*Fotograf: Arsh Raziuddin
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
|
Di jiyana rojane de peyva “hevaltiyê” li gelek cihan tê bikaranîn. Dema mijar dibe bikaranîna Facebookê, em dikarin bibêjin ku dibe têgiheke sîwanî, di bin vê sîwanê de hemû têkiliyên dûr-nêzîk ji holê radibin. Gotina heval kesan nîşan dide, hevaltî jî têkiliya di navbera van kesan de ye û bi sedan salan e bala felsefeyê dikişîne. Ji xwe felsefe jî gotineke yewnanî ye û ji gotina zanyariyê (sophia) û dostaniyê (philia) çêbûye .
Em dikarin bibêjin ku hevaltiyê herî zêde bi têkiliyên malbatî re didin ber hev û ev şîrove wê ne şaş be. Em nêzîkî û baldariya li hevaltiyê tê barkirin, dikarin di têkiliya di navbera endamên malbatan de jî bibînin. Digel vî tiştî, hin tişt hene ku van herduyan ji hev cuda dikin. Ew jî ev e ku, xizm an jî eqrebatî bi rêya xwînê yan jî zewacê çêdibe û normên civakî/qanûnî wê diyar dikin, ev rol jî piraniya caran diyarkirî ne. Lê hevalî berfirehtir e, pêşî û paşiya wê ne diyar in. Li gorî malbat an jî xizmîtiyê, di hevaltiyê de kêmtir mecbûriyet hene. Bêguman em hevalên xwe ji nava derdora xwe ya civakî hildibijêrin, ev hilbijartin jî ji ber ku li gorî tiştên bala me li ser e pêk tê û ji ber ku kêfa me ji wî/wê kesî/ê re tê em hildibijêrin.
Malbat û hevaltî
Ji ber ku hevaltî di encama hilbijartinekê de û li gorî dilxwaziyê pêk tê, ev mirovan hinekî azadtir dike. Lê em nikarin bibêjin ku têkiliyên malbat û hevaltiyê bi temamî dijberî hev in. Hin lêkolîn hene ku nîşan didin bê ka herdu têkilî ji kîjan hêlan ve dişibin hev û çawa herdu şêweyên têkiliyan bandorê li hev dikin. Di hin ji van lêkolînan de, balê dikişînin ser wan tiştan ku dibêjin dikarin têkiliyê bi hin endamên malbatê re deynin û bê çawa kesên LGBTI+ çawa balê didin ser “malbata hilbijartî”. Têkiliya xizmîtiyê, ne tenê mecbûriyetan car caran jî hilbijartin û şahiyê jî dihewîne û dişibe têkiliya hevaltiyê. Dema di navbera hevalan de têkiliyeke xurt çêdibe, ew hevaltî weke “malbatê” tê penasekirin.
Tu dikarî beşa yekem a "Di rojên xweş û ne xweş de" ya bi navê "Malbat" li ser hemû platformên podcastê guhdar bikî: Spotify, ApplePodcast, Youtube
Cûrbicûriya hevaltiyê
Dema mijar dibe hevaltî, tiştekî din heye ku divê behsa wê bibe, ew jî cûrbicûriya wê ye. Ji ber wê ye ku li şûna mirov hevaltiyê bixin nava qaliban, baştir e ku mirov behsa cûrbicûriya hevaltiyên cuda bike. Pratîkên mîna hevkarî, hevaltiya dibistanê, rêhevaltiyê di nava hin têkiliyên civakî de derdikevin holê û mane li wan dibin. Mînak, wateya hevaltiya di navbera feminîstan de, em nikarin ji polîtîkayê, ya ku ferdiyetê esas digire cida bikin ku di salên 1970yî de derketiye holê û li gelek derdoran dihate qebûlkirin. Çawa ku wateyên li hevaltiyê tên guncandin diguherin, bernameyên ku heval bi hev re dikin jî di nava demê de diguherin. Pêşketinên bajaran, zêdebûna demên vala û kar û barên şahiyê, tiştên ku heval bi hev re dikin, diguherînin. Civaknasên mîna Georg Simmel û Anthony Giddensî, ji bo têkiliyên rojane yên jiyana modern fam bikin, bi berfirehî pratîkên hevaltiyê lêkolîn dikin.
