkî wek lehiya kêzikên nasnamexur bi ser me da dirjîne.
Ev jî heye, piştî ku mirov bi dildarî an bi darê zorê terka kakilê hebûna xwe kir, heqê mirov heye ku mirov govend bigre? Hem jî govenda ziman û çanda ku mirov zûda bûye hevkarên kujerên wê!
Bes helbet kurd û govend ji hev nayên qetandin,helbet ew govenda ku bi hezaran salan e nekarîne tune bikin didome, dê bidome. Lê gere pirsa,
kîjan kurd, kîjan govend…jî her li bîra me be.
Lê ew zarok û govendgerên ku hatin girtin…ew li ku ne niha, çi dikin? Em ê wan ne tenê bi govendên rastî, yanî kurdîjîn, lê bi her awî tenê nehêlin ne?
Û deynek her kesê yê wiha jî heye: Divê mirov bide zanîn ku kurdîtî nabe tiştek ku tenê dikare govend bigre, hew govend! Govenda tirkîaxêv… jixwe ne govend e.
Zarokên girtî û dûrxistî, helbet hûn ê li wir jî bigerînin govendên dilêr û kurdî, tenê kurdî…û dê bên pêşiya we kevokên sedî sed kurd û kurdî!