Belê Jîna belê, dengê te tê me. Hema li ber te ne em jî, li wê nexweşxanê. Li vê mirinxanê. Li wê cezaxanê, li vê birînxanê. Dinya êdî kefen jî nîne bo jînê, êdî mirinek normal jî nîne bo jinê.
Li ba te ne em jî. Telîbanê rû tune kiriye. Jinan rû nîne êdî Jîna. Perde…perde perde…Çarşef…çarşef…Pûşîyên reş. Rû nemane li dinê. Kanên wan çavên reş û mêşinî, kenên lewendî? Rûyê jinan ê şeytanan e li gor wan. Loma gere nexwîyên, tune bibin, reş bibin, wenda bibin di bin pêçekên reş de.
Afganistana welatê gulan, bûye derek bê rû bê ken, bê çav û bê gulşen. Çimkî mêr û ola xwe wiha dixwazin. Çimkî mêr zehf qehreman in, tevî qehremanîya wan jî li hember jinan e. Hukumdar in ew, pîroz û pak û mehsûm!! Loma ye ku em û tu niha li vir ber bi mirinê va diçin. Loma ye ku hem vê jîna li bin dagirkerîya wan hem jî van dermanên li vê nexweşxaneya ku qet bi mirinê nikare me pirtir diperitîne. Ma jixwe çi karê me li vir heye Jîna, em ne nexweş bûn. Ne serê me dêşîya ne dilê me ne jî aqilê me. Heyat av bû em jî masî, bi hev re dikenîyan û diçûn. Lê niha li nav livîna vê nexweşxanê, hahoo….her tiştî mal bar kirîye. Ne kenînek mircanî, ne stranek dildarî, ne jî destek bi bazin xemilandî… Çawa karîn wiha bikin, çima dikarin wilo bikin?
Çima wî şîrê spî û şîrîn, wê zaroktîya li hembêza dayîkan nayê hewarê? Bi ku va çû ew zaroktîya ku bê rûyê dayîk û xwişkê nedibû? Kanên ew lawikên ku wek berfê spî, wek bexçeyên baharê bê guneh bûn? Mêr kengê û çilo wiha ji însanîyetê ket û bi dijminê her tiştê jinan?
Keştîyên Çûyî
Mija rûyê jinên ku
Ezîzên ber dilên xwe wenda kirine
Her derî girt ber xwe
Gotin wek kulîyan li hev barîyan
Pêl li hembêza hev ketin
Lingan xwedîyên xwe
Ber bi paşerojê ve kişandin
Ber bi keştîyên çûyî ve…
Way hemî keştî çûn, hemî bersîv jî…Em niha li vir, li ber kevîya mirinê ne. Tu xelasî nîne. Dinya di wendabûna rûyê jinan de fetisîye. Li ber vê keviya mirinê Jîna, dinya bûye kêzikek xwelîliser. Vê xwelîliserîyê jî dîyarîya mêran e. Mêran çima xwe wiha kuşt û tune kir? Çima wiha çirkîn û îbret û kirêt bûn? Tu bêje lê lê… Dengê te bi ser alemê ketîye. Niha tu dizanî çima wiha ketin û dilê her tiştî ji xwe li hev xistin.
Naxwazim zêde serê te bêşînim, lê ev dijminatî, dijminatîyek wisa ye ku dê serê xwe jî bixwe. Divê bixwe jî. Bes kengê. Çimkî jinkujî û jînkujî, di bin gelek navan de êdî gihîştîye asîman. Dê kengê bisekine û kengê mal û canan, dem û dewranan rizgar bike. Dê kengê zarok neyên kuştin,jin bi saxî neyên veşartin?
Mana Li Derekê
Te digot ez li vir namînim
Tu mayî..
Wek gulek bi stirîyên xwe re
Li hev hatî
Tevî gomlegên te
Bi xwîna gulê sor in niha
Bi stirîyên wê qetandî…
Em man û çûn li vê dojeha jînkuj Jînayê! Çima em man? Ji roja ewil da çima em ranepekîn bi dara asîmanî ve û me hîşt ku ev adîtîya hanê wiha her tiştî derbeder bike? Çima me hîşt ku gomleg bi xwînê sor bibin? Jina ewil û jîna ewil kî bû ku got nexem e û hîşt ku koletî xwe li stûyê her tiştî bialîne?
Gulên Spî
Gulên spî, ax!
Gulên spî neyne pêşîya me
Bêmal û bexçe ne em
Nikarin wan veşêrin
Gulên spî, ax!
Gulên spî neyne pêşîya me
Tilîya min bi xwîn e
Dê wan sor bike
Em li ba te ne, li vir. Em nexweş nînin lê nexweşxane nahêle em biçin derekê. Em li vir in, li ba te. Em mirî nînin lê goristan nahêlin em biçin jîyanê. Bes em êdî nema karin biseknin delalê, nema karin bimrin, nema karin birîndar bimînin. Ev jin û ev jîn nema karin debar bikin, ev zarok jî…Dê hilweşe ev selteneta bêrûmet û bêjîn, ha îro, ha sibê.
Derengmayîn
Baran dereng nema
Xem dereng nema
Perîyên mirinê dereng neman
Lê tu dereng mayî
Gulên xezelxwîn êşîyan ji bo te
Derengmayîn jî qedîya êdî ne? Tuyê xweş razêy, dê bahar xweş werin, zarok xweş mezin bibin.
(MR/AY)