Îsal li Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê nifşê 6emîn yê beşa Ziman û Wêjeya Kurdî wê derbiçûya, ji bo ku ez bibim şirîk û şahîdê vê bextewarîya xwendekarên Kurdolojîyê bêrîya 2 rojan ji Şirnexê hatim Mêrdînê. Li Mêrdînê jî li mala 2 xemxorên Kurdî mam, her wiha di nav van du rojan de ez çûm mala wan xemxorên din ên Kurdî. Xwendekarên ku îsal derbiçin bi kelecanî ji bo rêûresma derçûnê cil û libasên xwe geh bi telefonê li Cizîrê, Colêmergê, Geverê, Liceyê, Diyarbekirê, Qoserê, Sîweregê digerîyan da ku cilan peyda bikin, geh jî li dirûnkar (terzî) bûn da ku wan xeftan û fîstanan li gorî bejn û bala xwe bidin dîrûtandin.
Xwendekarên ku hazirîya derçûnê dikin li ser koma xwe ya Whatsappê bi peyam û wêneyan fikr û ramanên hevdu digirtin ka cilên min li min hatine, ka tu çi dikî ber xwe hwd. Li gel vê xwendekaran dixwestin bi rêkûpêk tevî libasên xwe yên herêmî beşdarî rêûresmayê bibin, ji bo wan kesên hê ji xwe re cil peyda nekirin hewl didan ku cilan peyda bikin. Hin kesên di polê de şûna cilên herêmî û gelêrî difikîrin ku bedl (taxim) bikin ber xwe. Helbet mecbûrîyeteke bi cil û libasên Kurdî tunebû lê wekî ‘edeteke ya beşa Kurdolojîyê di hemû derçûnan de piranîya xwendekaran bi şal û şapikan, xeftan û fîstanan beşdar dibûn, ev yek jî taybetîya vê beşê ye, em dikarin bêjin derçûnê de zimanê Kurdî û cilên Kurdî hevdu temam dikirin. Xwendekaran jî hay ji vê yekê hebû helbet, lewma bi telefonan, li derûdorê pirsan hewl didan ji xwe re cilekê peyda bikin. Hin kesan jî hewara xwe gihandibû medyaya civakî, li ser wê derê pirsa cilan dikirin. Werhasilê hema bêje hemûyan li gorî xwe cil, kefî, pêlav peyda kiribû.
Rêya zanîngehê
Rêûresma derçûna hemû beşan wê li zanîngehê di heman wextî de çêbûya. Serê sibê hê zû em bi hev re şiyar bûn, piştî taştê û hineke sihbet her du hevalên ku derbiçin provaya xwe ya dawî kirin, kelecanîya wan ji rûyê wan dîyar bû. Her çiqasî ji min re gotibin “Em ne kelecan în” jî hal û ehwalê wan ew kelecanîya wan eşkere dikir. Hevalên wan bi erebeyê hatin, em bi 2 erebeyan çûn zanîngehê, her du erebe jî tejî bûn. Hewaya Mêrdînê wekî gelek bajarên Kurdistanê kel û germ bû, xwîna ciwanan jî wisa dikelîya. Ji ber ku roja rêûresmayê hebû li ber devê zanîngehê ewlekaran li nasnameyên xwendekaran mêze nekir, lê wan rojan din mêze dikir û ew kesên ne xwendekarê-a Artûklûyê nedikarin bikevin di kampûsa zankoyê de. Min bixwe şexsen tecrûbe kir, rojek bêrîya derçûnê tevî her du hevalan xwe -Wahdet û Rozayê- li siwarî dolmîşê bûm ji bo ku em ji wan re cûppe û kepê derçûnê bigirin lê li ber devê zanîngehê ji alîyê ewlekarî ve hatim peyar kirin, ji ber ku ez ne xwendekarê Artûklûyê bûm. Helbet ev zagon ji alîyê rayedarên zanîngehê ve hatibû qebûl kirin, me çiqasî behsa vê absûrdîyê kiribe jî min nekarî ez têkevim “zanîngeh”ê! Lê vê carê ji bo derçûnê ketina zanîngehê ji her kesî re serbest bû, jixwe malbatên xwendekaran jî hatibûn û zanîngeh pirr qerebalix bû.
