Nizanim hûn jî wilo ne? Min xwe dîtîye nedîtîye bi xwe re şer dikim, hêj ji zaroktîyê va..Tim sedema şer heye, tim hin tişt di hucûmê (ne di êrîşê de,ji ber ku êrîş… niha ji min re zehf naîf û nerm hat) de ne. Hin tişt xwarovîçko ne, neheq û bîlesebeb in, ne liyaq û hişqirêj in.
Na, eviya ne ew şerê li hember nefsê yê ku bi erebî jê re dibêjin “cîhadul ekber”e. Ev tiştek din, şerek tehl û tûj e. Tim qirika mirov tijî dike .Dengê mirov dixîne, li nîva şevan roniya nizanim çend rojan dide nav çavên mirov. Ne xew dihêle ne jî xeyal. Li nêva rojan bi tarîtîyek wilo êrîş dike ku her tişt ripîreş dibe. Ev tim wilo bû, lê bila ji niha û pê ve wilo nebe êdî.
Sînemê
Nekşîne perdeya êvarê
Û tiştên nedîtî nebêje êdî
Heyat belkîyek e belkî
Wê destmalê nehejîne û neyê
Ji wan stranên kevnedûr
Nehejîne destmalê, Sînemê
Lew tu nikarî zuha bikî mijangên xezalekê
Û dilopek rondik, kûrtir e ji behrekê
Di axîna hespê qer de
Gustîl şikestin, neyê Sînemê
Êdî hîrehîrên hespan jî
Xalxalok jî mizgînîyên derew tînin
Heyat…belkîyek e belkî
Û belavoka li binîya malan
Danagire destên vala
Bi xêr neyê, Sînemê!
Hebûna destmala te jî min dilşad nake
Lewre êdî êvar e
Ev helbesta ku ji 11-12ê Gulana 2007’an, ji zîndana Sêwazê destmal ji me re dihejîne jî şahid e ku em çiqas nerehet bûne, çiqas bêmecal.
Xwîya ye ku Sînem jî em in ya ku li ser wê helbest nivîsîye jî, yên ku niha van gotinan dixwînin û destmal dihejînin jî…Çiqas em…zehf in lê! Ku wek yên xelkê hema yek ba û xwe li derek vê dinê, li welatek azad veşarta nedibû? Na. Îllem gere kaos û geremol hebe. Gere hin ji min, hin ji min bikujin. Carna dibêm gelo ji ber hawara şikestinên dîrokî yên ku di hebûnê de olan dide (ji ber ku zanist dibêje jenosîd jî tevlî genetîkê dibe) ne wiha dixwazim xwe li tevî oqyanûs û golan wer bikim? Na. Tenê ne ve e. Kurdîtî tiştek welê ye ku tu bi hezar bizmaran li derek mîxkirî yî û hezar hespên dîn jî te ber bi xwe ve dikişkişînin. Her wilo hemî kund û qijik û pepûkên dinê jî bi ser te de dixwînin. Ew jî têr nake, tu bi heft şûjinan, bi heft sedsalên cuda ve têyî dirûtin û heft mekîneyên nebûnê jî te di nava xwe de dihêrin.
Hahoo… Bû wek t’erîfên pîrejinên me yên şareza. Ku digotin, serî li min bûye kundir, nava wî tije moristang in. Heftê û heft hespên hêç pê lê dikin û qijakên dinyayê tev tên wî nikul dikin û nizanim çi?
Bes tev jî rast in û bi ser de jî gotin têrî nakin…
Şeva Bagerê
Bager dike zingezing li xebroşkên eywanan
Cam bi baran in
Çivîk nizanin xwe li ku veşêrin
Îşev bager tevlê bayê dilê min dibe
Li ser xanî û kolanan digere
Her tişt dilerize
Di hembêza şevê de
Em çivîkên demê ne
Me baskên xwe vekir
Bagerê ka me bibe
Belkî havîn li hin deran mabe
Bi bagera niha jî û ya li wê şeva zîndana Çewlikê ya ku vê helbestê daye nivîsandin jî bawer in em. Çimkî ew jî em in. Dema ku ez…wiha pir bin, her cûre rewş û hêz jî pêkan dibe. Kaos her tiştî piştrast dike. Bes ev şerê wiha dijwar carna diwestîne jî. Pêşîyên me bîla sebeb negotine: Bixwekirîyan derman tine. Ji ber ku mayînên ku xelkê li zevîyên mirov çandibe çiqas zor be jî, tên paqijkirin. Lê ku mayînvan mirov bi xwe be, paqijkirin gelek zor e. Bes em baş in dîsa jî. Dev ji tu tiştî bernadin.
De bila helbesta sêyemîn jî ji Sêv jî Me Dikujin were (Şeva Bagerê ji Dilavî ye):
Şanoyek e Heyat
Şanoyek e heyat
Lê tu kes rola xwe nalîze,heyhat!
Dema ku heyat hat
Em li ferên solên xwe digerîyan
An jî em gotineke sivik bûn
Li nava libên berûyan
Me heyatê vexwar
Tehma wê ma li devê me yê tî
Bûrî heyat, bûrî!
Ji stûyê me yê bi morî
Şikestim li baweşînka Welatê jorî
Jehrî bû heyat, me vexwar
Şêrînîya xwe hîşt li devê me
Derbas bû heyat
Ji sîya dilê min, heyhat!
Bisekine êdî mirinê
Bibexşîne dara me ya jîyanê!
Ku ezên li hinavên mirov dîn nebin, mirov berîya ku bibe sîh salî, helbestên wiha dinivîsîne?
(MR/AY)