Kenîn jî tên dizîn
Tu sibehek radibî
Ku çi bibînî
Way cêbên te qul in êdî
Şiîr jî tên dizîn
Nîvê şevek vediciniqî
Ku dilê te kul e êdî
Ev in sûcdarên ku îşev xewê li min herimandin.Teva ku wîzewîza bayek xweş bû jî, di newala ruhê min da li tembûrê xistin, her carê destên min birin ser berîkên qul… Her ku di xew da çûm, dilê ku êdî bûye kul…anîn bîra min. Teva ku bû çar sal e min helbest nenivîsiye û bi dilek ji hesreta sehraya Efrîqa li bendê me jî, îşev ji ber hatina van çend risteyan xewherimî bûm û êşiyam.
Qey ev bû gulleya vegera helbestê ya li min? Kenînên ku hatine dizîn! Ma me çima hîşt ku bên dizîn?
Çima karîn cêban qul bikin?
Dil çima bû kul?
Îja teva ku hûn naxwazin bibe sibe û şevek bê xew, xwe wek rimşikestinek li we bipêçe jî, şev çi dirêj tên! Sibehê neyê! Şevê tu çima dirêj î?
Însan kî ye bi rastî jî? Bêyî ku zirx û birîn û têkçûnên jinîtî û mêrîtîyê li xwe bike, tiştek çawa ye? Mirov ji bilî dapîr û bapîrên meymûn, binyatek din jî nîne? Dema xwe ji bo hestek peritî ajîte û sor dike çi ji xwe dixwaze? Mirov çima qet li ser pirsa ez mirovek çilo me nafikire? An bifikire jî têr nafikire, her carê di nîvî da dihêle? Hebe tinebe jinîtî û mêrîtiyek kulek û jihevdaketî…Erê lo, mêr in, wekî din çi lazim e! Erê lê, jin in, kambaxiyek din ne lazim e! Lê mirovbûna ku di nav nav lepên vê jinîtî û mêrîtîyê da dimelize, ew ê çi xwelî li serê xwe bike? Tew behsa dagirkerîya nêr û bi kêr nakim jî.
Bes em ê van cêbên qul…Van cêbên ku nahêlin em bi şev razên, çi bikin? Me ew kengê xist vî halî? Ne ew bin, ên ku ji mirovahiya me jî didizin? Di wê bê xewîya ku dil dike kul de çi diçe çi naçe? Çi tê dizîn, çi dimîne?
Êdî dil ji dinyayê re giran tê
Dinya perîka çûkê
Dil kevirê aşê…
Ha ho…Dil li me bû kevirê aşê…Lê em nikarin bêjin,
ji aşê têm serê min bi qeraş e! Berê vê gotinê mirovan ji vîrûs û zekeman diparast. Aş û qeraşa xwe dibûn parêzvanên baş û ji her tiştî diparastin, heta ji nexweşiyan jî…Bes niha dil e kevirê aşê û dinya, wek pûrtikek teyran bi ber bayê ketiye. Kes nikare kesî ji vîrûsan biparêze. Kî nexweş dikeve wisa dimîne. Ne aş aşê berê ne, ne aşvan ne jî vîrûs…Loma jî dil bûye kevirê aşê û loma nexweş jî em in, jana hebûnê jî. Bes kevir jî pir giran e, yanî dil…Kevir ew e êdî. Dinyayê û dil, bi awayek cîh guhertin, yek sivik bû, yê din giran. Em jî li navbera herdûyan man.
Helbesta Rêwîtiyê
Ji şevê pê de yekî ji dilê min re digot
Pir tevlîhev î ji ber dîtina wî
Bi sira sibê bi stêrkên spî
Diçe,diçe,nehêle!
Vê helbesta Furûxê jî behsa xewê neke! Diçe, diçe,nehêle! Çimkî carna mirov bi heft aqilan ditirse û dibêje, diçe, diçe direve! Û xewa şêrîn wek heft hespên kumêt ji ber mirov direve diçe. Çav dibin fîncanên xwînê, dil dibe hêlîna xewrevînîyê.
Mirov malek vala ye carna, malek ku hew ba ye mêvana wê. Bes ba jî diçe û tê derî û paceyên wê dişkîne. Mirov malek bi tenê ye carna, kî here kî vegere jî tim tenê ye. Loma jî dema bêxewî bi şûr û mertal li wê malê radibe halanê, ne dikare bireve ne jî dikare bera wê bêxewîyê bide. Hingê çi tiştek zor e bûyîn, kes nikare xwe bistirîne. Ji ber ku,
Xew jî tê dizîn
Çavan bigrin
Çavan bigrin
Û dil di helbestek
Şevê de veşêrin
Lê ku karibin xewê ji çavên girtî jî bidizin, dê hingê mirov ê ku hew malek vala ye çi bike? Bi bayê ku li valahiya wê govenda koran digerîne, li kîjan tembûrê bixe?
Nehêlin bila kes xewa we nedize,kenîn û xemrevîna we jî…Nehêlin bila tu tişt we nedizin, haja xwe hebin û hespên xwe baş girê bidin.
(MR/AY)