Her kurd bi êrîşa vê gotinê veciniqiye, aciz bûye û dibe: “Bila hebûna min ji hebûna tirkan/tirkîtiyê re bibe diyarî!” Erê, diyarî, ne tişteke din…Diyariya ku hêza wan a kurdkujiyê zêdetir bike, diyariya ku barbartiyê hartir bike, diyariya ku goristanan û bêgoristaniyê zêdetir bike, diyariya ku zindanan, xizanî û belengaziyê pirtir bike! Çimkî ku kurd xwe bikin diyarî, ji bo wan, dê tenê ev wate hebe. Helbet di vê sed sala bêdawî de yên ku xwe kirin diyarî û hê jî dikin hene. Xwuyaye dê ev xwediyarîkirina ku xwe qurbankirin e, bidome jî. Lê welle heyra belkî wext e ku em wek her kurdekî/e zana û hişyar mercekekê bidin ser vê mesela“ diyariyê”!
Mînak; wek her kesî/ê, me çi diyarî da vê komara girîng û zêrîn?! Diyariyên wê yên bêdawî jixwe diyar in û li her derê dixwiyên, lê me çi kir? Çi dayê, çi nedayê, rêya çi lê girt û a çi lê vekir? Bi rastî jî em ên ku me xwe nekir diyarî; me dîrokek çawa nivîsand, diyariyek çawa teslîmê wan kir? Diyariya me bû çi di van sed, çil, bîst, deh an pênc salên borî de û dê bibe çi? Çimkî diyarî tê xwestin ji me, xwe diyarîkirin, ne tiştek din!
Ev çi diyarîhezî û diyarîxwazî ye ku her roj bi qîreqîra zarokên reben qirikziwayî dibe û wek qareqara mirîşkek li ber ruh, heta asîmanan diçe? Ev çi kabûs, ev çi bela, ev çi şerm, ev çi rûreşiya mirovahiyê ye?
Diyarî, ne? Diyarî…Ne tiştekî din! Tevlêbûn na, vîn na, serbilindî û hebûn na! Endamtî û wekhevî na! Diyarî! Wek pêlav an jî kulavekê; wek maşik an jî dasekê; wek tas, kursî an jî sivnikekê. Xwe bikin diyarî lo, bibin diyarî lê! Ma hûn çi ne, ji bilî vê çi ji we tê? Ji bilî xwediyarîkirinê hûn bi kêrî çi tên, çi giranî û wateyek we, çi qedr û qîmetek we heye?
Dagirker li her derê welê ne. Diyariyan dixwaze, distîne. Dagirker tim wiha fermanê dide, lew dagirker e. Tiştek din nizane, deremirov e. Wekheviyê û reqsa wê ya bêqusûr îdraq nake, seqet e. Lê yên ku xwe dikin diyarî, ew çi ne? Kîjan êş li mêjiyên wan ketiye û zanîna wan pûç kiriye?
Belê, yên ku talan dikin, diyariyan dixwazin, yên ku neyarên hemû diyariyên mirovî û xwezayî ne, diyariyan dixwazin û bi zorê ji mirov distînin. Çimkî kommar in ew, koma marên duling, komara marên zexel.
Dema ku Seyîd Rizayê dilpak bi lingên xwe çû ba wan û kemîna ku li pêşiya wî danîbûn dît, got çi? ”Min hesabê hîle û durûtiya we nekir, dê ev ji min re bibe ders. Lê min li hember we serî netewand, bila ev ji were bibe derd!”
Nexwe diyariya wan a ji bo Seyîdê kalepîr sêdar bû, lê ya Seyîd jî hebû. Wî jî wan bê diyarî nehîştibû û ew diyarî jî derd bû, derd! Xwiyaye ku ew diyarî pir giran hatiye ji wan re, loma êrîşên wan ên li hember Seyîdê welat çi bû, yên li hember neviyên wî jî ew in. Lew derdê wan mezin e, pir mezin. Derdê ku nikaribe bi mirinê jî mirovan ji ser rêya wan dûr bixe, ne derdê li ser derdan e?
Îja wext e ku mirov bêje ka wan çi diyarî dan min û min çi diyarî, ango ji qewlê Seyîdê Rûspî ve, çi derd da wan? M’elûm e ku herçî ez im, sîh û sê sal e ku di nêv dilê cenga diyarî dayîn û diyarî girtinê da me, ne ders diqede ne jî derd, dê neqede jî. Lewre wek ku Seyîdê dilan dibêje; ku ders hebe, gere derd jî hebe.
Ders û derd! Di wê kêliya dawîn a ji bêbextî û zorwextiyê de; dil û mêjiyê te çawa wiha ronî, wêrek, zarok, pîremêr û dilwelat bû ku te wiha xweş got, ey ê ku bi sêdarê hilkişiya asîman! Ders û derd, cara ewil wiha gihîşt wateya xwe ya rastîn…Te çi kir, çawa fam kir, di wê wexta tenha û bêkeys da ey derszan û derdzanê ebedî! Dema ku qeyd û kelemçe anîn, bû qarewara wan li dora te; dema ku wî wêneyê te yê ku li çavên me tevan bûye baranek çiyayî û ronî kişandin dersdar jî tu bûy, ne kommar, ma mar çi fam dikin ji dersê?
Loma jî her neviyek te îro ji xwe dipirse; wan çi diyarî dan min, min çi da wan? Yanî bi gotina ye ya tim nû û taze; dersa min çî ye, derdê ku min daye wan çî ye? Ji ber ku te welê kir ku kommar di nava ders û derdan da hepsî ma. Te wê li ser sûc girt û got; ku tu bêbextî bikî jî em ê têk neçin û ji xwe re bikin ders, lê tu yê nema karibî ji destê me birevî. Em ê tim bibin derd ji te re. Dê destên wî derdê tim li paşstûyê te be, dê xelasî ji te re tinebe!
Kommara ku bi bagera dilê Dêrsimê, di nav ders û derdên Seyîd Rizo de ma, hê jî heman kommar e, lê em ên dersmezin; em ê bi derdmeziniyek çawa xwe bigihînin ba wî? Pirsa ku niha bi pey her kesî/ê ketiye ne ev e?
(MR/FD)