Grafiti, bawer im ev peyv bi awayekê li gûhên we jî xêz bûye. Ya normal jî ev e j’xwe. Ji ber ku wateya peyva “graffito”(bi îtalyanî) “xêzkirin” e. Di destpêkê de ev peyv ji bo xêzzkirinên her awayî hatiye bikaranîn lê pişt re bi piranî grafiti ji bo nivîs û wêneyên mûxalîf, xwedîpeyam û karakterîze ê li ser dîwaran hatiye bikaranîn.
Di nav jiyana rojane de, em çendî bi heman leziya xwe bijîn û bimeşin jî, tu tekiliya me bi grafitiyê tine be jî grafîtî xwe li me diqelibîne û bi awayekê tevlî meşa me dibe. Sir û sihra grafîtiyê jî hinekî ev e; afrînerên grafitiyê dizanin ku grafîtî dê li kurê bisekine û li kurê xwediyê peyama xwe bibîne. Bijartina peyamek û cîhê xêzkirinê pêdiviya bingehîn in ji bo grafîtiyê. Hunermendên grafitiyê di peyama xwe de pêkenokek, carinan fikreke siyasî, a hunerî û carinan jî hemû bi hev re dike mijara peyamê xwe. Pirr caran qeraxa rêyekê, dîwarek, derabeya dikanekî, panoya bilbordek ji bo peyamdayinê dibe tuvalek, dibe kaxizek. Kuçe û rê jî dibin pêşangehek mezin û rengîn.
Boyaxa reş a dewletan
Di wê gengeşeya rojê de grafitiyek leza mirov dişkîne, bala însên dikşîne ser xwe û dike hûn deqqeyek be jî li ser wê wênandin/nivîsê bifikirin. Ji ber ku grafiti li kuçeyan e û digihije pirr kesan li gor çanda muxalîfbûnê bi qiymet û bi hêz tê dîtin. Helbet ev hêz di beramberê xwe de tim hêzeke din dibîne. Heta em dikarin bêjin ku dewleta Îngîlistanê her sal ji bo jêbirina grafitiyan, milyarek sterlin xerc dike. Yanî ev şer ne şerekê erzan e. Û li dewletên din jî boyaxa reş a dewletê tim li pey grafitiyan digere û wan dixe bin reşiya xwe; grafîtî jî bi laşeke din xwe derdixe ser wê boyaxa reş. Ev rewş ji destpêka grafitiyê heya îro jî wisa domiyaye. Lê ji aliyekê jî hin şaredarî ji bo reklama herema xwe ji bo grafitiyan cîh vediqetînin, mijara legalbûna grafitiyê weke dîroka grafitiyê tevlihev e.
Belê, her çiqas hin kes dîroka grafîtiyê bi wênandinên li nav şikeftan re girê bidin jî grafîtî di dawiya salên 60î de li DYAyê derdikeve û li cîhanê belav dibe. Rihê xwe di vê 50 sala dawiyê de avakiriye, hê jî ava dike. Her roj formeke nû li grafîtîyê zêde dibe..
“TAKÎ 183” & “BARBARA 62”
TAKÎ 183 ji aliyê hunermendên grafitiyê ve wek avakarê prensîba grafitiyê tê dîtin. Bi xwe dema memurtiya postayê dike, li dîwaran li ser deriyan li rawestgehên metroyan mahlasa xwe dinivîse û tê nasîn. Di heman demê de Barbara 62 jî vê tiştê dike. Pirsek peyda dibe di nav gel de; “gelo ev kî ne” ! Rojnameya New York Timesê bersiva vê pirsê bi hevpeyvînekê re di rojnameya xwe ya di 1971an 21a Tirmehê de dide xwînerên xwe. Em fêr dibin ku TAKİ kesekî Yewnan e, karê memûrtiyê li postaxaneyê dike. Navê TAKÎyê ji kûrtnavê wî ya rasteqîn tê, yanî ji Demetrius/Demetakî/Takî. 183 jî jimara kûçeya ku lê rûdinê ye.
Piştî vê roportajê navê TAKİ183 û çanda grafitiyê di nava gel de belavtir dibe. Hin ciwan jî bala xwe didin ser grafitiyê. Wisa ku navên din jî cîhê xwe li ser dîwaran digire mîna ku JOE 136, EEL 159, YANK 135 û LEO 136.
Destpêkê de grafîtî-van hew bi xêzkirina navên xwe mijûl dibûn. Lê çanda grafitiyê bi çalakiyên xwendavanên fransî derbasî asteke din dibe. Slogan, helbest, hevokên evînî û felsefî li dîwaran cîh dibine ji xwe re. Îro jî bi pirr cûreyên xwe grafîtî manifestoya xwe li kûçeyan belav dike. Di serdema qirkirina Sêvasê, Maraşê, di demeke nêz de jî “bûharê ereban”, “bûyerên parka gezîyê” mînakên vê belavkirinê ye.
Ne tene manifestoya muxalifên dewlet û sîstemê, manifestoya komên muxalifê hevdu, manifestoya dewletê jî bo belavkirinê grafitiyê hildbijêre carinan. Mînaka dîwar-nivîsên serdema bûyerên Sûr, Nisêbîn û a Cizîrê mînakek e nêz e û hê jî di bîra gel de ye. Her çi qasê ji grafîtiyê neyê hesibandin jî ew nivîsa li Geliyê Zîlan jî bi min di pola van mînakan de ye.
Gulsumake û BARBARA62
Di vir de divêm behseke din vekim û behsa Kurdî û Grafitiyê bikim ji we re. Him ji ber dîroka grafitiyê nû ye, him di wan demên ku grafîtî xwe ava dikir de kurd û ciwanên kurda nivîsa kurdî de paş de mabûn û him jî zimana muxalifiyê a helbestê û a felsefeyê li bakûr bi tirkî bû, grafitî û dîwarnivîsên bi kurdî pirr ne belav bû. Lê helbet qet bêmînak jî nîn bû. Di beriya serdema 12 îlonê û pişt re bi mjara “azadî” hin dîwarnivîs hebûn. Li başûr jî mînakên bi tîpên erebî hebûn. Piştî belavbûna xwendin û nivîsandina bi kurdî, gûhertina civakê, em bêtir rastî dîwarnivîs/grafitiya kurdî tên.
Di vê nivîsê de jî hûn ê hin mînakên grafitiyên kurdî û bi piranî nivîsên ê BARBARA62yê kurd, GULSUMAKÊyê bibînin. GULSUMAKÊ ji helbestan bijartinên xweş dike, peyama xwe jî li ser dîwaran dinivîse. Ew, kurdiya zindî û wêjeyî bi spreyan li kûçeyan li gorî pîvanên dîwarnivîsiyê dixe nav jiyana me ya rojane. Ken, evîn, êş; dibin riste û hevok, li kûçeyan bi nivîsî cîh digirin.. Niha kerem bikin em bi hev re li van dîwarnivîsan binerin.
Bixwîne - Nivîsên herî xweşik ên li ser dîwaran
(Wêneyên ji nivîsa Gulsumakê)
Navçeya Midyadê ya bajarê Mêrdînê
Navçeya Midyadê ya bajarê Mêrdînê
Şîşhane - Stenbol
Midyad - Mêrdîn
Enqere
Taksîm - Stenbol
Unkapani - Stenbol
Ostroh - Ukrayna
Şîşhane - Stenbol
Ostroh - Ukrayna
Midyad - Mêrdîn
Midyad - Mêrdîn
Midyad - Mêrdîn
Findikzade - Stenbol
Midyad - Mêrdîn
Tarlabaşi - Stenbol
(R/MB)