Her çiqas ku çand û kultir heta niha bi pir awayan hatibin danasîn jî, di eslê xwe de ne tenê merheleyeke ku bi xwe bi xwe pêşdikeve, jê re hin şertên civakî divê. Mîrate û bermayên çandî jî kombûna berhemên giranbuha ne ku ji destpêka mirovahiyê û vir ve ji bo avakirina jiyaneke baştir, di encama tekiliyên navmiletan de û bi afrandêriya ‘Mirovan’ derketiye holê. Wêje û hunera Kurdî di nava xwe de zanebûneke hevbeş derdixin meydanê, helbet li ser edebiyat û hunera Kurdî jî pir tişt dikare were gotin.
Pêşketina çand û ziman jî girêdayî asta demokrasî û sîstema wê dewletê ye. Tekiliya devkî ya bi qisedan rastiya bingehîn ya ziman e, lê belê xurtbûna romana, çiroke, helbest û şanoye.
Ew Kurdên ku bi wan îsyan û serîhildanên xwe, di nava rûpelên bi êş yên dîrokê de cîh girtine, ji edebiyata nivîskî dûr bûn. Sedema bingehîn ew e ku derfetên wan yên xwendin û nivîsandinê çênebûne. Lewma jî çanda wan ya civakî û edebiyata wan ya devkî gelekî dewlemend bûye.
Çawa ku heyama navîn û di Ronesansê de meydana bazar û piyaseyê di nava xwe de cîhanek mezîn dihewand, li gundên dûr û bêdeng û şevên dirêj ji dinyayek xwebûnê dihewand. Di şevbûhirkên bêserî û bêbinî de, stran, xeberoşk û meselok, bizarên mîr, axa û began bingeha şanoyê yên resen bûn. Li ser benderên gûnd pevçûn, şerên ser kaniyê, dîjmîn, nifîr û galegal jî...
"Sêrkên Ezmanên Hesinî"
Orhan Çelîk, jî bist salî zêdetrî e kû li Almanya yê dijî. Her çiqas ku ji ber zor û zordestiya sistemê weke penaberekî hatibe Almanyayê jî, bi adana wêje û şanoyê penaberitiya xwe watedar dike. Ji Çewlikê wekî mamosteyekî dide rê û têkîliya wî bi wêje û şano re çê dibe û dikeve nav serborîyek dinê. Mişextkirin, binçavkirin û girtin... Hê wê demê kû li gûndên Deryaya Spî dest bi nivîsa şanoyan dike û bi vî awayî tevlî xwendakaran pêşengiya şanoyan dike. Lê li diasporayê weke herkesî azadbûna xwe û azadbûna pênûsa xwe dibîne. Pirtûka wî ya bi navê "Fîstansorê" jî hêla Weşanên Belgeyê hatiye çapkirin. Di vê pirtûkê de şanoya wî ya ewil a bi Kurdî "Stêrkên Ezmanên Hesinî" bi navekî din şanoya "Gîlîdaxê" û şanoya dûyemîn "Fistansorê" heye.
Her niviskar li gorî axa xwe û erdnîgariya xwe, teşeyê digre û afirandin û honandina wî bi xwezayî derdikeve hôlê. "Stêrkên Ezmanên Hesînî" li ser nebûna perwerdehiya zimanê dayikê ye. Eyb û şermek mezin e kû heta niha Kurd di atmosferek azad de bi zimanê dayika xwe perwerdeyê nabînin!
"Stêrkên Ezmanên Hesîn" trajedîya herkesî ye; Mamoste Evdal, Mamoste Mûrat, muxtarê gund, Dîno û Kewê...Li ciyê zilm û zordestiyê, dînîtî hinekî azadbûne, rizgarbûne! Mamoste Evdal û Dîno rastiya Kurdistanê ne. Dîno him dîne hîm jî ne dîne!
Dîno: "Lo hela li min binêre! Mizgîniyek nû: Çiqas stêrkên hesin li ser milê paşa û generalan hene, min ew bi destên xwe berhev kîr û xistin nav tûrê xwe. Offf di bin barekî hesinî de çiqas westiya me. Min erd koland û ew kirin bin erdê."
Dîno: "Evdal, mirov nizane ku tu yarî yan jî neyarî? Çima qala kûlîlka min dikî? Ew ne kûlîlka dînîtiyê ye. Ew taca Turaniyan e, taca Osmaniyan e, taca Romiyan e, tu dizanî? Kenan Paşa bi merasîmekê ev tac teslîmî min kirî."