Jale, Sacîde û Ferhûnde
Ligel bername û çalakiyên ku bi hev re tên kirin, hevaltî hinekî jî qada hestan û hestiyarbûnê ye. Di hevkarî yan jî hevrêtiyê de vegotina hestan bêhtir bi zimanekî cemawerî dibe, lê di hevaltiya şexsî de, vegotina hestan, ji dil e. Romana “Mektup Aşkları” (Evînên Nameyan) (1988)1 ya Leyla Erbîlê, mînakeke baş e ku rengê hestan a hevaltiyê bi hemû dewlemendiya wê nîşan dide. Pirtûk li gorî şêweyê name-romanan ê di wêjeyê de ye hatiye nivîsandin. Bala xwendevanan dide ser hevaltiya Jale, Sacîde û Ferhûndeyê, beşek ji jiyana wan a bi hev re par ve kirine, nirxên wan ên ku aheng di navbera wan de hene yan jî pev diçinin û hestên wan.
Temenê her sê jinan, li derdora 30î ye û di salên xwendina zanîngehê de hevaltiya wan dest pê kiriye. Peyvên mîna Marx, exlaqê şoreşgerî yên di nava pirtûkê de hatine bicihkirin, dahatûya wan a çepgiriyê nîşan dide. Dema ku ji hev qut dibin, bi rêya nameyan bêrîkirinên xwe bi hev didin nîşandan. Name piranî bi gotinên “dosta min a xoşewîst”, “xoşewistka min” dest pê dikin, bi taybet behsa pêdiviya wan a bi hev dikin, bendewariyên xwe yên ji bo şandina fotografan tînin ziman. Li gel vê, heval di ferqa wî tiştî de ne ku, ew ji hev “cuda” ne. Ferhûndeyê ji Jaleyê re dibêje, “Te digot, ‘Ji bo ku tu bandorê li min an jî li yê/ya li beramberî xwe, heta li xwe bikî, xwe nexe van rewşan!’. Him dilê min ma him jî tu mafdar î. Erê em dost in lê tu ji min gelekî cudatir î, ez jî ji te!”. (r.33)
“Ji ber hezkirina min a ji bo te…”
Di nameyan de têkiliyên xwe yên bi mêran re, zayendîtiya xwe, biryarên xwe yên zewacê her dikolin û dinirxînin. Sacîde di malbateke xizan de mezin bûye, neçar e ku li dêya xwe binêre, ji bo pereyan bi mêran re raketiye. Her duyên din van taybetmindiyên Sacîdeyê her û her darizandine. Piştî ku Sacîde bi zavayê Ferhûndeyê re dibe dostik, ev êdî dibe dilopa eniyê. Ferhûnde gelekî hêrs dibe. Li bendê dimîne ku Jale piştgiriyê bide wê. Dema piştgiriyê nabîne, cara dawiyê nameyeke gelekî tûj dinivîsîne:
“Tu ji min re dibêjî, ‘Tu bi Hîtlerê Sunuhî re bizewicî, tê goştê xwe bifiroşe. Çi ferqa te ji Sacêdiyê heye?’ Min ji çavên xwe bawer nekirin; Ev çi gotin in! …ka hinekî li xwe binêre… Tu dibê qey te kirine endama partiya komunîstan a nepen lê haya min jê nîne! Ez dizanim te ev hevesa xwe ji Kemalî re xuya kiriye, lê mixabin te nexistine nava xwe! Te te hemû jî ji min veşartibûn… Li şûna ku bi van hizrên bilind tu aqil li xelkê belav bikî, hinekî jî tu guh bidî gotinên ji bo te tên kirin, wê baş be. Gelek gotegotan li ser te dibihîzim ku ji ber ez ji te hez dikim, ez ji te re nabêjim, lê gava ez bibêjim, wê bibin mîna destanan, lê ê te wê xew nekeve çavên te! Bi tenê ez vê bibêjim: Tu dostika Îhsanî yî!” (r. 138)
Li gorî nêrîne Ferhûnde yê wê û Sacîdeyê weke hev dibînin û bi vê jî neheqiyê lê dikin û wê di vê têkiliyê de naxwazin. Bi tundî vê hêrsa xwe nîşan dide. Ji şêweyê gotinên wê jî tê famkirin ku ne mimkun e hevaltiya xwe bi Jaleyê re dewam bike. Sedema wê ne tenê ji ber ku Jaleyê helwest nîşanî Sacîdeyê dabe, her weha naxwaze Jale têkiliya wê û hevjînê wî rexne bike û binirxîne. Naxwaze şêweya wê ya jiyanê rexne bikin, êdî nema nameyan dinivîsine.
