Hûn jî wek her kesî rastê ‘rexneya Pollyannatiyê’ hatine miheqeq: Ev çî ye, tu jî li serê me bûyî Pollyanna… Pollyannatiyê neke, rastiyê bibîne! Û her wekî din.
Gerçî herçî ez im, ji bo gelek caran ji bo Pollyannayê bi xwe jî xembar dibim, zû bi zû rastê van gotinan nayêm. Ji ber ku gelek caran nêzî vê helbesta Dîdem Madakê me, ya ku dibêje:
Pollyannaya delal, dema ku ev name gihîşt ber destê te,
ez ê nizam li ku li bin guhên erdê ketibim…
Jixwe navê helbestê jî Nameyên ji bo Pollyannayê ye. Bes ji serê sibehê ve ev pirs li dora min dizivire: Çima P. ne kurd e?
Ku kurd bûya ê çi bibûya û ji bo kurd nîn e çi dibe?
Tê zanîn, diyarîya ku bi eşq û kelecanek mezin li bendê ye, yanî bebek ji qutiyê dernakeve lê, gopalên bo mirovên bê çok û ling derdikevin! Loma jî berê per û baskên keçika şêrîn û hêvîdar dişkên. Lê hema paşê dest bi şikirkirinê dike û dibe Polyanna ya me. Ji ber ku bi lîstika bextewariyê ya ku bavê wê ew hîn kiriye; tê bîra wê ku saxlem e û ger ku bedena wê ne temam bûya dê muhtac û mecbûrê wê hediyê bimaya. Lê ji bo ku saxlem û bi şans e, dikare wê diyarê yeka/ê din bike û hwd.
Wek tê dîtin Pollyannatî (ay, bû çend car navê wê dinivîsim) merheleyek bilind, cûreyek nîrwanayê ye. Mirov zû bi zû nikare bighîjê. Mesela ez di nîvê vê şeva zivistanê da ji ba nasek me ya gelek hêja û nexweş hatim, hevjînê wê yê ku apê min e bi ser de beytên Melayê Cizîrî dixwend. Herdûyan jî temenek dirêj û welatperwer li pey xwe hîştibûn û nexweşiyê vêga zorê li başbûnê biribû.
Ka bêje Pollyanna, ez ê bi çi awî dilê xwe amoj bikim? Mirovên qenc çima wiha nexweş dikevin û beden çî ye? Çima carna wiha dibe wek cezayek? Welle wek ceza ye. Her derê û her tiştê dêşîne. Dem dibe jehriyek li nêv damaran. Ka mirov dikare ji çiyê vê rewşê re şikir bike?
Bes Pollyanna, dîsa jî ji ya xwe nayê xwarê.. Eleanor H.Porter (19.01.1868-21 Gulan 1920), çima û çawa ji vê keçika sêwî û belengaz, lehengek wiha gerdûnî afirand? Em dizanin ku ev keçika şêrîn, bi lîstika kêfxweşiyê ya ku bavê wê hînê wê kiriye xwe amoj dike û li ser piyan dihêle. Lê herçî xaltiya Polly(xaltiya wê) ye, bela û dilreşek dera hanê ye. Tu xirabî namîne ku nayne serê wê, lê ew tim aliyek xweş dibîne û şikir dike. Jixwe dawiya dawî meneya wê diyariya ku qet bi kêrî wê nayê jî bêhtir fêm dike. Çimkî qezayek ku derbas dike çîpê xwe dişkîne û dibîne ku çîpên mirov çiqas girîng in. Lê di wê rewşê de jî ferqa xwe nîşan dide, mesela dibêje:
Şikestin zû baş dibin. Divê kêfxweş bim ji bo ku herdû çîp jî neşikestine. Ku herdû jî bişkestana min ê çi bikira û hwd…
Her wiha dilê xaltiya wê jî bi saya wê qezayê nerm dibe. Bes li vir dîsa rista bavê wê yê mirî girîng e. Ji ber ku dema ji nav qutiya hediyeyê ne bebek, lê gopal derketine û keçikê jî xwe bi vê yekê aciz kiriye; wî jê re gotiye:
Lazim e tu kêfxweş bibî ji bo ku çîpên te saxlem in û tu ne mecbûrê van gopalan î.
Gelo rebeno netemam bûye? Ew çi gotin û nêrînên berovajî ne? Çi hat serê te, bêje lê dibû ku wiha û wiha jî, yanî xerabtir jî bubûya!
Lê balkêş e ku her tim rewşên xerabtir hene, hebûne. Loma jî rebeno bê sedem wê lîstikê hînê keça xwe nekiriye. Halê hazir jî em kîjan rewşê di ber çavan re derbas bikin,em ê bibînin ku ji ya xirabtir a ku dinyayê li me teng dike jî xirabtir rewş heye.
Min ne Kurdbûna vê delalê pirsiyar kir. Lê di nav Kurdan de jî Polyanna hene. Mesela, dapîra min jî wek gelek jinên Kurdan tiştên zor jiyabû lê digot:
Çi hat serê min, min halên xerabtir anî bîra xwe û dev ji xwe berneda… Lê nebêjin qey min jî wek Pollyannayê ji xwe re ders jê hilda û wilo tevgeriyam! Na wilo nabe. Li ba Kurdan wilo nabe. Jixwe ji bo ku piraniya umrê min di zîndanê de derbas bû jî min nedikarî feyda dersa dapîra xwe bibînim. Ji ber ku ên goya rewşa wan ji ya min xerabtir bûn, cangorî bûn û jixwe min xweziya xwe bi wan dianî.
Di rê da bahola min dizîn
Wê fîstanê sor ê ku te
Diyarî min kiribû jî tê de bû
Çi xweş bû
Dema min wê li xwe dikir
Ji xwe re digot çîlek
Pollyanna li gor te gere mirov
Di nêv behra çemûrê de
Wek ku profiterol bixwe bijî
Topikên bexteweriyê biqefêle
Lê ez bê sekin helbestan
Li bedena xwe diçikînim
Tedî tu jî dizanî
Xwedê biqasê qeweta wan
Derd dide mirovan(Dîdem Madak)
Ji vê helbesta dirêj em tenê van risteyan bixwînin. Jixwe name ji Pollyannayê re ne, ne ji me re. Gelo bersîvandiye an na? Belkî divê em hemû jî jê re name binvîsînin. Hemin ku ev keçika ku bi saya edebiyatê ketiye her malê ne Kurd e, em bi nameyên xwe wê îhya bikin. Ka belkî ew çareyek bibîne ji halê me re. Em bêjin:
Merheba Pollyanna
Ji tu qutiyê diyariyek
Bo me dernediket
Ji ber ku hemû qutî
Diteqiyan û mirinê me dixwar
Me derfet nedidît ku em bêjin
Welle em baş in
Qe nebe filan tişt nehat serê me
Ji ber ku her tişt dihat serê me
Hin dapîrên me dişibiyan te Polyanna
Lê em nikarin bişibin te bibore
Rewşa me xerabtir lingên me yên
Ji texte û dilê me yê ji camê zêdetir dibin
Em şikir bikin jî Xwedê qebûl nake
Ji me nexeyîde lê em qet nikarin bibin wek te.
Ev çi name ye lo. Dê Pollyannaya reben bibizde. Jixwe nikaribû bibûya Kurd, îja dê ji dinyayê sar bibe. Lê dîsa jî dizane, tenê dikare xwe emanetê me bike. Em jî wek wê dilpak in lewre.
Pollyanna, were li welatê me rakeve. Ew ê xewnên xweş bide te.