û Dîno dibêje "Li gundê biçûk gellek tiştên mezîn hene!"
Di bin çavê mifetiş û komseran de mamoste Evdal dibêje: "Binêrin, gelê vî gûndê biçûk! Zilma Roma reş bi dîzqirme ye. Ez dilerizim. Tev bi hevre dikevin govend û bi yekdengî dibêjin; ‘Tê zilm e ha tê zilm e/ tê zilm ê ha tê zilm ê/ Evdal dîno tê zilm ê/ Destê Evdal kelemçe/ Kilita wî wenda ye/ Dengê Kurdî ber ba ye/ Aşê Romê rê de ye'.”
“Fîstansorê”
Gelo pirsgirêka diasporayê bî kurahî hatiye ziman û bûye mijara roman û şanoyê? Pirsgîrêk û halet-î rûhiyeta diasporayê bi berfirehî nehatiye nivisandin, ez wisa bawerim kû wê di pêşerojê de gelek tişt bên nivisandin.
"Fîstansorê" şanoyek balkêş e. Meseleya “Ar û Gozê”, bi giştî mesele û pirsgîrika me teva ye. Ar destnîgarek û rewşenbîrek e. Bi gundiya xwe ya bi navê Gozê re dizewice û bi hev re tên Almanyayê, dibin penaber. Hiş û aqilê Arî li ser hûnermendiyê û li ser pirsgirêka welatê wi ye. Wêneyekî jinikeke "Fîstansor" çê dike û ew jinik dibe hêwiya Gozêyê!
Xewn û xeyala Gozêyê jî ew e kû bibe xwedî zarok û pasaporta Almanyayê bistine, bazinê zêr bike zend û bendê xwe û here welatê xwe. Lê zarokên Gozêyê çênabin, ji tenêbûnê bî bûka darîn û xortê darîn re diaxife. Gozê her tim tinazên xwe bi Ariyi dike û dibêje: "Ca hela şewqa wî ya sor binêrin, pûlik li eniya xwe kil kiriye weke nêriyê mala Xalê Muso!"
Ar, her roj guhdarîya Mozartî dike û wêneyan çêdike. Ji jiyana Almanyayê acize, her tim xewên xûrtole dibîne.
Gundê wî bûye aşekî xerabe, zûrezûra guran e, koma guran malên gûnd par ve dikin! Piştî van xewnan bêşerm ew jî weke kûçikên welatên xwe dizûre...
Gozê jî tenê ye, her tim telefonan dide welêt û dibêje; "Ez bibûma xwedî cêwî. Bila çiçikên min biwerimîna û bibûna weke çiçikên bizina kol. Min bi destên wan bigirta û ji vîr biçûma welêt."
Ji pirsgirêka penabertiyê wêdetir, pirsgirêka rewşenbîr û hûnermendaye jî "Fîstansorê". Li rewşenbîrên Rojhilata Navin û Kurdistanê binêrin; bi qizên apan, xalan, qizên met û xaltikan re zewicin, kû ew jî ne be bi qizên taxê re... Weke bîreke bêbiniye û ew jî nizanin kijan içlîkên xwe li xwe bikin. Ka em li dora xwe binêrin, Gelek ji me ne weke Ar û Gozê ne? Ez hevidarim kû Orhan Çelîk ji iro pê de, wê bêhtir şanoyan binivîse. Nivîsandîn karê nivîskara ye, lê lîstok û nîşandan jî para listîkvana ne.
Niha çiqas rojên dijwar hebin jî hûner xwe bi xwe çê dike, civak xwe diafirîne û hebûna xwe bi vî awayî berdewam dike, çand û huner jî dîroka rastîn ya herî civakane ye. Li cem wan civakên ku çand û hunera wan pêşneketiye, hebûna kesayetiyên azad xuya nake. Civaka ku ji hunerê fêm neke dibe esîrê jiyaneke xuyangî û guranî, di goristana zindiyan de. Dijwarî û xirabiyê hildiberîne û bi vî awayî li pêşiya azadî û aştiyê dibe asteng. Baş e ku roman, çîrok, helbest û şano heye! Ev dîroka me ya rasteqîn û hêviya me ya dahatûyê ye. "Fîstansorê” û “Stêrkên Ezmanên Hesînî" bang li listikvanan dike; "Ha werin şanoyê ha werîn şanoyê!" (SS/FD)