“Têkiliya wekhev”
Em dikarin bibêjin ku têkiliya di navbera Sacîde û Jaleyê de xurtir e. Ji ber raboriya wan a çepgiriyê, rexneyan li hev dikin. Yanî em dikarin bibêjin ku têkiliyeke wekhev di navbera wan de heye. Sacîde ji Jaleyê re bi rengekî vekirî dibêje ku zewaca wê nepejirandiye û vê carê jê re nabêje “xoşewîstka min”:
“Xoşewîsta min Jale, Ez dibêm qey tu li bendê nemayî ku ez bikevim dorê û ji te re telgrafa pîrozbahiyê bişînim! Ji min nayê ku ez vê nameyê jî ji te re binivîsim. Him tu zewicî yî û him jî tu bi Ahmet re zewicî yî!... Û te paşnavê xwe yê bi dûvik, li binê îmzeya xwe daye. Ey, te bi tenê bi Jaleye îmzeya xwe dinivîsand! Min ji wan hez dikir.” (r.201)
Piştî bi demekê, Jale fehm dike ku bi zewaca bi Ahmetî re wê şaş kiriye. Sacîde mafdar bû. Bi van gotinan ji wê re dinivîse:
“Bi çûnê te karekî baş kir ne wisa. Ya ku mafdar bû tû yî! Ez yeke wisa me ku bi pirtûkên romantîk û şaş, bi mînakên jiyana şaş hatiye xapandin, ji fehmkirina wateya jiyanê bêpar im û yeke pozbilind im.” (r.222)
“Parvekirin, pêwîstiya bi hevaltiyê”
Tiştên ku heval bi hev re parvedikin, ji hev re çîrokan dibêjin, xwebûnê saz dike, kesayetiya wan ava dike. Name navgîneke bêhempa ye ku ji bo bikaribin hestên tevlihev bînin ziman. Em bi saya nameyan, guhertinên di têkiliyên Jale û Sacîdeyê de dibînin, pêwîstiya wan a hevaltiyê di wan di dixwînin. Jale dema li ser Sacîdeyê difikire, haya wê ji helwesta wê ya durû jî çêdibe. Sacîde bi dû xeyala xwe ya çûna ji derveyî welêt dikeve û ji bo bi ser bikeve, ji xwe re rêyeke nû çêdike, ev ji bo Jaleyê dibe mînak. Bi nameya ku Jaleyê ji Sacîdeyê re nivîsiye, roman bidawî dibe:
“Dildara ezîz, dema te ji min re behsa wan rewşên xirab ên tu di nava wê digevizî, dikir, min hewl dida ku ez te şermezar nekim, haya te jê çênekim, lê digel hemû hewldanên min min nekarî bi xwe ku di dilê xwe de te weke tiştekî gelekî xirab bibînim! … Niha di nava vê lîstika ku jiyanê li min lîst de, ez lê dinêrim, gelo çi ferqa min ji te heye? Ji bo ku ez çend perçe eşyayên xwe rizgar bikim, ji bo tola mêrekî bi qasî pênc kirûşan qiymeta wî li beramberî hêza min û qewîniya min nîne, ez belengaz bûme…”
Tiştên dişibin hev û cuda
Her çend haya Jaleyê ji tiştên wê û Sacîdeyê dişibin hev jê çêbibe jî, çawa ku Ferhûndeyê gotiye, her sê heval ji hev cuda ne. Aliyên hevaltiya kesane yên ku dikare cudahiya di nava xwe de bihewîne, dixwaze bi hev re bin, serxwebûna yên din qebûl dike, îhtîmamê didin hev, bala teorîsyenên siyasetê jî dikişînin, modelên hevaltiya polîtîk yên ji ber hevaltiya kesane derdikevin saz dikin. Pêşekê van modelan Arîstoteles e ku li şûna hevaltiya welatîtiyê ya xwe dispêrin têkiliya kesên dişibin hev, her diçe nîqaşên dost/dijmin, cudakarî di polîtîkayê de bi pêş dikevin.