Nîvroya pêncşema Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê ye, hewa her ku diçe germtir dibe. Cihê rêûresma derçûnê bi malbat û xwendekaran tije bûbû. Hevalên me bi cil û libasên xwe ber bi qadê ve dimeşîyan, her kesî hê di rê de ji ber rengê xeftan û şal-şepikên Kurdî li wan dinêrî. Em gihiştin cihê derçûnê, xwendekarên Kurdolojîyê li piştê bûn, ew beşên din hemû li pêşîyê nêzîkî platformê bûn, lê Kurdolojî li piştê serbixwe bû û li gorî serê xwe hereket dikir û ne wek wan beşên din tevlî organîzasyona zanîngehê dibûn. Ev xwendekarên ji wan beşên din jixwe mirov nedizanî ji kîjan beşê ye, lê yên Kurdî bi cil û libasên gelêrî xwe eşkere dikirin. Mamosteyên beşa Kurdolojîyê jî di vê roja derçûnê de di gel xwendekarên xwe bûn: Hayrûllah Acar, Shahab Valî, Abdurahman Adak, Ahmet Kirkhan hazir bûn.
Dr. Hayrûllah Acar
Serokê beşê Dr. Hayrûllah Acar li ser derçûnê xwendekarên xwe wisa axivî: “Cara ewil sala 2014’an de me yekem mezûnê xwe dan, tevlî îsal 6emîn nifşê mezûn em wan mezûn dikin. Em serbilind in, kêfxweş in xwendekarên me mezûn dibin lê mixabin wek van derçûyên henê karibin mamostetîyekê bikin, tayîna wan bê kirin; di vî warî de ûkdeyek di dilê me de heye. Ev 2-3 sal in parelela rewşa sîyasî mafê mamostetîyê ji xwendekarên me hatîye stendin, şikleke veşartî em bêjin. Her sal li gora hêjmara mezûnan 30 xwendekar mezûn dibin. Yanî bi temamî meriv çêbike di nava 6 salan de bi qasî 200-250 xwendekar ji Mêrdînê tenê mezûn bûn. Beşa Kurdolojîyê de kontenjana mamostetîyê li gor kontenjanên beşên din bêedaletîyek heye, her sal belkî 2-3 kontenjan tê dayîn. Ev du sal e ew jî nehat dayîn.”
Gumana Maqûl
Îsal jî ji Kurdolojîya Artûklûyê 9 keç û 17 kur, bi giştî 26 xwendekar derçûn, her neh keçan jî fîstan û xeftanên rengomengo û xweşik li xwe kiribûn lê hemû kuran şal-şapik li xwe nekiribû, çend hevalên kur bedl li xwe kiribûn, libasên Kurdî peyda nekiribûn. Ji ber xeftan û şal-şapikê hevalên Kurdolojîyê polêsên sîvîl yên li qadê ku ev normalî ji bo “ewlekarî”ya hemû xwendekaran li wir bûn, lê tam berevajî vê yekê sîvîlan her çar alîyê xwendevanên Kurdolojîyê dorpêç kir û bi taybetî jî ew hevalên şal-şapik û xeftan li xwe kirîn di bin çavên wan de bûn, ji alîyekê ve jî bi kamerayê wêneyên xwendekarên cil û libasên Kurdî li xwe kirin girtin û li dora wan diziwirîn. Li gel vê yekê wan GBTya çend keç û kur ên Kurdolojîyê kontrol kirin, bi vê yekê xwestin ku peyama xwe jî bidin xwendevanên Kurdolojîyê: “Çavên me li ser we ye!”. Tevî ku malbata gelek xwendevanên Kurdolojîyê jî bi wan re bûn lê dîsa jî ev kontrolkirina xwe tenê ji bo xwendevanên Kurdolojîyê kirin. Çimku di hiş û ramanên wan de ew kesên cilên Kurdî li xwe dikin otomatîkman “reasonable doubt” (gûmana maqûl) in. Ji ber vê gûmana maqûl li nasnameya xwendekarên kur hemûyan mêze kirin û GBT kontrol kirin, ya jinan jî 3 hevalan mêze kirin. Ji bilî xwendekarên Kurdolojîyê ne GBTya yekî-ê kontrol kirin ne jî wêneyê wan girtin. Ev yek jî neheqîya yekem bû ku ji alîyê îktîdarê-dewletê ve ji xwendevanên Kurdolojîyê re dihat kirin. Helbet vê yekê ji kêf û şahîya xwendevanên Kurdî tiştek kêm nekir û bi cil û libasên xwe yên Kurdî govend gerandin û stranên xwe gotin. Kesên ku ne ji beşa Kurdolojîyê dixwestin bikevin govenda wan û hin malbatên wan beşên din jî ji bo cilên Kurdî yên xwendevanan kêfxweşîya xwe dianîn ziman û li ber govenda wan tilîlî didan, dema girtina wêneyan de jî jinikeke pîr ku kesî ew jinik nas nedikir, hat silav da keçikên xeftanên Kurdî li xwe kirî û bi wan re wêneyê xwe girt. Ev dîmen ya herî xweş ya derçûnê bû. Dema girtina wê dîmenê de 2 nifşên ji hev cûda lê xwedî yek rûhî hebû.
“Tişteke dîrokî bû”
Xecê Omerî(aliyê rastê)
Xwendekara Kurdolojîyê Xecê Omerî li ser derçûnê û beşê wiha peyivî: “Ji bo min ji hêla Kurdî ve bi rastî weke ronesansekê bû, mêro di bin dezgeheke ya dewletê de di zimanê xwe de perwerdeyê bibîne ji bo min tişteke gelek xerîb bû. Ji bo ku ez bêm min gelekî hewl da, dawîya dawî ez hatim min ew atmosfer hîs kir, ev çar salên min tê de derbas bû, ji bo min çoşeke mezin bû. Yanî ne tiştê ku bide min, tenê ji bo ku Kurdî bû, tenê ev noqte ji bo min gelek girîng bû, ji bo wê ez hatim; ne ji bo dîplomayekê sibê nedusibê bibim xwedî karekê, mamosteyekê Kurdî bikim, na. Lê tişteke dîrokî bû, divîya bû min ji vê derfetê îstîfade bigirtîya. Dawîya dawî ez qet ne poşman im, min baş jî kir. Ez dixwazim li Artûklûyê berdewam bikim, masterê bikim heger bibe qismet. Em ê hewl bidin li gorî şert û mercan, li hev were. Nazwazim vê derfetê jî ji destê xwe berdim. Divê em xwedî li vê beşê û vî zimanî bi her awayî derkevin.”
Ali Güleç
Xwendekarê beşê Alî Gûleç jî li ser derçûna xwe ev tişt gotin: “Çar salekî gelek xweş ji bo me derbas bû. Îro jî mezûnîyeteke gelekî xweş e, kêfxweşî ye. Heta niha li qada, li dera, mala zimanê me qedexe bû lê niha em di zanîngehan de perwerdeya zimanê xwe dibînin. Vîya ji bo me kêfxweşîyek e, erê kêmasî pir in, em hinekê bê şens in lê hêvîya me ew e ku dê derbas bibe, em ê hemûyan xelas bikin. Zimanê me dê gelekî bi pêş bikeve.”
Piştî govend û dîlanan, avetîna kepê û çend stranên Kurmancî, Tirkî û Erebî xwendekar hêdî hêdî belav bûn. Gelek malbatên xwendekarên Kurdolojîyê ji derveyî Mêrdînê ji bo derçûna keç û kurên xwe hatibûn, diyar dibû ku bi wan serbilind in. Çawa xwendekarên Kurdolojîyê hevdu nas dikirin, ji hevdu hez dikirin û pişta hevdu digirtin; malbatan jî wusa hevdu nas dikir û wekî dostên çil salan halên hev dipirsîn û bi hevre wêne girtin. Dumayka rêûresma (seremonî) qedîya û xwendevanên Kurdolojîyê ji kampûsa zanîngehê bi dolmîş û erebeyan berê xwe dan Mêrdîna jorê, cil û libasên wan heta dawîya şevê li ber wan bû. Li Mêrdîna jorê jî heta derengê şevê li ser terasa mekanekê rûniştin, sihbeta xwe kirin û berdewamîya govenda xwe kirin. Li wir jî ji bo cilên wan ên Kurdî bala her kesê li ser wan bû, heta garsonê mekanê ji wan re strana govendê vekir û bi taybetî bi xwendekarên Kurdolojîyê re mijûl bû. Wî garsonî jî ji ber cil û libasên hevalan kêfxweşîya xwe bi wan re parve kir. Piştî govendê û vexwarinê çayê min wêneyê hemû hevalên li wir yek bi yek ji wan re girtin, manzara û cilên wan li hevdu dihatin û hemû pirr xweşik derketin. Dumayka bernameya piştî derçûnê jî xilas bû û her kes belavî mala xwe bû.
(TS/MB)