Hevaltiya kesane û ya polîtîk
Ferq û cewaziya hevaltiya kesane û ya polîtîk ya Maurice Blanchot nîşan dide, qiymeta herduyan cuda cuda nîşan dide û dihêle ku bi hev re li ser bifikirin2. Li gorî Blanchot hevaltiya polîtîk, rêhevaltî ye. Divê beriya her tiştî em vê bibêjin; rêhevaltî ji têkiliyên di nava kevneşopiya partiyên sosyalîst de gelekî kevntir e3. Di rêhevaltiyê de têkiliya çalakiyan û piştgiriyê heye û hevgirtinên xwebexş in yên li cihên ku kolektîfên nû, şêweyên dîtinê yên nû tên sazkirin, berhemên çandî yên dijber tên avakirin4. Em dibînin ku car caran ev cûre hevaltiya polîtîk û peyva “rê-hevaltiyê” tevlihev dibe. Blanchot tevî wan hevalên xwe li Parîsê beşdarî çalakiyên ‘68ê bûne ku têkiliyên wan kevn in û gelek nakokî di navbera wan de hene. Dibêje ku hewce nîne hevaltiya wan li hev bike. Berovajî wê, cudakariyên wan, cûrbecûriya war û mijarên pêwendiyê yên wan, dihêle ku têkiliyên wan berdewam bike. Di dema xwenîşandanên li kolanan êdî ew ne heval, rêheval in. Di vê rêhevaltiyê de, ne ferqa di navbera temenên wan de ne jî navdartî yan jî tiştekî din hene. Lê ji hevaltiyê cudakir, êdî di navbera wan de êdî divê lihevkirin û hevkarî bê sazkirin.
Rêzenivîsa "Di rojên xweş û ne xweş de: Pêkvejiyan"
1 - Malbat: Di rojên xweş û ne xweş de...
2 - Gelo mimkun e ku mirov di sîstema necezakirinê de bi hev re bijîn?
5-Afirînerî û muzîk: Di rojên xweş û ne xweş de
6-"Em baş dizanin ku me naxwazin"
7-Spêleyên raboriyê, notirvanên îro
-------------------------------------------
1 Leyla Erbil, Mektup Aşkları, Türkiye İş Bankası Yayınları, 5. Basım, 2014.
2 Maurice Blanchot (2000): For Friendship, Oxford Literary Review, Vol. 22, pp.25-38.
3 Jodi Dean (2019): Comrade: An Essay on Political Belonging, Verso, London, New York. Her weha Ekîn Dedeoglû dibêje ku di tirkiyê de çavkaniya gotina heval "ayaktaş"e ku heta sedsala 19em dihate bikar anîn û tê wateya “rê-hevaltiyê, alîkariya hevpar" (Ekin Dedeoğlu, Agamben, 2012)
4 Dean, heman cih.
Derbarê projeyê deNavenda Bîrê ya Berlînê û Weqfa Ragihandinê ya IPSyê/bianet vê rêzenivîs û podcastê bi navê "Di rojên xweş û ne xweş de: Pêkvejiyan" bi hev re amade dikin. Ji Navenda Bîrê ya Berlînê Ozlem Kaya û ji Weqfa Ragihandinê ya IPSyê Oznur Sûbaşi koordînatorên projeyê ne. Ozgu Sevgî Goral şêwirmenda projeyê, edîtora projeyê jî Muge Karahan e. Ev rêzenivîs û podcast wê li ser "pêkvejiyanê" be û di wê de wê mijarên malbat, ceza, tirs, nefretkirin, afirinêrî, nîjadperestî, bîr, derew, antroposen û hevaltiyê hebin. Beş wê her ji 15 rojan carekê û roja sêşemê bên weşandin. |
(UT/SO/NÖ/FD)